12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz vejîna kurdan e

Newroz jiyan e, hebûn e, serhildan û berxwedana gelê kurd a li hember zilm û zordariyê ye, vejîna kurd û Kurdistanê ye.

Ji sazbûna dewleta Medan a bi navê împaratoriya Medya di sala 612’an de heta roja me bê navber li ser axa welatê me Newroz tê pîrozkirin. Salên herî dijwar ên pîrozkirina Newrozê, salên cûntaya 12’ê Îlonê li Kurdistanê bûn. Pîrozkirina Newrozê li qadan dikarîbû bûba sedema girtin û kuştina mirovan. Lê kurdan dîsa jî riya pîrozkirina Newrozê didîtin. Gava dibû 20’ê Adarê awirên gelek kurdan dizîvirîn ser navsera çiya û bilindahiyên Kurdistanê. Di wan awiran de bendewariyek, hêviyek û hesretek hebû. Kêlî bi kêlî li hêviya çirûsîna ronahiyekê bûn. Gava dibû êvara  20’ê Adarê bi 21’ê ve girê dide xew nediket çavên kesî. Hin li ser banên xaniyan, hin li kolanan, hin di kulekên malan re dinêrîn û kêlî dijmartin. Piştre derengiya êvarî ji ciyekî nediyar, ji navserekê, ji bilindahiyekê çirûskekê vedida û her diçû geştir û gurtir dibû. Bi vedana çirûskê re xwîn dihat ser rûyê kurdan û bi ken û coş di hinava xwe de, li nav malbatê dilê xwe bi agirê Newrozê germ, hêviya xwe nû û ramana xwe xurt dikirin. Digotin, Kurd hîn nemirine, dijîn û wê Kurdistan her bijî.

Newroz her dem ji kurdan re bûye hêviya vejînê. Di zindanên 12’ê Îlonê de Mazlûm bi sê darikên kifrîtê, Ferhat û hevalên xwe bi berdana agir a bedena xwe li paş derabeyên hesinî jî gel bê hêvî nehiştin. Piştre çirûskên vî agirî pengizîn navserên çiyan û êdî gerîlayên azadiyê nobeta pêxistina agirê Newrozê girtin ser milên xwe. Ew roj û ev roj e, ji navseran agirê Newrozê kêm nabe û ronahiya agirê Newrozê tîrêjên xwe dirêjî gund û bajarên Kurdistanê kirin. Êdî gava dibe roja  21’ê Adarê ne tenê li navsera çiyan li giştiya Kurdistanê li her çar aliyan agirê Newrozê geş dibe û keç û xort û jin û zarok û kal û pîr tev dadikevin qadan û bi coşa azadiyê Newrozê pîroz dikin. Ne êrîşên tanq û topên neyar, ne gulereşandina balefir û firokeyên wan, ne êrîş û zilma leşker û polîsên xedar êdî têrê nake agirê Newrozê vemirîne. Berê li navsera çiyayekî, li bilindahiyekê li warekî xewle agirek diçirûsî, niha li giştiya Kurdistanê agir û pêt digihêjin ezmanan. Berê rojekê, kêliyekê diçirûsî, niha xwe vegirtiye giştiya Adarê. Kurd bi her Newrozê xwe nû dikin, hêviya xwe nû dikin, ramana xwe nûjen dikin û vedijîn, wek ji nû ve jidayik bibin, ber bi azadiyê ve dibin lehî û diherikin qadan, bang dikin, Bijî Newroz! Bijî azadî! Bijî Kurd û Kurdistan! Ev dengê giyana Newrozê ye, ya ji çekûçe kawayê Hesinkar heta darikên kifrîta Mazlûm, ji teqîna guleya Egîd heta pêtên bedena Ferhat, Necmî, Eşref û teqîna guleyên Bêrîtan, Viyan û qêrîn û awaza bi hezaran cangoriyên azadiyê ye.

Newroza îsal wê dest bide hilbijartinên şaredariyên li Kurdistan û Tirkiyê. Gelê kurd wê bi coşa Newrozê biçe ser sindoqên hilbijartinê û dengê xwe bide xwe. Dem dema bidawîanîna li sazûmana desthilatdar e. Divê gelê kurd ji partiyên nûneriya kemalizm, tirkizm û faşîzmê dikin re bibêjin, ji Kurdistanê û ji cih û warên kurd lê hene bicehimin biçin. Cihên kurd lê hene warên kurdan in û li wan deran ji we re dengek tenê jî dernakeve. Divê kurd vê helwestê bi xurtî nîşan bidin. Çima? AKP ya xwe wek dewlet dihesibîne û bidestxistina şaredariyan a ji aliyê kurdan ve li hember xwe wek xetare dibîne û qeyûman tayîn dike, divê bibîne bê ewê çawa li Kurdistanê bihele û biçe, ji bo zanibe kurd nemirine, kurd dijîn, kurd yek in û yek dil û yek hêz in. Ji bîr nekin: Kurdên belawela bi kêrî dijmin tên. Dijmin dixwazin kurd parçe parçe bibin, da karibin bi hêsanî daqurtînin. Hin kurd li ba CHP’ya kemalîst a qirkerê Dêrsim, Koçgirî, Agirî û Zîlanê, hin kurd li ba MHP’ya faşîst a înkar û tinekarê gelê kurd, hin kurd li ba AKP ya dagirkerê Efrîn, Serêkaniyê û bombekar û qirkerê Roboskî û her aliyê Kurdistanê, hin kurd li ba Hudapara qatilê zarokên kurdan, hin kurd li ba partiyên din ên dibêjin, «Kurd tine ne» li çi xwe digerin? Cihê Kurdan nav refên partiya kurdan e. Divê ev Newroz bibe nîşaneya yekîtiya kurdan a xwedîderketina li mafên xwe yên bingehîn. Kîjan partî azadiya KURD, KURDÎ, KURDISTAN’ê dixwaze dengê xwe bidin wê partiyê û kî naxwaze, divê li Kurdistanê mafê jiyînê nebîne. Cara yekem e ji namzetên şaredariyên partiyekê ravekirineke nivîskî (deklerasyon) a bikaranîna kurdî ya li hemû qadên jiyanê tê dayîn. Ev yek ji bo xwedîderketina li nirxên kurdî gelekî girîng e. Divê kurd tev guh bidin vê ravekirinê û ji bo xalên tê de bi cî werin, derfeteke hilbijartinê bidin namzetên partiya DEM’ê. Dem dema xwedî derketina li zimanê kurdî, rûmeta kurdî, nirxên kurdî û hebûn û nasnameya kurdî ye.

NEWROZA WE PÎROZ BE!