3 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza neteweyî

Newroz ji cejnekî zêdetir sembola redkirina dagirkerî, înkar û îmhayê ye. Newroza îsal jî bû sembola redkirina hiş û mejiyê parçekirî. Li her çar aliyên Kurdistanê kurdan bi yek dengî û girseyî gotin ‘em hene’.

Ji bo netewebûna neteweyekê hinek xalên sereke hene ku divê civak li ser van xalan li hev bike. Li ser meselê hevparbûna dîn, dîrok, ziman û çandê ji bo netewebûna neteweyekê xalên sereke ne. Ji ber parçebûna welat, hiş û bîra kurdan, kurd di hêla netewebûnê de kêm mane. Bêguman bandora partiyan a li ser civakê jî dibe sedema berdewamiya vê parçebûnê. Ji ber ku partî û rêxistinên kurdan li gorî bîrdozî û berjewendiyên xwe tevdigerin, civak jî li gorî wan tevdigere. Pêşengiya vê parçebûnê jî hinek kesên şopdarên van partî û rêxistinan dikin. Herwiha di nav şopdarên partiyan de kesên “hunermend, nivîskar û rewşenbîr” jî hene û piranî jî ev kes agirê di nav kurdan de sor dikin. Ev yek herî zêde di qada medya dijital de derdikevin holê. Heke lêkolîneke zanistî li ser gotinên ne xweş û heqaretên medya dijital bê kirin, dibe ku kurd di rêza yekem de bin. Mixabin piranî jî kurd van heqaretan li dijî hev bi kar tînin. Li ser meselê hunermendek radibe di bin navê hunerê de heqaretan serokê partî û rêxistinan dike. Piştre kesên şopdarên rêxistin û partiya din dest bi gotinên ne xweş û heqaretê dikin. Bi vî awayî pirsgirêk her zindî tê hiştin. Lêbelê di van demên dawî de civaka kurd guh nade van kesan, di heman demê de kesên yekîtiyê dixwazin dengê xwe ji dengê van kesan zêdetir derdixin. Lewra bandora van kesên xêrnexwaz her çiqas li ser medya civakî hebe jî di nav civakê de kêm bûye. Delîla vê yekê jî qadên Newroza îsal e.

Bi parçebûna Kurdistanê bûye sedem ku hiş û bîra kurdan jî parçe bibe. Ji ber vê parçebûnê kurd di gelek mijaran de ji hev cuda difikirin û li hev nakin. Lewra heta roja îro behsa yekîtiyê tê kirin, lêbelê nikarin yekîtiyeka siyasî ava bikin. Di her parçeyê Kurdistanê de partiyên cuda û serokên cuda derdikevin pêş. Di vê çarçoveyê de jî gengeşî û pirsgirêkên nav kurdan gewre dibin û nayên çareserkirin. Lêbelê du mijar hene ku li tevahiya Kurdistanê esas tên girtin û hemû kurd li ser van her du esasan li hev dikin. Yek ji van marşa netewî “Ey Reqîp” e. A din jî cejna berxwedanê Newroz e. Kurd li ser van her du xalan li hev dikin. Tevî ku kurd li ser van her du xalan li hev dikin jî Newroz bi awayekî cuda pîroz dikirin. Lê belê Newroza îsal ji Newrozên berê cudatir hat pîrozkirin. Di Newroza îsal de civakê partîbûn da aliyekî û bi ruhê neteweyî Newroz pîroz kir. Li ser meselê ez îsal tev li du Newrozan bûm ku her du Newroz jî di bajarên piçûk de pêk hatin, ji her çar aliyê Kurdistanê kurd bi sembol, cilûberg û rengên xwe tev li van her du Newrozan bûn. Bêguman tu pirsgirêk jî di nav civakê de derneket û li aliyekî hewramî govend hat gerandin li aliyê din jî bi şêxanî govend geş bû. Di qadên Newrozê de Ala Rengîn, al û sembolên rêxistin û partiyên cuda li kêlekên hev ber bi jor ve ba dibûn. Herwiha di Newroza îsal a Amedê de jî cara yekem peyamên ji başûrê Kurdistanê hatin bi dilgermî hatin xwendin û pêşwazîkirin. Lewra Newroza îsal xwedî ruhekî neteweyî û cuda bû. Bêguman her Newroz ji bo kurdan xwediyê taybetmendiyên cuda ye. Bi kurt û kurmancî Newroza îsal jî ji hêla yekîtiya neteweyî û peyama birêz Abdullah Ocalan a li ser Aştî û Civaka Demokratîk ve mohra xwe dîroka berxwedana Kurdistanê da.

Newroz ji cejnekî zêdetir sembola redkirina dagirkerî, înkar û îmhayê ye. Newroza îsal jî bû sembola redkirina hiş û mejiyê parçekirî. Li her çar aliyên Kurdistanê kurdan bi yek dengî û girseyî gotin ‘em hene’. Ji Ûrmiyeyê heta Qamişlo, ji Akrê heta Amedê û li seranserê dinyayê Newroz bi coşeke mezin û bi ruhekî neteweyî hat pîrozkirin. Lewra heta niha Newroz bilindkirina têkoşîn û berxwedanê bû, Newroz li dijî Dehaq û dîktatoran serhildan bû. Newroz gurkirina agirê Mazlûm Dogan û Rehşanê bû. Newroz parastina çand, ziman û nasnameya kurdî bû. Newroz hêvî, aştî û wekhevî bû û Newroz destpêka sala nû bû. Lê belê ji îsal şûnde Newroz bû xwedî ruh û nasnameyeke neteweyî jî.

Di her Newrozê de agirê azadiya Kurdistanê bilindtir û gurtir dibe. Agirê îsal jî ne tenê agirê biharê bû, agirê îsal agirê aştî, hêvî, berxwedan, têkoşîn û yekîtiyê bû. Peyamên ji qadên Newroza îsal di nav xwe de daxwaza yekîtiya neteweyî dihewandin. Li tevahiya Kurdistanê civaka kurd peyamên xwe bi zelalî berz kirin. Bêguman gelê kurd ev peyam him da partî û rêxistinên kurdî him jî da dagirkerên Kurdistanê.

Ji ber van peyamên ji qadên Newrozê pozê faşistên tirk şewitî û kîn û rika xwe li dijî kurd û Kurdistanê anîn ziman. Bêguman yek ji van jî Mansûr Yavaşê faşîst bû. Ji ber çoşa Newrozê feleka faşistên tirk serobino bû, lewra gelek bertek nîşanê pergalê didan ku hiştine kurd bi vî awayî Newrozê pîroz bikin. Herwiha rejîma faşîst jî ji ber çoşa Newrozê destûr neda ku şandeya DEM-Partiyê biçe li gel birêz Abdullah Ocalan û peyama wî ya Newrozê bigihije gelê kurd. Herwiha qadên Newrozê da nîşandan ku civaka kurd bi fikr û ramanên xwe yên cuda dikare li gel hev be. Tevî hewldanên faşîzane û xêrnexwaz jî civaka kurd peyamên xwe bi aşkere li qadên Newrozê da, piştgiriya xwe ya ji bo çareseriyê dest nîşan kir. Kurdan li qadên Newrozê bi al û sembolên xwe yên cuda mil bi mil govend gerand û tevî hemû cudahiyên xwe yên bîrdozî, rexistinî û siyasî peyama yekrêzî û yekîtiyê da peşeng û partiyên xwe. Lewra Newroza îsal him ji bo dost û hevalan him jî ji bo dijmin û xêrnexwazan mîlad e.