Pîrozbahiya Newrozê ya li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hat lidarxistin bi dawî bû. Di pîrozbahiya bi coş de ku zêdeyî milyonek kes hatin cem hev, girseya gel dirûşmeya “Bijî Serok Apo” tevahiya rojê berz kir. Di saetên sere sibehê de gel hat li qadê kom bûn û heta êvarî li ber stranan govend gerandin û dirûşmeyên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman berz kirin. Ciwanan li qadê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û girêdana xwe ya bi Abdullah Ocalan re anîn ziman. Li qadê siyasetmedarên ku axaftin kirin silavên xwe ji Îmraliyê re şandin û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Siyasetmedaran xwestin demildest Abdullah Ocalan bi awayekî fizikî azad bibe û dewlet gavên çareseriyê bavêje. Gelek hunermend derketin ser dikê û stran gotin. Girseyê li ber stranan govend gerand û herî dawî hunermend Rewşan Çelîker derket ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Rewşan Çelîker bi dawî bû.