Şerê çend rojan li dijî kurdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, encama faşizma dewşîrmeyê tirk û faşîzma Baasên ereb e… Ev îstîbdada pençîkên dewşrimeyên tirk û desthilatdarên celad yên ereb e.
Kurdan, formûlasyonên her du cure faşistan bi diyalektîka siyasî û dîrokî kirin bin lêpirsînê. Lê di konjektura siyasî ya positivîst de qels man… Bi taybetî piştî banga Rêber Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demoktaîk, li hemberî her du basikên faşist lewaz man… Herdu aliyên faşist, hem ji bo têkbirina pêvejoyê kar kirin, hem xwestin konjoktura navneteweyî ku ber bi aliyê kurdan ve çûye berteref bikin…
Divê em di çaçroveyê de, li êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê binêrin… Planê van êrişan jî piştî têkiliyên diplomatik yên Tirkiyeyê ku dihatin xuyakirin û têkiliyên diplomatik yên diktatorên ereb ku veşartî dihatin kirin hat pêkanîn. Beriya êrişan tanq û topên giran çûne dora taxan. Vê nîşan da ku plan berê hatiye amadekirin.
Olîgarkên dibin pêşengiya Trump de jî, bi xeyalên bi rengî de hereket dikirin. Îstîbdada Trump di rengê ‘manîfactura capitalist” de hereket dike û hêza xwe super jî bikartîne. Di pirsa kurd de, sûper kapîtalên cîhanê, hîna bi mêjiyê Sykes-Pîcot haraket dikin… Ji aliyekî ve, nazistên tirk destek dikin, ji aliyê din ve celadên ereb ku bizmaran li tabutên rewşenbîr û rojnamegeran didin destek dikin… Bi vî rengê nexşeya Kurdistanê car din bi xwîn kirin…
Faşîzm her dem xwe bi şer xwedî dike. Faşîzma Turk-î turan, bi mîrateya kuştina 44 sadrazaman, bi celadiya 26 rewşenbîrên ereb û celadiya lîderên kurd hereket dike… Diktatorên cîhana ereb jî mîrateya Muaviye û Yezîd ya celadiya serjêkirina zarokên cenabê Muhemed hereket dikin.
Her du basik jî, bi siyaseta tarî ya çeteyên DAIŞê hereket dikin… Hêzên ku bermayiyên DAIŞê dibin navê HTŞê de li Sûriye kirin desthilatdar, bûna hevparê serjêkirina mirovan û di êrişa li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bûne hevparê çeteyên ku birindarên nexweşxanê kuştin û pencereyê re avêtin…
Di van êrişan de, naziyên tirk, celadên ereb, manfkaturên kapitalist û çeteyên selafî bûne yek û mekanîzmeya qirêj ya tunekirinê li dijî kurdan kirin pratîkê… Çeteyên ku heta îro, bi desteka dewleta tirk, li dijî gelê kurd şerê gayrî nîzamî didane meşandin, vê carê weke xwediyê dewleta Sûriye û bi desteka dewletên herêmê û navnetweyî, şerekî nîzamî dane destpêkirin.
HTŞ, bermayiyên DAIŞê ne û ji aliyê zabitên artêşa tirk a dewşirme ve têne rêvebirin. Dewşirmetiya artêşa tirk, li tevahiya Rojhilata Navîn û nava NATO de jî TABÛ ye!… Weke aliyekî ji notirvan kapîtalîzma enternasyonal têne dîtin… Ji bo vê jî, manîfaktura kapîtalîst, bi girêdanên Bîsmarckî nêzîkî artêşa tirk dibin…
Ev jî tê wateya ku Îslama Muawiye, Îslama Hamîdiye û zihnê polîsên kapîtlîzmê bûne yek atmosfera civakî ya cihanê jehrî dikin.
Bêguman di nava cîhana ereban de, li Tirkiyeyê û cîhanê, aliyên li dijî şer, alîgirên aştî û çareseriyê û demokrasiyê hene. Bi taybetî li Misirê gelek rewşenbîr, zanyar û niviskar li gel kurdan cih digirtin… Lê vê carê dengê van aliyan bi xurtî nehat bihîstin…
Lê gelê kurd, di şerê nivsedsalê de, gelek tecrûbe girtine, weke hêzên universal, bûye xwedî hiş û ramanekî ku dikare xwebixwe ava bike, li hemberî her cure êrişên faşîzan dîwarê kîklop ava bike…
