Beriya çend rojan ez ji Amedê çûm serdana bajarê Êlihê û li vegerê ez bi trênê hatim. Di rêwîtiya min a bi trênê de tiştekî bala min kişand ku di trênê de xizmeta pirzimanî hebû, bi zimanê tirkî û ingilîzî xizmet dihate dayîn.
Min ji xwe pirsî gelo ev anonsa bi ingilîzî ji bo çi ye? Paşê min got dibe ku salê di 2-3 caran hinekî biyanî di navbera van her du bajaran de rêwîtiyê bikin. Ew jî mafekî rewa ye.
Lê dema mirov bala xwe bide rêwîyên ku trênê bi kar tînin ji sedî 99 kurd in. Ji bo sedî yek xizmeta tirkî tê kirin û ji bo ji hezarî yek servîsa ingilîzî heye. Gelo çima ji bo ji wan rêwiyên ji sedî 99 kurd in xizmeta bi kurdî nayê dayîn?
Rawestgeha bê Çoltepe ye!
Beriya em bigihîjin rawesgeha Çoltepe anoseke wiha hem bi deng hat kirin hem jî bi awayekî nivîskî di ekranê de xuya kir (Sonraki durak Çoltepe,,,,,Next station Çoltepe). Min di dilê xwe de got ma wê dunya xira bibe ger hûn bi kurdî jî bibêjin; ‘rawestgeha bê Çoltepe ye’.
Lê mixabin wiha nakin û ev hişmendiya ecêb a dijminahiya bi zimanê kurdî re di her warê jiyanê de wiha beloq li nava çavên mirov dikeve.
Bi trênê riya di navbera Amed û Êlihê de derdora 100 kîlometreyî ye û derdora 2 seatan dajo, ji bo xwe mijûl bikim wekî gelek caran dîsa min çend nivîs û helbestên ku kurdan bi erebî li ser platformên dijîtal nivîsandibûn wergerandin kurdî.
Paşê min biryar da ku ez vê mijarê bikim nivîs û min dest bi gotara xwe kir. Min li ser telefonê çend hevok li ser vê mijarê nivisandin. Pê re jî em gihan rawestgeheke nû bi navê rawestgeha Ambarê û anonsê dîsa bi tirkî û ingilîzî agahî da me.
We are coming to Ambar
Ya rast ji ber têkiliya min a bi zimanê kurdî re û hestiyariya min a di vê mijarê de gelek tişt hebûn ku min li vê nivîsê sor bikim lê gotina jinekê bi hevjînê xwe re dilê min ji nivîsê sar kir. Ne tenê ji nivîsê ji dinyayê tevî sar kir.
Li rawestgeha Ambarê dema ku min ev nivîs di telefona xwe de dinivisand jinek bi tirkiyekî şikestî bi hevjînê xwe re diaxivî. Ew nû ji rawestgeha Ambarê li trênê siwar bûbûn. Hevjîna mêrik wiha jê re got: “Gel, burda boş koltuk var” yanî were va ye li vir kursiyekî vala heye.
Destê min li nivîsê sar bû û min di dilê xwe de got hey agir bi mala we ket, berê me digot gund ji bişaftinê filitîne lê va şar û va mişar, va kurd û va Ambar.
Paşê min dilê xwe bi behaneyekê xweş kir û got gelo dibe gundê Ambarê jî yek ji wan gundên ku di demên cuda de koçber li wan hatibûn bicihkirin.
Êlihî pihîn li Amedê dane
Lê min zû bi zû dest ji vê meselê berneda û min li ser vê mijarê ji hevalekî ku wî gundî nas dike pirsî, ji min re got li wî gundî çend malbatên ku ji Mûşê hatine li wir bi cih bûne hene, dibe ku ew kesên tu behs dikî malbatek ji wan ê Mûşê bin.
Lê ya rast bi vê behaneyê jî dilê min xweş nebû ji ber mixabin rastiyekî tal wekî zilindarê heye ku êdî kurd ne tenê li Amedê li hemû bajarên kurdan dest ji kurdî berdane û xwe li zimanê tirkî kirine bela.
Berê me li Amedê pesnê Êlihê dida di mijara bikaranîna zimanê kurdî de lê niha (Batmanê) di vî warî de heft pihîn li Amedê dane.