12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nêzîkatiya bi rejîma Şamê re bû cihê nerazîbûnan

Li gorî agahiyên malpera Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên di bin serweriya Tirkiyeyê de, li dijî nêzîkbûna Enqere-Şamê û lihevhatina bi rejîma Beşar Esed re roj bi roj xwepêşandan û nerazîbûn zêdetir dibin.

Çalakvanan ragihand ku muxalîfên li bajarê Ezaz yê Helebê (bakurê Sûriyeyê) êrîşî serokê Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyeyê Salim El Mislet kiriye, ew wekî “Şebîh” ango alîgirê rejîmê binav kiriye. Xwepêşandêrann bi keviran êrîşî Mislet kiriye û nehiştine ku beşdarî xwepêşandana duh a li bajêrê Ezazê bibe.

Li bajar û bajarokên gundewarên din ên Heleb û Idlibê jî li dijî nêzîkbûna Tirkiye bi rejîma Sûriyeyê re gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Malperên ser bi opozîsyonê ve dîmenek parve kir, tê de diyar dibe ku hejmarek xwepêşandêrên li Ezazê êrîşî El Mislet dikin, piştre parêzvanên wî destwerdanê dikin û wî ji wir derdixin.

Çalakvanê muxalîf Omer El Helî ku ji gundewarên Helebê ye, got li bajarên Efrîn, Ezaz, Cerablus, Marê, Dabiq ên bakurê Helebê li dijî nêzîkbûn û lihevhatina Tirkiye û rejîma Sûriyeyê ya li ser hesabê ‘şoreşa Sûriyeyê’, xwepêşandanên girseyî hatine lidarxistin.

Li herêmên opozîsyonê yên bakurê rojavayê Sûriyeyê li hember ‘hikûmeta demikî ya Sûriyeyê’ û serokê wê Ebdurehman Mistefa nerazîbûn derketiye. Ev nerazîbûn piştî daxuyaniyek ku hat gotin a Mistefa ye ya têkildarî civîna sêalî ya li Moskovê pêk hat ku wekî gavek girîng ber bi çareseriya siyasî li Sûriyeyê ve bi nav kiribû. Her wiha daxuyandibû ku Tirkiye li gorî xeyalên gelê Sûriyeyê tev digere. Lê piştre ev daxuyanî red kiribû. Hikûmeta Demkî jî ragihandibû ku daxuyaniyên wan xirab hatine wergerandin û armanc jê reşkirina hikûmetê di çavê gelê serhildêr de û derbekirina saziyên opozîsyonê ye.

Hemxwetî xwepêşandanên li gundewarê Helebê, li bajarê Idlibê û gundewarê wê (Erîha, Harim, Selqîn, Îsqat, Sermede, Dana, Kefer Lûsîn û bi dehan kampên koçberan) jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran bi pankertan li hemberî helwestên dawîn ên Tirkiyeyê yên li hember rejîma Sûriyeyê û nêzîkbûna pê re nerazîbûn nîşan dan û banga hilweşandina rejîmê kirin.

Li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên di bin serweriya Tirkiyeyê de, li dijî nêzîkbûna Enqere-Şamê û lihevhatina bi rejîma Beşar Esed re roj bi roj xwepêşandan û nerazîbûn zêdetir dibin