31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz ronahî û azadî ye

 Di dîroka gelê Kurd de Newroz xwedî nirx û pîroziyên taybet e. Di wateya çandî, bawerî, dîrokî û civakî de ristên girîng dihewîn e. Di warê dualîtî de xwedî taybetmendiyên xwezer e. Newroz li dijî xirabiyê başî, li dijî tarîtiyê ronahî, li dijî teslîmiyetê berxwedan, li dijî koledariyê serhildêrî û azadî ye.

Di çand û dîroka gelê Kurd de gelek rojên girîng û taybet hene. Yek ji wan rojan jî Newroz e. Di warê dîrokî, mîdolojî, bawerî û etîmolojîk de Newroz çi ye û tê çi wateyê, gelekî li ser hatiye nivîsîn û şîrovekirin. Bê guman Newroz tenê tigehek bi serê xwe nîne. Gelek weteyên girîng ên xwezayî, civakî, çandî û bawerî di nav xwe de dihewîn e. Lewma jî wekî rojeke dîrokî û pîroz tê dîtin û wekî cejnekê tê pîrozkirin.  Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelê Kurd û gelek gelên din ên herêmê ve her sal di meha Adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de tevlibûneke xurt pêş dikeve. Giyan û manewiyata ku ava dibe xwe digihîne hestên hezaran salan ên berxwedana li dijî zilmê.  Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda Kurdan de wekî cejna azadî û vejînê li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê bi salan pîrozbahiyên newrozê qedexe bû. Rexmî vê yekê jî gelê Kurd ji ya xwe danekitin xwerê û ligel bedelên giran ew qedexe û zextên li ser pîrozbahiyên Newrêz rakirin.

Bi taybetî jî ji ber ku gelê Kurd bi salan e têkoşîna azadiyê dimeşîn e ev Roja Nû (Newroz) hestekî mezin ê azadîxwaziyê ava dike. Gelê Kurd li seranserê cîhanê di 21ê Adarê de dadikevin qadan û vê rojê pîroz dikin.  Bêguman civak û netewên din ên xwedî vê baweriya kevnar jî li seranserê cîhanê Newrozê pîroz dikin. Tê texmînkirin ku li seranserê cihanê ji aliyê 300 milyon kesan ve her sal Newroz tê pîrozkirin. Lê belê herî zêde tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê li Amedê pêk tê. Bi taybetî jî ji destpêka sedsala 21an û vir ve beşdarbûna pîrozbahiyên Newroza Amedê milyonan kes derbas dike û dibe Newroza herî bi heybet.

Belê dema rewş wiha be bê guman bala her kesî, netewî, sazî û dewletî jî dikişîne ser xwe.  Li ser vê yekê roja 21ê Adarê ji aliyê lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 23ê sibata sala 2010an de bi biryara madeya 64/253an wekê Roja Newrozê ya Cîhanê hatiye îlan kirin.

Etîmolojiya peyva Newrozê

Belê ev rojeke wiha ku ji aliyê milyonan ve tê pîrozkirin aliyekî wê yê mîtolojîk û etîmolojîk jî heye. Heke em hinekî ji hev veçirin û pê dakevên dê baştirê bê fêhmkirin û watedar bibe. Belê “Nava Roaca” li gor zimanê qedîm yê Avestayî Newroz e. Lê di pirtûka Avestayê de ev têgeh “Nava Roaca” derbas nabe lê li gorî zimanasan dibe ku ev peyv guherîbe; ew jî wiha çêbûye: Nava->new: nû û Roaca->roz: roj. Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Ji ber vê yekê di zimanê aryenî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hinek gel vê wekî “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina demsalî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor xwezaya zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de bûye wek Noroz, piştre jî di kurdî de bûye Newroz.

Ekînoks û 21ê Adarê

Di gerdûnê de pergala hevsengiyê û guherînên diafire rê li ber guherîn û hevsengiyeke nû ya xwzayê jî dike. Ew rojên diyarker bandorên xwe zêde ne. Bi bi aweyekî berbiçav guherînên di xweza û zindîwaran de tê dîtin. Ekînos jî yek ji wan rojan e (21ê Adarê). Ekînoks tê wateya salê du caran hevsengiyekî demê di navbera roj û şevê de pêk tê.  Di roja ekînoksê de ji aliyê rojê ve ronahî kirina dinyayê. Roja Newrozê roja yekem a biharê ye ku di vê rojê de li nîvqada bakur ekînoksa biharê pêk tê. Di heman demê di roja ekînoksê de li her du kuyeyên bakur û başûr ku li ser xeta rojhilatinê ne ronahiya rojê di navbera her du nîvqadan de bi awayekî wekhev tê belavkirin.

Wateya roja nû

Di dîroka gelê Kurd de Newroz xwedî nirx û pîroziyên taybet e. Di wateya çandî, bawerî, dîrokî û civakî de ristên girîng dihewîn e. Di warê dualîtî de xwedî taybetmendiyên xwezer e. Newroz li dijî xirabiyê başî, li dijî tarîtiyê ronahî, li dijî teslîmiyetê berxwedan, li dijî koledariyê serhildêrî û azadî ye. Ji xeynî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, dê ji çand, reng û ruhê wê bê qetkirin. Lewra ev wate bi serê xwe gelekî berfireh e. Di wateya jiyaneke nû, rojeke nû, rizgariya ji bindestiyê, girtina serdemek terîtî û destpêka serdemeke nû de, di wateya afirîneriya giyanekî nû, nûjeniya xwezayê, xwe afirandin û azadiyê de dikare bê berfirehkirin. Roja nû ji bo Kurdan; Roja zayînê, roja destpêkeke nû, roja Xweda, dîlgirtina kesê nebaş(ehrîmen), girtina heyameke tarî, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja azadiyê ye. Piştî van nirxan mirov dikare bibêje destpêka sala nû ye jî. Her wiha di wateya bidawîkirina nebaşî û despêka başiyê de jî dikare bê bikaranîn û wate lê bê barkirin. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li pêşberî Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda Newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wê dê Newroz her dem bi vê wateya xwe bidome.

Mîtolojiya serdema welatekî

Heke em hinekî berê xwe bidin çîrok û mîtolojiya Newozê dê ew mijarên ku watehên ku me behs kir dê li ber çavan şênber bibe. Tê gotin ku di serdemeke kevnar de, li welatê Kurdan, keyayek (qral) bi navê Dehaq hebûye. Dehaq, keyayekî pir zalim bûye. Wî welatê Kurdan wêran kiribû. Di gund û bajaran de mirov nehiştibû. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serjêkirinê nediwestiyan. Dehaq bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên buhadar, morîk û mircanên xizna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît.

Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike. şevekê, Dehaq xewneke xirab dibîne. Nîvê şevê, ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar dibe. Gazî zana û bijîşkên li qesrê dike û ji wan re dibeje: “Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim!” Hekim û bijîşkên qesrê, li laşê Dehak dinêrin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn dikeve. Tev bi hev re mat dimînin. Gotinek ji devên yekî dernekeve. Ji ber ku heta wê gavê tu birînên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehaq ji ber êşa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn: “Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm, şewitîm! Hûn hekîm û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike?”

Hekîmekî ji wan, dibêje:“Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan. Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehaq re dibe sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Dehaq, ferman dide ku her roj mejiyên du zarokan bînin û deynin ser birînên li ser milên wî. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, birînên ser milên Dehaq dihatin dermankirin. Lê carna zarok ji vê belayê dihatin xelaskirin. Zarokên ku dihatin xelaskirin wan rêdikirin çiyên bilind, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên xwse ji zilma Dehaq rizgar kiribûn tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir.

Demeke dirêj derbas dibe. Lê birînên li ser milên Dehaq bi hev ve nakele. Her ku diçû xerabtir dibe. Agir ji devê Dehaq dibare. Tirs dikeve dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehaq re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê. Lê gel nema êdî di şikeftan hildihat.

Destana Kawayê Hesinkar

Kawa, Kurdekî hesinkar bû. Zarokên wî jî ji birînên Dehaq re bûbûn qurbanî. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zilm û zordariya Dehaq dike.  Plana xwe ya kuştina Dehaq ji wan re aşkera dike. Her kes fikir û planên Kawa dipejirînîn û li benda îşareta wî dimînin. Kawa gotibû;  “gava ku ez Dehaq bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehaq kuştiye.” Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan dike û bi veşarî li wan belav dike. Ji xwe re jî çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêdike.

Dema leşkerên Dehaq tên ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re dibêje: “Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim.” Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehaq, kêfa wî tê, şa dibe û çavên wî li riya Kawa dimîne. Kawa, çakûçê xwe dike destê xwe, lawê xwe digire û berê xwe dide qesrê. Gava digihêje ber derî, leşkerên Dehaq derî lê vedikin. Kawa, raste rast berê xwe dide şahnişînê ku text lê vegirtî û Dehaq li ser rûniştî ye.  Dehaq ji Kawa re dibêje: “Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîşana fedakariyê yî. Bijî!”

Kawa, piştî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî dibe. Bi çengê lawê xwe digire û dibe li ber piyên wî dirêj diker. Kawa çakûçê xwe bilind dike. Lê li şûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêza xwe li serê Dehaq dixe. Taca serê wî digindire. Piraniya leşker û xizmetkarên wî dema dibînin ku Dehaq bi rastî dimire, kêfa wan tê û yên mayî, ji desthilanînê dikevin û teslîm dibin. Kawa bi destê lawê xwe digire û hildikişe ser banê qesrê û agirekî gur li wir dadide. Dema heval û hogirên Kawa çav li agir dikevin, ew jî dest pê dikin û êrîşê dibin ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehaq yên mayî dîl digirin, yên teslîm nebûn jî kuştin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hatiye kuştin û dawiya zordariyê hatiye. Ew jî li ser çiyayan agirê azadiyê pêdixin.

Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir tê dadan. Gel ji deverên asê datên û bi meşaleyan berê xwe didin gund û bajarên xwe. Li her aliyên welêt jiyaneke nuh û azad dest pê dike. Roja din, her kes xemla xwe girêdide û li qadan govendê digerînin û bi xwarinên xweş li seyrangehan dicivin, kêf û şahiyan dikin. Ew roj, roja 21ê Adarê bû. Ji wê rojê û bi vir ye, bi taybetî di nav Kurdan de ku her sal roja 21ê Adarê wek Newroz, ango wek cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin.