Îsal li her aliyê Kurdistan û cîhanê Newroz bi coşek û tevlêbûneke nedîtî hat pîrozkirin. Qadên Newrozê heta ber dev tije bûn. Ala rengîn hema hema di dest her kesî de li ba dibû. Bi taybetî jin û zarok bi cilên netewî daketibûn qadan. Bêhneke Kurdistanî ji ser rûçikê herkesî difûriya. Mêr û jinan kom bi kom govendên ji her herêma Kurdistanê li dar dixistin. Soran û kurmanc, bahdînî û dimilî mil bi mil diketin dîlanê. Wek Kurdistan damezirîbe û gel daketibe qadan roja azadî û rizgariyê pîroz dike, coşeke wisa, dilxweşiyeke wisa li nav girseyan diherikî.
Li Kurdistanê bi gelemperî bendewariyek heye û vê bendewariyê ronayiya xwe da ser Newrozên îsal. Newroz bû nîşaneya daxwaz û hêviyên gel. Di hemû pîrozbahiyên Newroza îsal de peyama ji gel hat, yekîtî û rizgariya Kurdistanê, xwedîderketina li şehîd û nirxên kurdistanî, bilindkirina ala rengîn û daxwaza bikaranîna zimanê kurdî bû. Kurd di encama têkoşîna salan de êdî digihêjin asta netewebûnê, ji her çar parçeyan kurd mil bi mil govendê digirin stranên hev ên herêmî bi hev re dibêjin û govendên hev ên herêmî bi hev re digerînin. Ev yek gaveke baş ber bi yekîtiya neteweyî ve ye û ev yek di van Newrozan de bi aşkereyî derket ber çavan.
Gel di qadên Newrozê de peyameke aşkere da, ji hemû partî, rêxistin û saziyan hêvî û daxwaz kir, ku pirsgirêkên navxweyî û pirsgirêkên bi dewletên dagirker re êdî werin çareserkirin. Gel xwest ku pirsgirêka Kurdistanê were çareserkirin lê belê rengê Kurdîstanî jî xwe bide ser vê çareseriyê. Ev peyam pir girîng bû û gel bi cilûbergên xwe, bi alên hilgirtibûn û bi dirûşmeyên diqêriyan, bi stran û govendên digerandin, ev peyam da der.
Ji bo kesên dihizirîn, “Ger kurd çekên xwe deynin wê bêhêz bibin” jî peyamek bû ku digot, “Em gel in, em hene, em li vir in, ev doz doza me ye, em lê xwedî derdikevin”. Bi vî awayî pîrozbahiyên Newroza îsal bûn cejna xwedîderketina li têkoşînê û li nirxên kurdistanî.
Di bin siya pîrozbahiyên Newrozê de, bêguman li rojavayê Kurdistanê û li diyasporayê jî gavên berbiçav ên girîng hatin avêtin. Bi taybetî li rojavayê Kurdistanê pêşdeçûnên dîrokî tên jiyîn. Cara yekê ye kurd bi dewletên dagirker re li ser maseyê rûdinin û ji bo qedera kurdan pelikên peymanan destxet dikin. Têkoşîna gelê kurd ji fermanên qirkirinê gihiştiye asta peymanên xêzkirina qedera xwe. Êdî ne dagirker, kurd li ser qedera xwe nêrîn û daxwaza xwe diyar dikin û bi dagirkerên berê fermana qirkirinê didan jî didin destxetkirin. Bi awayekî, dagirker pêwîstî pejirandina daxwazên vîna gelê kurd bûne. Di dîroka bindestiyê ya ji her du şerên cîhanê û vir ve ev pêşketina yekem e, ku giştiyê kurdan pê serbilind û dilxweş dibin.
Destpêkê li Şamê û niha jî li Helebê daxwazên misogerkirina mafên gelê kurd bi dewleta dagirker re tên gotûbêjkirin, biryardan û destnîşankirin.
Di rewşeke wiha de, ji xalên di peyamê de cî digirin, kengî pêk werin an pêk neyên zêdetir a herî girîng anîna dewleta dagirker a ser maseya tayînkirina qedera gelê kurd e. Ev xal pir girîng e û tê wateya serkevtina têkoşîna gelê kurd. Bêguman ev serkevtin wê bi xwe re gelek destkevtî û serkevtinên din bîne. Kurd wê bigihêjin mafên xwe yên mirovî û netewî. Kurdistan wê gav bi gav damezire. Ger te bi dijminê xwe hebûna xwe da pejirandin, ev tê wateya bidestxistina serê tayî, êdî kurd wê zanibin û karibin serê tayî bikişînin û bihust bi bihust pê de biçin, heta gore tev vedirîse.
Ger li Rojava pêngaveke ber bi xweserî, federalî yan awayekî din ê azadbûnê ve bi pêş bikeve, ev wê rê li ber yekîtiya parçeyan jî veke. Gava kurdên li rojava bigihêjin asta bidestxistina qedera xwe û birêvebirina axa xwe, dikarin di rojekê de sînorên navbera xwe û parçeyên din -wek destpêkê parçeyê başûr- rakin û dilê hemû kurdan bigihînin hev.
Pêşketineke wisa wê çelqînekê li rojhilatê Kurdistanê jî çêke. Rojhilatê welêt wek hêtûneke hatiye dadan û li ber teqînê ye. Divê mirov her gav li rojhilatê Kurdistanê guhê xwe bide ser dengê şoreşeke ji ya Bakur, Başûr û Rojava meztir û bihêztir, ku di demeke nêz de der bibe. Ev yek wê ji rojavayê welêt hêz bigire û coş û moraleke mezin bide rojava û parçeyên din ên welêt. Newroza 2025an çawa ku newrozeke gelêrî û kurdistanî bû, şereşa li rojhilatê Kurdistanê der bibe jî wê bi aliyê xwe yê gelêrî û kurdistanî reng û dengê xwe vegire ser giştiya Kurdistanê.
Kurd êdî çarenûsa xwe bi destê xwe xêz dikin. Ev yek girîng e û bi hêza ji vê yekê digirin, li qada navnetewî jî gavan diavêjin. Di van rojan de li diyasporayê bi tevlêbûna gelek saziyên kurd ên li ser mafên mirovan kar dikin, gaveke din a erênî û girîng hat avêtin û “Platforma Têkoşîna Li Dijî Komkujiyan” hat damezirandin. Di demeke, ku li Kurdistanê qala agirbest, betalkirina şer û avêtina gavên aştiyê tê kirin de, damezirandina platformeke gelemperî ya lêpirsîna komkujiyan girîng e. Dayikên aştiyê bi salan e, pirsa aqûbeta zarokên xwe dikin. Divê êdî ev pirs ji aliyê dewleta tirk ve were bersivandin. Aştiyeke bi rûmet, li ser bingehê bersivandina vê pirsê dibe. Divê dewleta tirk qirkirinên li Dêrsim, Agirî, Koçgirî, Zîlan, Roboskî, Efrîn û gelek deverên din ên Kurdistanê kiriye, bipejirîne, ji gelê kurd û gelên din ên herêmê lêborîna xwe bixwaze û riya stendina tezmînatê li ber mexdûran veke, ku aştî û biratî li ser bingehekî rast û durist pêk were. Ger wê di navbera kurd û tirkan de aştiyek çêbibe, pêwîstî bi diyarkirina lêborîna komkujiyan û dilxweşkirina mexdûrên wê heye. Bi gotina, “Em li hev werin, her tiştî ji bîr bike”, birîn nayên kewandin û pirsgirêk çareser nabin. “Ger tu lêborîna xwe nexwazî, diyar e çavên te li komkujiyên din e, ger derfet dîsa bi dest te bikeve”.
Kurd êdî vê yekê dizanin û li gorî wê tev digerin. Di pîrozbahiyên Newroza îsal de, li nav gel, li gotûbêj û sohbetan ev yek li ser zimanan digeriya û di navbera dev û guhan de diçû û dihat; êdî kurdekî were xapandin nemaye. Kurd dizanin û dikarin li mafên xwe xwedî derkevin, xwedî-vîn û serbilind in, têkoşer û aştîxwaz in, kurdistanî û internasyonal in. Kurd êdî qedera xwe digirin dest xwe û bi xwe xêz dikin û bi dagirkerên xwe didin destnîşankirin. Bi vê Newrozê re rûpeleke nû li Kurdistanê vebû û êdî li vê rûpelê bi pênûsa kurdan tê nivîsandin. Ma ji vê xweştir!