Di şerê navbera aliyê tirk û aliyê kurd de, her dem fedekarî, dilnizmî, gavavêtin û aştîxwazî para kurdan dikeve. Lê aliyê tirk berûvajî vê, her dem dixwaze şer gur bike. Gefan li gelê kurd dixwe, ji armanca xwe ya tinekirin û înkarê misqalekî jî nayê xwarê û dixwaze dest û lingên gelê kurd girê de û wek peza qurbanê biavêje erdê. Kêrê deyne ser stuyê wê û bi ser de bibêje, “Dengê xwe meke, xwe melivîne, bihêle ez te serjê kim, bibirêjim û bixwim”. Evqas yekalî zilm, zordarî, bêmafî û dijmirovî li welatekî din di demeke din de nehatiye dîtin. Ji îngilîzan heta fransan, ji holandiyan heta îtalî û spanyoliyan dewletên kolonyalîzm li ser gelan birêve birin, ti carî qasî tirkan înkar û îmhayeke topyekûn nedane pêşiya gelan. A ku tirk bi serê kurdan de dikin, bê mînak e.
Xwezî tirk ji giştiya gelan re wisa bûna. Me dikarîbû bigota, “De ev yek tebîeta wan e. Ew naxwazin ti gel li ser ruyê cîhanê azad bibe, bibe xwedî nasname, xwedî hêz, xwedî çek û her wekî din”. Lê rastî ne wisa ye. Wê rojê şirîkê hikûmetê Dewlet Bahçeliyê qaşo aliyekî pêvajoya aştî û biratiyê ye, li ser aştiya di navbera Îsraîl û Hamasê de binêrin bê çi got. Ezê hevokên axavtina wî yek bi yek li vir binivîsim. Lê tenê li Şûna Îsraîl, Tirkiye, li şûna Hamas PKK û li şûna Filistîn Kurdistan binivîsim û binêrin bê rastî û nerastî çi ye û kî mafdar û kî mafxur e:
Dewlet Bahçelî: “Meseleyeke din a girîng jî li “Kurdistanê” çeteyên Tirkiye wan bi çek dike û dide pêş çalakiyên wan ên xetareyê dipeşkînin derdorê û rewşa tahrîkê ya ew dibin sedem xisarê didin hewildanên aştî û agirbestê. Kesên çekberdanê dispêrin PKKê, bêguman ew gelekî bêçekbûyî dikin hedefa zindî û ev yek bê guman xefkeke li ber vî gelî hatiye vedan e. Piştî ku çareseriya bi du dewletan pêk hat, helbet gavên PKK biavêje wê hebin û çekberdan jî yek ji van e. Lê belê tişta li ser bingehê heqîqetê divê were avakirin, heta rewşa çareseriya bi du dewletan hakim nebe, bêçekbûna bi yek alî wê çawa pêk were, çawa were erêkirin nediyariyeke bi êş û jan e.”
Bahçeliyê xwediyê van gotinan, bêguman vî tiştî ne ji bo Kurdan û ne ji bo PKKê ji bo Hamas û Filîstinê dixwaze. Her roj bang li birêz Ocalan û PKKê dike, ku artêşa YPGê û a HSDê (Hêzên Sûriya Demokratîk), çekên xwe radestî artêşa Colanî bikin, ku ev yek tê wateya bêçekkirina gelê kurd. Gava gelê kurd li nav dojeha Rojhilatanavîn were bêçekkirin, di serî de DAIŞ, OSO û çeteyên din ên dewleta tirk ew perwerde kirine û mûçeyên wan dide, tev wê bigirin ser malên kurdan û Şengaleke din bi wan bidin jiyandin û vê carê ne tenê Şengal bibe Şengal, wê giştiya Kurdistanê bibe Şengal. Dewlet Bahçelî û giştiya rayedarên dewleta tirk ji bo Filistinê çareseriyeke bi du dewletan dixwazin, lê ji bo kurdan dibêjin “Zimanê wan zimanekî nayê zanîn e û niha qaşo gav bi pêş de avêtine, êdî sê xalan li kêleka hev datînin. Zimanekî zêdeyî 12 hezar sal in li ser vê axê hatiye axavtin li gor tirkên xwediyê zimanekî berhev ê sed salî “…” sê xal e, nayê zanîn e. Lê ew jî dizanin ku hîn tirk li ser ruyê cîhanê tine bûn, li navbera çemên Dîjle û Firatê, ji navsera çiyayê Zagrosan heta berpalên Torosan mirov bi zimanê kurdî dijiyan. Helbesta yekem, çîroka yekem, strana yekem, xemgîniya yekem, hezkirina yekem bi zimanê kurdî çêbû ey Bahçelî, ey Meclîsa tirkên kombûna kesên eslê xwe înkar kirine. Her kesê ji xwe re dibêje, “Ez tirk im,” di rastiyê de eslê xwe înkar kiriye. Ji ber ku li ser axa Anatolya gelekî bi navê tirk tinebû, Osmanî hebûn, ji gelek miletan pêk dihatin, lê piştre Jontirk û Kemalîst derketin û gotin, “Kî ji xwe re bibêje ez tirk im, tirk ew e” û xwestin ji miletên di bin destê wan de maye tirkbûnekê çêkin, ji peyvên ji zimanên wan dizîn, xwestin zimanekî çêkin û navê wî zimanî kirin tirkî.
Niha ev kesên eslê xwe înkar kirine û zimanê gelan dizîne ji xwe re kirine ziman, ji gelê kurd daxwaza bêçekbûnê dikin û ji bo Filistiniyan û Hamasê dibêjin “bêçekkirina gelekî xefkeke ku wî gelî dike hedefa zindî a çeteyan û dewletê.”
Baş e, li gor tu dizanî, ku gava gelek were bêçekkirin ew dibe hedefa zindî ya dijminên xwe, tu çima dibêjî “bila gelê Rojava çekên xwe radestî Colaniyê bi eslê xwe DAIŞî bike?”
Ka derkeve pêşberî gel û bersiva vê pirsê bide. Ev salek e, aliyê tirk bang li PKKê kirine û bi birêz Ocalan re rojane hevdîtinan dikin, ku PKK xwe fesh bike, dev ji çekan berde, ew jî qaşo wê mafên kurdan binasin û zagonên xwe yên qirker û faşîst biguherin.
PKKê xwe fesh kir, dewletê ti gav neavêt, bi navê gavavêtinê komisyoneke pepûkî çêkiriye û qaşo komisyon li aliyan guhdarî dike. Niha kesekî ku rewşa kurd û tirkan nizanibe, wê bibêje, “helal be ji dewletê re, komisyonek çêkiriye ku bêmafiyan derxîne holê.” Lê em kurd ji girtin û kuştinên xwe dizanin, ku vê dewletê çi bêmafî bi serê me kurdan de anîne û ji me hîn baştir jî dewlet bi xwe dizane. Ji bo wê li şûna komisyonekê ava bikin û dema xwe biborînin, bila li arşîvên JITEM û MITê binêrin, wê bibînin bê çawa zarokên kurdan kuştin, gundên kurdan vala kirin, sererd û binerda Kurdistanê talan kirin, keç, jin û mêrên kurdan di zindanan de rizandin, berê kurdan dan çar aliyê cîhanê, ziman, çand, nasname, huner, wêje, stran û muzîka kurdan, xwarin û vexwarina kurdan ji xwe re dizîn û kirin malê xwe û kirin sermaye. Her roj nefta axa Kurdistanê wek lehiyê diherikînin welatê xwe û xwe pê dewlemend, kurdan jî feqîr û perîşan dikin.
Lê tevî avakirina vê komisyonê jî hîn birêz Ocalan di zindanê de ye, hîn bi sedan girtiyên nexweş ên her roj dikarin jiyana xwe ji dest bidin nehatine berdan, hîn hestiyek tenê jî yê zarokên wan radestî Dayikên Şemiyê nekirine, dev jê berde hîn gorên pêşeng û rêberên kurdan eşkere nekirine û bi ser de gefan li Rojava dixwin dibêjin, «bila xwe bêçek bike, xwe ji DAIŞê re bike hedefa zindî, bila bi destê xwe xwe bixe xefka dewleta kujêr».
Divê dewleta tirk zanibe ku ew kurdê stuyê xwe dirêjî ber kêrê dikir, êdî nemaye, ew kurdê bi dek û dolabên we bixape jî nemaye. Rojava wê xwe bê çek neke, berûvajî çekên xwe zêdetir û xurtir bike. Kengî dewleta tirk, a ereb û ya faris dev ji çekên xwe berdin û bikevin ser riya mirovbûnê, wê gavê Rojava jî dikare dev ji çekên xwe berde û wan hînî mirovbûnê bike. Ji bo wê nêzîkatiya li Rojava, nêzîkatiya li giştiya kurdan e û nêzîkatiya li pêvajoyê ye. Rojava ji bo tirk, ereb û farisan ezmûna mirovbûnê ye, çiqasî Rojava binasin, ewqasî gav ber bi mirovbûnê ve diavêjin, çiqasî bêçekbûn û bêhêzbûnê bispêrin Rojava ewqasî ber bi faşîzmê ve diçin. Êdî ew dikarin biryarê di navbera herduyan de bidin, ji ber ku kurd wê guh nedin geflêxwarinên wan û ber bi serkevtinê ve bi her rêbazî bimeşin. Ger ew aştiyê bixwazin kurd ji aştiyê re amade ne, ger ew şer bixwazin kurd ji şer re amade ne. Bila nehizirin ku PKKê xwe fesh kir û hêzên xwe ji Bakur vekişand û dev ji çekan berda êdî doza kurdan mir. Na. Kurd ewqasî bi we bawer in, ku gava pêwîst bike her kurdek gerîlayek, her kurdek tifingek, her kurdek pêt û agirek e. Ev yek heta kurd û Kurdistan azad bibe wê bidome, bila neyar ti xewn û xeyalên cuda nebînin.
