Bi dehan çavkanî û xebatên lêkolînî teqez e ku Kurdistan ji ber erdnîgariya xwe ya niştecihbûyî û çanda xwe ya nebat û ajalan, di cîhanê de cara yekem dibe dergûşa serdema neolîtîkê. Qada ku Şoreşa Çandinî û Gundî lê pêk tê û bi pêş dikeve ji bermahiyên arkeolojîk ve jî tê ispatkirin ku çandeke wê ya niştecih a herî kêm 11 hezar sal berê heye. Di xebatên ku hatine kirin de derketiye holê ku dîrokeke ji wê kevntir li tu devera cîhanê tune ye. Dema ku em bala xwe didinê bi zelalî xuya dibe ku rista kurdan a di dîrokê de bi giranî ji afirîneriya serdema neolîtîkê tê. Ji ber şert û mercên erdnîgarî yên wekî nîvdeşt û çiyayî ya ku Dîcle û Ferat ji Çiyayên Toros û Zagrosê tê, bûye cihê jidayikbûna neolîtîkê. Bi aşkerayî xuya dibe ku rista kurd û erdnîgariya Kurdistanê di afirandina çand û şaristaniya neolîtîk de diyarker e.
Dibe ku gelek tezên li ser serdema Neolîtîkê hebin û herwiha dibe ku di vî warî de gelek lêkolînên zanistî jî hebin lê belê dema ku em berê xwe didin dîtin û vedîtina pispor û lêkolîneran gelek mijar ronî dibin. Mirov dibîne ku mirovên ku neolîtîk afirandine bê kî ne û erdnîgariya wan ku der e. Bi zelalî nêzîkatiya li dîrok û dahûrandina civaka neolîtîk û ronîkirina serdema neolîtîkê ne tenê ji bo dîrok û çanda kurdan, ji bo dîroka hemû mirovahiyê jî wê bibe jiyanî. Bi heman awayî, ronîkirina çand û dîroka kurdan, dê were wateya ronîkirina çand û dîroka mirovahiyê.
Di vî warî de dîroknasê kurd Dr. K. Mazhar Ehmed dibêje; “Eger dîroka kurdan a kevn û nû neyê lêkolînkirin, dê di dîroka nivîskî ya rojhilatê de valahiyeke mezin derkeve.” Ev yek çavdêriyeke watedar e û rast e. Ji ber ku çand û dîroka kurdan her tim di tarîtiyê de maye û bi zanebûn nehatiye aşkerakirin. Dema ku çand û dîroka kurdan bi zelalî neyê ronîkirin çand û dîroka rojhilat û herwiha dîroka hemû mirovahî û şaristaniyê jî dê kêm bibîne. Ev jî tê wateya valahiyeke mezin di dîroka mirovahiyê de.
Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku rista Rojhilat di dîroknivîsiya Rojavayê (Ewropa û hwd.) de her tim hatiye paşguhkirin. Rojava her tim xwe li pêş çavan girtiye û hewl daye ku çand û dîroka xwe wekî ‘ji xwe’ anku bêyî ku li ser kok û çavkaniyeke din be nişan bide. Demeke dirêj ji heqîqeta jêder û çavkaniya Rojhilat û Rojhilata Navîn wêdetir berê xwe da Yewnanîstanê da ku ji xwe re eslê xwe îcad bike û biafirîne. Herçiqas Rojhilat bû ku rê li hemû qonaxên girîng ên pêvajoya şaristaniyê vekir jî, Rojavayê (Ewropa û hwd.) hemû serketin bi Yewnanîstanê ve girêdan. Ji ber ku ev têgihîştina ne-objektîf a dîrokê dibe sedem ku Rojava ji rastiyê dûr bikeve û her tim rastî dîwarê heqîqetê yê Rojhilat bê. Ji lewre jî dîroka ku em jê re dibêjin Euronavendî di van salên dawî de bi lez pêbaweriya xwe winda dike.
Pê ve girêdayî dema ku em berê xwe didinê bi hêsanî em dibînin ku helwesteke hêj paşverû, hema bibêje bi tevahî kor, ker û lal, di nêzîkatiya li çand û dîroka kurdan de derketiye holê. Herwiha ne tenê Rojava ye ku vê helwestê nîşan dide; Rojhilat, Rojhilata Navîn, derdorên kapîtalîst, dîsa yên ku ji xwe re dibêjin sosyalîst û herwiha hemû beweriyên ji dînên yekxwedayî jî li ser vê helwestê ne û ji heqîqetê dûr tev digerin. Mirov dikare bibêje di hemû demên dîrokê de çand û dîroka kurdan ji nedîtî ve hatine.