Kurd û Newroz, du navên ku bi hev re tên bîra mirov. Dema navê Newrozê tê gotin, kurd tên bîra mirov. Herwiha dema wêrekî û lehengiya kurdan tê gotin, berxwedana lehengên Newrozan tên bîra mirov. Ne kurd bê Newroz dibe û ne jî Newroz bê kurdan dibe. Newroz germiya dilê kurdan e û hestên neteweya wan e.
Kîjan gel Newrozê çawa dibîne û çawa pîroz dike, bila bike. Lê gelê kurd Newrozê bi agirê berxwedanê pîroz dike. Bi hezarên salan e, kurdan ev roj ji xwe re kiriye cejna yekîtiyê û serkeftinê.
Newroz takane cejne li nav hemû kurdan tê pîrozkirin. Kurd ji kîjan olê û ji kîjan zaravê dibin bila bibin, Newrozê cejna xwe dibînin. Li ku bijîn bila bijî, coş û kelecana Newrozê di nava xwe de hîs dikin.
Ji ber wê ye dijminên kurdan ji vî giyanê yekîtiyê tirsiyan e û heta ji destên wan hatiye pîrozkirina Newroz qedexe kirine. Lê kurdan jî her ew pîrozkirin û gihandine û dikin.
Li ba kurdan Newroz strana serkeftinê û şîniya xeyalên Sîmirên çiyayî ye. Newroz dengbêjiya mirinê vedigerîne jînê ye. Li gel kurdan Newroz herifandina dîwarê virên asê ye. Cejna kuştina ejderhayê heftserî ye. Roja berxwedana xweşikiyê, reng û dengê rûmeta hevbeş e.
Neyarên ronahî û xweşiyê xwestin wê bi kurdan bidin jibîrkirin. Lê her carê kurdan bi pêşengiya pakrewanên bûyîn stêrên bêgor, giyan Newrozê kirin tav û rûyê gulan pê germ kirin e. Tariya dil û mêjiyê kurdan dîl girtî, parçe kirin e û kenê tifaqê li qadan deng veda ye.
Hin kes vê cejna tifaq û serkeftina kurdan ji berî 2 hezar û 637 salan didin dest pê kirin û hin kes jî wê digihîne berî 10 hezar salan. Ev çanda qedîm ya serkeftinê bi jiyana kurdan re bûye yek. Rayên vê çandê li nav kurdan ew qasî kûr in, ji kurdan pê ve kes wê bi agirê bedenên xwe pîroz nakin. Tu gel wê weke cejna berxwedan û yekîtiyê pîroz nakin. Tenê kurd di gurkirin û geşkirina agirê Newrozê de azadî û rizgariyê dibînin. Ji ber vê nêrînê ye kurd xwe zarokên agir û rojê dibînin. Bi hezarên salan e, ev cejna pîroz ji xwe re kirine roja tekoşîna li hemberî koledarî û xirabiyê.
Tu hêz, tu bawerî nikarin ruhê Newrozê ji kurdan bistînin. Newroz ji kurdan re vekirina kulîlkên vînê ye û fedîkirina mêlkemotê mirinê ji mirina wêrekan e. Narînî, xweşikî û wekheviya nav rûpelên dîroka kevzgirtî ye. Şadiya Ahura Mazda û giriyê mirina Ehrîmanan e. Ji kurdan re Newroz evîn e û evîn xweşiya jiyana bi rûmet e.
Ji Kawayê Hesinkar û heta kawa yên hemdem, bihara hawara ronahiya asoyê dilsozan e. Raperiya zarokên rojê, êşa bihara bixwîn û tewafa şikefta birîndaran e! Wêrekî û dilêriya li kozik û çeperan rayê xwe ber didê jiyanê ye! Roja verişandina lûlên tivingan e. Qêrîna meydanan, dengê tofan û bahozên anîna biharê ye. Pîrozkirina dûrûşmên Mezlûm û Egîdan e. Serhildana di govenda jîn û mirinê de ye. Çirandina rûpelên çarenûsa virek e. Berxwedana di reqsa agir de ye. Şewatên vejînê û gefxwarina li mirina çaxên rûreş e.
Kurdan bi çanda Newrozê, sirê netêkçûnê ji memosteyên diyalektîka dîrokê, zanyarên netewan û ji bijîşkên qiyametê re gotin.
Kurdan bi tekoşîna zarokên Zagros û Qendîl, bi wêrekiya şagirdên Zerdeştên hemdem, çira li lûtkên çiyan pêxistin, hêvî dan deşt û bajaran!
Tovê bereketê li zeviyên hişk reşandin. Ev xaka bûye hêlîna bela û serkeftinan, nalet û efsaneyên pîroz, ol û nebiyan anîne ber zayîna xêr û bêrê.
Ez dibêm heke îro helbestvan Dildar coş û hişyariya hestên netewî bidîtina dê negotibana
´´Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê topê zeman.
Kes nebê kurd dimirin kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.´´
Dildar helbestvanê netewî, lawaziya kurdan ya wê rojê bi van gotinan tîne ziman. Lê heke îro sirûda kurdan hatiba nivîsandin, Dildar dê bigota, ´´kes nebê kurd dê bê azadî bijîn, dê azad bihêje ala kurdan.´´ Ji ber kurdan kefenê mirinê dirand û îro serkêşiya azadiyê dikin. Kurd ji çanda berxwedana nemirinê derbasî çanda azadî û serkêşiyê bûne.
Ev jî bi ked û tekoşîna pakrawanên bêhijmar bi komkujiyên Enfal û Dêrsim bi êşa Helebce û Çarçira pêkhat. Gelên cîhanê vê çanda kurdan nû nas dikin. Li Kobanê dîtin bê kurdan çawa ji nebûnê azadiya xwe afirandin.
Gelê kurd bi tekoşîna xwe li ser bingeha çanda Newrozê, çandeke nû afirand. Êdî çand û wêjeya girî li paş xwe hişt û bi çanda nû ber bi serkeftinê ve diçe. Bi rêberiyeke nû, bi bîrdozeke nû, bi wêrekiyeke nû û bi xwîneke nû ber bi serkeftinê ve diçe.
Kurdan bi keda keç û kurên rûken, ev mirovên nû afirandin.
Êdî kurd bi gotina Kurdistana me û ya we dikenin. Bi yek dengî bang dikin û dibêjin bijî Kurdistana me.