Çeteyên hikumeta demkî yên ku Tirkiyê jî alîgiriya wan dike êrişên li ser taxa Şêxmeqsûdê didomînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan didin. Hat diyarkirin ku êrişên li ser nexweşxaneyê didomin û dora 70ê birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin bi komkujiyê re rû bi rû ne.
Çeteyan dixwazin berxwedan û îradeya gel bişkînin, rastî berxwedana gel hatine ji duh nîvro ve rasterast Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir hedef digirin. Komên çete bi êrişên li ser nexweşxaneyê dixwazin jin, zarok û birîndaran di komkujiyan re derbas bikin.
Di êrişên duh ên li ser Nexweşxaneyê de 3 xebatkarên nexweşxaneyê yên bi navê Ednan Arif Osman, Elî Henîf Osman û Oraya Ebdulhenan Horo jiyana xwe ji dest dan.
