31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza 2025an: Em bi hêvî ne

Bêrîvan Matyar

Min ji êvarda biryar dabû ku ez îsal bi tenê biçim Newrozê, loma min telefonî tu kesê nekir, kes xeberdar nekir ne heval, ne dost ne jî ferdên malbatê. Sibehê dema şiyar bûm, cilên xwe yên herî sade yên navmalê li xwe kir, berê xwe da Newrozê. Newrozê Azadiyê, li gel vê ji bo min bêhtir, Newroza Hêviyê bû.

Dema gihaştim ser rêya Mahabadê, min otobuseka şaredariyê dît ku li serê ‘Newroz alanına gider[1]’ û ‘Newroz pîroz be!’ dinivîsî. Pir kêfa min hat, min xwe negihand otobusê, lê jixwe dilê min û meşê hebû. Hê ez li çarrêka rêya Riha û Mahabadê bûm, li ser rê, kal û ciwan berê wan ber bi Newrozê ve bû. Di serî da kalek (pir jî ne extiyar bû a rast) hebû, bala min çû ser wî, di destê wî da sîwanek reş hebû, bi tedarek bû. Hema min xwest ber wî da derbas bibim, Newroza wî pîroz bikim û pirsa wî bikim, û pê ra jî hinekî bimeşim. Lê ew pir hêdî dimeşiya, loma bi rastî min taqet nekir, jixwe ez dereng ji malê derketibûm, min nexwest derengtir bibe. Pêra pêra, hejmara wan otobusan her diçû zêdetir dibû. Dema çav bi wan diketim, dikira ji kêfan bifiriyama. Hişmediya talanker û qayûman, hemû hestên me yên xweşik herimandibûn, lê îro em hewil didin bi derfetên xwe yên şaredariyan jehriya wan ji nav xwe derxin. Ji ber vê yekê, piştî heşt salan yek ji tişta ku herî xweş dîtina van otobusan bû. Dema ez ji ber otobusan derbas dibûm, min tiliyên xwe li hemberî wan li ba dikir. Şoforên simbêlqeytan jî dibişirîn. Belbî ji vê pê ve em şofêrên jin jî bibînin êdî, em bi hêvî ne…

Îro ji şansê me ra hewa xweş bû û behna hewayê jî xweş. Ma ne jixwe bihar bû, Newroz bû. Ez ji serê kolana Mahamadê, ketim kolana Qamişloyê, rê û rê dimeşiyam. Pêl bi pêl însan dimeşiyan ber bi qadê ve. Kêfa min bêhtir jî ji dayikeka ciwan ra hat, keçika xwe ya şeş heft mehî bi xwe ra anîbû. Du xort pê ra bûn. Nizanim birayên wê bûn yan jî tiyên wê bûn. Lê ez texmîna tiyên wê dikim. Çimkî li ser vê axê, xweşik ber birayan ve diçin, bira ber bi çiyayên qaf û daxê diçin.  Mezinan belheq ev gotin nekirine. Lê vê bebeka biçûk eynî seriyekî şekir bû. Dayika wê jî bi kêfxweşî dimeşiya, dayik bû, bûk bû, belbî jî xweşik bû, û ew canejinek bi xwe û bebeka wê hêvî bûn…

Ji xeml û girêdana kurdî, ji temezî, kiras û fîstanên gelêrî bigere, heta ji xwarin û vexwarinên curbecur her tişt hebû li kolana Qamişloyê. Ez însaneka dilşewat im, tafilê li ber tiştan dikevim, dilê min bi simîtfiroşekî şewîtî. Yekî navsere bû, li dû loqa xwe bû. Li ser tepsiyê simît bi rêz kiribû wekî kelehê, li cihê ku diwestiya, tepsî datanî ser kartonî. Qey niyet hebû da ku simîtên xwe bifiroşe. Ew bi hêvî bû…

Ez bê navber meşiyam. Li rastî çar turîstên biyanî hatim. Ji guharên guhên wan, ji awayê kusandin porê wan, mirov zû pê derdixist ku ew turîst in. Li ser peyarê sekinîbûn, li benda hevalên xwe yên din bûn. Min Newroza wan bi kurmancî pîroz kir, û bi ingilîzî pirsa wan kir. Ji Sîvîsreyê hatibûn, min xêrhatina wan kir. Xatir ji wan xwest. Ji nava çavên wan xuya bû ew jî kelecanî bûn, belkî jî bi hêvî. Ji ber ku mijara kurdan, ne bi tenê kurdan eleqe dike, hemû kes û neteweyên dinyayê jî eleqe dike, û divê eleqe bike jî. Loma kelecan û bi hêvî bûn…

Ez gihaştim, cihê ku ji bo lêgerîna ewil hatibû amadekirin, helbet însan wekî çemî, wekî lehiyê diherîkîn. Loma cihê lêgerînê wekî kapaxên bendavan bûn. Ma mirov dikare çemê coş bide sekinandin, pêşiya lehiyê bigire!? Na! Lê qefle bi qefle bi qasî çar pênc deqîqe, em didan sekinandin û behn li me teng dikirin. Cihê jin û mêran cuda kiribûn. Ji her rengî, ji her dengî keçik, jin, dayik, xwişk hebûn. Lê dengê esas kurdî bû, rengê esas kurdî bû. Hemû jî bi hevî bûn..

Pêra jî slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibû. Dayikên bi rojî nifir dikirin, hinek dayik jî ku dolbenda wan a spî, bi morî û nexşên kesk û zor û zer xemilandîbû, kilamên gelêrî yên Newrozê digotin. Me bi vî awayî sê noqteyên lêgerînê derbas kir. Îsal deh hezar polîs hatibûn peywirdarkirin. Ne me Newroza wan pîroz kir, ne jî wan ya me. Belkî rojekî em tev bi hev ra pîroz bikin. Bi hêvî me…

Her diçû deng berzetir dibû, nêztir dibû. Wekî ku dengê Newroza Amedê li çarmedorê dinyayê belav dibû. Bira, bira belav bibe. Dengê aştî û azadiyê. Îsal Newroza Azadiyê bû. Baş bû, lê ez li serê difikirîm, gelo me aştî pêk anî û dor hat Azadiyê. Belkî her du bi hev ra jî pêk werin, ji bo me du hîmên sereke û bivênevê ne. Lê bawer bikin, hinek tişt zû diguherin. Were sed sal li bendê be, û di nava çend mehan da, merheleya aştiyê xilas bibe, îcar merheleya azadiyê? Nizanim. Lê dîsa jî bi hêvî me…

Gihaştim derê hewşa Newrozê ku li wir qilûbeya taksiya tîcarî heye (Newroz taksî). Helbet bez bi tenê ne bûm, pêl bi pêl zêde dibûn, herka lehiyê ber bi qadê ve bû. Pêşkevanî banga rêzgirtina yek deqeyî kir. Belbî li derdora min ji her temenî hebû hezarekî însan, li cihê xwe sekinîn û tiliyên xwe bilind kirin. Li gor min ev berteka han pir xurt bû. Îcar li qada Newrozê em wekî miletekî hê ne serbixwe û ne xwedî pergala neteweyî, li ser axa xwe, li rêzgirtinê xwedî derketin. Bi hêvî ne…

“Têkoşîna wan, rêya me ronî dike” got Pêşkeşvanî. Bi xêr hatin, bi pîrozkirin, bi çepikan dest bi bernameya Newrozê kir. Parlementer, hevserok, hevşaredar yek bi yek dest bi axaftinê kirin, wekî her car, bi qasî du sê saetan bi tenê axaftina wan derbas bû bername. Tişta ecêb jî îro, me her awayê vegotina “têkoşîn”ê bihîst; ‘tîkoşîn, têkoşîn, tekoşîn, tokoşîn!’ Lê rojekî em dê hemû bi awayê rast vebêjin; “têkoşîn”. Bi hêvî me…

Êdî nêzî girseyê dibûm, çavên min ewilî bo fotoyê heyeta dawî ya aştiyê ket ku li du sê kuleyên li qadê daleqandîbûn, hestiyar bûm. Çavên min tijî stêrk bûn, loma hema min berçavka xwe ya tavê da ber çavên xwe. Belkî min bi xwe negirta, ez bi helke helk bigiriyama jî. Berçavk baş ku bi min ra bû. Paşê çavê min bi posterê Kemal Kurkurtî ket. Dîsa çavên min bû gola stêrkan. Dimeşiyam. Li rastî du dayikan hatim, rojnamegereka biyanî (fransî) û wergêrekî tirk bela xwe bi wan dabûn, pirs ji dayikan dikirin. Yek jê wan bi zorê, bi tirkiya şikestî, “em aştî dixwazin, em aştî dixwazin”. Xuya bû dayik ne rehet bû. Wergêrî berê pirsê da dayika din kir, lê dayika din nexwest bibersivîne pirsên wan. Axir min bi xwe negirt, û bi ingilîzî merhebana xanima fransî û li wergêrî kir. Min got ‘hûn bi tirkî dipirsin loma bersiv hindik in, kêm in. Eger hûn bi zimanê wan bi wan ra biaxivin, dê derd, kul û şahiyên xwe; daxwaz û hêviyên xwe ji we ra jî bi rehetî bibêjin. Ziman esas e, derdê wan ê ku li qadê ne jî ziman e, nasname ye.’ Bala xanimê çû ser pêşniyara min û berê mîkrofonê da min, û destûra qeyda dengê min xwest. Ji min jî çend pirs kirin, bi qasî pênc deqîqe min hemû bersivand! Çavên wê vebûn, kêfa wê hat. Û pirsa xwe ya dawî kir, ‘tu wekî ciwanekê bi hêvî yî?’ Min jî weha bersivand: “Ez bi hêvî me! Em mecbûr in bi hêvî bin…”

Ez ji cihê bilind daketim qadê, ketim nava girseyî cihê def, zirnê û govendê. Koşe bi koşe li qadê geriyam, ji fotoyê Selahattin Demirtaşî bigerin, hema hema fotoyê her pêşeng û serokî di destên ciwanan da bûn. Bi taybetî di destên ciwanên ku li ser têlan da bûn. Têl bibûn sînor navbera protokol û gelî da. Ciwanan ew der zeft kiribûn. Xwîna wan dikeliya, heyecana wan, ji tevger û hereketên wan dida der. Wekî ku dê sînorên navbera çar parçeyan welêt hilweşînin. Mirov ji wan wê hêzê digirt! Lê misiwa pêşkeşvanan deng li wan dikirin, da ku ji ser sînor yanî têlan dakevin jêr. Lê bi tu awayî deng nediçû ciwanan. Ew ji xwe bawer bûn, ew bi hêvî bûn…

Bere bere nêzî dike ve diçûm. Dengê hevşaredara bajarê mezin a Amedê, Serra Bucakê, ji nêz ve dihat êdî. Got, ‘Merheba Amed!’ Min difikirî ku bi kurmancî dest bi axaftina xwe bike lê dê bi tirkî berdewam bike. Lê ne wisa bû. Dengê wê bi kurmancî bilind bû. Gotin bi gotin kurmancî axivî, xuya bû xwe baş amade kiribû. Baş bû. Dê ew jî qey êdî bi zimanê xwe biaxive. Belbî gelek newrozên din, bibe motîvasyoneka xurt. Ne bi tenê ji bo wê ji bo hemû siyasetmedaran, hişmendiya zimên li nava wan belav bibe û xurt bibe. Bi hêvî me…

Êdî nayê bîra min ku dora axaftinê hat ser kê. Lê jixwe dema vêxistina agirê Newrozê bû. Çawa ku pêşkêşvanan bang kir, însan wekî lehiyê ber bi êgir ve herikîn, bêhtir jî ciwan beziyan. Agir pê xistin dengê qirçe qirça ezingan bû. Behna êgir xweş bû. Me bi êgir Rahşanan, Berîvanan, Zekiyeyan, Mazlûman bi bîr anî. Li dora xeleka êgir, dayik û bavên tevî zarokên wan yên şeş heft mehî bigere heta heft salî li dora agir kom bibûn. Zarokên ku dikeniyan, yên ku digiriyan, yên ku li ser milên dê û bavên xwe di xew da çûbûn, hêvî bi xwe bûn…

Pişta min li dikê bû, aliyê min ê rastê jî li êgir bû û ber bi milê çepê ve çûm, li wir min çend komên hevalan ditîn. Bi taybetî, koma hevalên Kurdî-Derê, piraniya wan niha di binê bana Med-Derê da karê zimên berdewam dikin. Kêfa min hat, min hinek ji wan ji dema KHKê û qayûmên ewil, ji 2016ê vir ve, nedîtibûn. Lê piraniya wan jî dîsa wekî berê, belkî ji berê çêtir hewil didan, bi awayekî dildar dixebitîn. Ew nîşanê mirovî didin ku divê mirov çawa li ber xwe bide û bi hêvî be. A rast, bi xwe çavkaniyên hêviyê ne…

Piştî ku li gel wan, min çend qor govend gerand, ez ji wan qetiyam. Min çend hevalên din jî dîtin û silav da hevdu. Pirsa hevdu kir û bi dengê Rêber Apo, me gotina xwe temam nekir û me guhên xwe mûç kir û li dikê zivîrî. Fotoyê wî yê dawî li gel dengê wî yê berê. Çima vîdeoyek nû, çima qeyda dengê wî ya nû tunebû. Îsal poster û sloganên wî jî serbest bûn, lê çima? Ewilî me fikirî ku ew qeyda dengê wî ya nû ye. Lê tafilê piste pist bi nava miletê ket ku ew dengê wî yê deh sal berê ye. Nizam belkî yê bîst û pênc sal berê be jî. Lê dîsa jî dengê hêviyê bû…

Her çî ku ez bi xwe hesiyame ku Newroz tê pîroz kirin, dizanim ku yek cure muzîk hebûye; muzîkên şoreşgeriyê. Helbet kêfa min ji gişan ra jî tê, bi taybetî jî ya ku Şehîd Mizgîn dibêje; ‘Newroz’ şêrîna ber dilê min e. Lê ji sala çûyî vir ve ye, cureyên din yên muzîkê êdî li vê qadê tê bihîstin. Sala çûyî Rap bû, Rapa kurdî. Îsal jî Rock e û herweha dengê kemençeyê jî dilîrand! Dema dayikên kiraspenesî li ber Rockê govend digerand, xweşdîmen bû. Dayik dikarin, li ber Rockê jî govendê bigerînin. “Lê tişta balkêş, daholvan nikaribûn li ber Rockê daholê xin. Nizanim çima? Lê hêvî dikim ku dilê xwe negirtibin û ne gotibin ‘Kurd û Rock!’ Ez li bendê me ku sala bê jî Opera yan jî Soprano be, ez pir ji vê curemuzîkê hez dikim. Ez bi hêvî me dê hebe…

Diwestiyam, wayê bû çend saet in li qadê li ser pêyan disekinim. Qet rûneniştime. Dilê min hebû ji qadê derkevim, lê destê min jê nedibû. Dema min a zanîngehê hat bîra min (2013-2017), ku çiqas qelebalix bû Newroz. Dê weledê xwe diavêtin. Cihê piyê mirovî tunebû. Mirov sîng ber sîngê dabûn. Ez bawer im tê bîra we tevan, ew Newrozên dîrokî bûn ku bi mîlyonan însan beşdar dibûn. Tabî gelek tişt guherîn di nava salên bihurî da; em kêm bûn, em ji mecbûrî sirgun bûn, me terka welatê xwe kir, piraniya me jî hespî ne niha. Lê piştî 2017an, hejmara me çiqas kêm bûbe jî, çengek kurd bûne jî em dîsa li vê qadê bûne, me dîsa dengê xwe berz kiriye. Li gel bêderfetiyan, li gel qedexeyan, li gel zext û zoran, li gel kuştinan, tunekirina, em dîsa hebûne. Em ê her hebin! Îro em li vir in! Em ê dîsa li vir bin! Em bi hêvî ne…

[1] Diçe qada Newrozê.