11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşxaneya Şêxmeqsud di êrişan de kar dike

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Taxa Şêxmeqsud a Helebê ku ev 3 roje di bin topbaran û bombebarana dijwar a çeteyan de, di şertên ku ceyran tuneye û pir zehmet de kar dike. Lê cîhan hîn jî bêdeng e.

Êrişên komên çeteyan ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku dewleta tirk destekê dide wan, li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bi dijwarî didomin.

Ji ber êrişên hoveberan, li nexweşxaneyê ceyran qut bûye, derfetên ku xizmeta tenduristiyê were kirin nemane.

Nexweş li ser zemîna betonê hatine danîn, dermankirina wan di tariyê de tê kirin. Dîmena ku ji hundirê nexweşxaneyê hatiye kişandin, cihê gotinê nahêle. Tevî vê yekê jî, heta niha tu hêz, sazî, dezgeh an jî aliyên herêmî û navnetewî denge xwe nekiriye, helwes nîşan nedaye.