Kurd careke din bi Newroza 2025an a dîrokî re dikevin qonaxeke nû. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir, hemû çav li ser Kurdistan û Kurdan in. Kurd jî di vê pêvajoya biryardariyê de amade ne ku pêşwaziya Newrozeke nû bikin. Newroz, ku ji bo Kurdan navê jiyaneke nû ye, di van rojan de wate û girîngiyeke mezintir werdigire.
Newroz, ji dîrokê heya roja îro cejna ku bi hatina biharê tê pîrozkirin e. Lê ji bo Kurdan ne tenê cejna biharê ye. Bûye navê berxwedan, jiyana nû û raperînê. Bi taybetî di nav bûyerên herî girîng ên siyasî û yên dîroka nêzîk de cihê xwe girtiye. Newrozê ev taybetmendiya xwe ji serpêhatiya serhildana Kurdan girtiye. Lewma êdî Newroz şiyarbûnek e, jiyaneke nû ye.
Derketina holê ya Newrozê û pîrozkirina wê wek cejn di dîroka nivîskî û devkî ya civakên Rojhilata Navîn de heye. Newroz ku xwedî dîrokeke 2637 salî ye, di heman demê de yek ji mîtolojiyên azadiyê ye. Mîtolojiya azadiyê ya ku hezar salan e berdewam e. Newroz navê pêşketina têkoşîna kevnar a di navbera zilimkar û bindestan, azadiyê û koletiyê de ye. Wekî di tarîtiya Dehaqqan de, bi pêtên agirê ku ji çakûçê Kawayê Hesinkar belav bû ye. Newroz, navê jiyaneke nû ya wekî Teyrê Ankayê ku xwe ji xweliya xwe, afirandiye ye.
Ji bo kurdan jî Newroz xwedî wateya cejna biharê ye bêguman. Lê bi wateyên cuda yên ku her sal lê tên barkirin, her Newroz yek ji rojên herî girîng e ku kurd daxwazên xwe yên wê demê tê de îfade dikin.
Piştî salên 1900î, Newroz ji bo kurdan bêtir watedar bû. Lê, taybetmendiya xwe ya sereke piştî darbeya 1980yî û bi pêvajoya şerê dijwar ê salên 90î re, bi dest xist. Vê demê, mohra xwe li salên paş da. Her wiha awayê pîrozkirina Newrozan li Kurdistan, Tirkiyê û tevahiya cîhanê jî diyar kir.
Tevgêra azadiyê û Newroz
Di van rojan de PKK, ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê payîn ku çek deyne û xwe fesih bike, di rastiyê de di heman demê de partiyeke Newrozê ye. PKK, ango tevgera azadiyê hêza herî xurt e ku Newrozê dike Newroz. PKKê di heman demê de, bi dayîna gelek berdêlan, bi berdêla gelek cangoriyan, wateyeke bêhempa daye Newrozê û vê cejna derxistiye asta herî bilind. Ji ber vê yekê, dema ku behsa Newrozê tê kirin, divê mirov wê bi avabûn û pêşketina PKKê re bigire dest.
Pêvajoya partîbûnê ku rêwîtiya azadiyê ya ku Rêberiya PKKê di salên 1970î de dest pê kir û bi taybet sala 1978, di heman demê de ji bo Kurdan jî şiyarbûneke nû nîşan dida. Gelê ku wê wek gelê Newrozê bihata binavkirin, heta vê demê Newroz her çiqas bi piçûkî be jî, nas dikir. Lê ji aliyê wateya wê ve hişyariyeke têr dernexistibû holê.
Raperinên gel ên ku paralel bi destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKKê ku di sala 1984an de dest pê kiribûn, di Newrozan de zêdetir bilind bûn. Bûn çalakiyên girseyî ku li Kurdistanê taybetî dibûn û jê re digotin “serhildan.” Agirên Newrozê yên ku her sal di 21ê Adarê de dihatin pêxistin, dema ku belav dibûn hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, xwepêşandanên girseyî jî pêl bi pêl belav dibûn.
Têkoşîna hebûna kurdan
Di rastiyê de Newroz dîroka Kurd e. Serpêhatî, destan û çîroka evîna azadiyê ye. Newroz, ku di her demê de pêşengiya serhildanan kiriye, bi rastî jî tilsima têkoşîna hebûna Kurdan e.
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên ku cejna Newrozê bi wate kiriye, ew e ku berxwedan veguherî serkeftinê. Berxwedana ku di Newrozên bi salan di bin qedexeyan de derbas bûn û israrkirina li ser pîrozkirina Newrozê, serdestan bi çok xistibûn.
Divê bê zanîn ku Newroz ezmûna Kurdan a bi agir re ye. Zarokên rojê yên ku agir zeft kirine, di her Newrozê de bi agir re dileyizin. Ji ber vê ye ku her Newroz berxwedanek e, her Newroz serhildanek e, her Newroz serhildanek e, serkeftinek e. Di her Newrozê de Kurd li dijî zaliman hinekî din xwe tûj dikin. Di her Newrozê de hêrsa wan zêdetir bûye. Ji ber vê yekê Kurd her Newrozê bi xweşiyeke cuda pîroz dikin. Bi tûjkirina hêrsa xwe û ji bîr nekirina zilma ku li wan hatiye kirin xwe nû dikin.
Dema ku agirê Newrozê geş bû, Kurdên ku ber bi azadiyê ve dimeşiyan, berxwedana xwe bi coşeke mezintir bilind kirin, li dijî zilmê her tim karîn li ser lingan bimînin. Ji ber vê ye ku têkoşîna azadiyê û pêşengê vê têkoşînê; her çiqas bi bedelên mezin be jî, her tim afirînerê destkeftiyên mezin bûn.
Newroz, serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim vejîn e. Her çend di dîroka Kurdan de wek efsaneyek cih girtibe jî, di nav salan de wisa hat ku bû rojek têkoşîna hebûn û tunebûna Kurdan û bi vî awayî îfadeya xwe dît. Ji ber vê yekê Newroz ji bo Kurdan êdî ji watea “cejna biharê” wêdetir, wateya serhildanê girt ser xwe. Serkeftinên ku Newrozê di dîroka nêzîk a Kurdan de bi xwe re anîn rastiyeke ku nayê înkarkirin e.
Bi dîroka xwe ya zêdetirî 2600 salan, agirê Newrozê yê ku qedera erdnîgariya Rojhilata Navîn guherand û dîroka vejîn û berxwedana gelê Kurd e, hê jî didome. Di demên ku hêvî û bawerî tarîkirînê demên xwe dijiyan de; Şehîdên Newrozê yên ku bi sirra agir gihîştin Kawatiyê û xwedawendbûnê, bedena xwe kirin kirasê agir û bûn hêvî. Bûn berxwedan û veguherîn serhildanan.
Ji ber wê Newroza 2025an di eslê xwe de hem dê bibe Newroza girêdayîbûna şehîdan, hem jî bi bayê bihareke nû dê bibe navê nûkirina hêviyê û xurtkirina biryardariyê.
Newroz pîroz be…