31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz rihê serkeftina gelan e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Bi baweriya ku Newroz rûmeta neteweyî ya gelên serhildêre, rihê serkeftina gelan e! Newroz cejna rizgariya ji zilmê û mayîndekirina jiyana azad e! Cejna hemû kesên dildarên azadiyê pîroz be!

“Em rojî salî tazeye Newroz hatewe“ tê texmîn kirin ku helbestvan û alimê Kurd Tevfîk Mahmûd Hamza ango bi navê tê naskirin Pîremêrd ev sirûd di despêka salên 1900î de nivîsandiye. Yanî beriya ku Kurdistan ji aliyê hêzên dagirker û emperyal ve were parçekirin Pîremêrd jî weke bi milyonan Kurdên welatparêz di ferqa girîngî û wateya cejna Newrozê de bûye.

Bi taybet piştî ku Kurdistan di 24ê Tirmeha 1924an de hate parçekirin, dewletên dagirker ji bo Kurdan bihilînin û ji çanda wan a kevnar dûr bixin dest bi polîtîkayên asîmîlasyonê kirin. Di vê çarçoveyê de bi awayekî aşkere dest avêtin ziman, çand, perwerde, siyaset û dîroka Kurd û Kurdistanê. Hemû nirxên ku bi navê Kurd ango Kurdistanê hatibûn avakirin ji holê rakirin. Zimanê kevnar ê gelê Kurd ne tenê di saziyên fermî de, li sûkê û malê jî hate qedexekirin. Berhemên ku çanda Kurd didin avakirin wergerandin zimanên weke Tirkî, Erebî, Farisî û hwd. Dîroka qedîm a Kurdistanê berovajî kirin. Bi gotinek din ji bo nifşên nû yê Kurd li ser koka xwe şîn nebe û tênegihêje bi navê Kurd çi hebû hemû ji holê rakirin.

Li dijî vê zilma yekgirtî ya dewletên dagirker gelê Kurd gelek caran serî hilda. Di sala 1925an de serhildana ku bi pêşengiya Şêx Saîd Efendî destpê kir li dijî zîhniyeta dagirkerîû înkara îradeya gelê Kurd serhildana destpêkê bû. Di nava 100 salên derbas bûyî de weke vê serhildanê li çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd serî hilda. Bêguman dewletên dagirker jî bi armanca têkbirina îradeya gelê Kurd û ji bo van serhildanan têk bibe gelek caran komkujî pêk anîn. Komkujiya herî mezin a ku weke roja reş ketiye dîroka Kurdistanê di 16ê Adara 1988an ji aliyê rejîma Baas ve li dijî xelkê bajarê Helebceyê pêk hat.

Bi vê komkujiyê re têkbirina hişmendiya têkoşîna ku bi Cejna Newrozê re derdikeve holê hatibû armanckirin. Gelê Kurd bi taybet bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re li dijî hişmendiya dagirkerî û înkarê wateyeke nû li Newrozê bar kir. Newroz bi wate û ruhekî din pîroz kir.

Çawa ku Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq pêşengî ji serhildana gelê Kurd re kir, di serdema me de jî, Mazlûm Dogan li dijî Dehaqên zalim ên dixwazin gelê Kurd tine bikin, di 1982an de li zindana Amedê bi çirûska agirê Newrozê serî hilda. Çirûska ku Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan vêxist, îro li çar aliyên Kurdistanê dilê bi milyonan kesî germ dike û riya wan ronî dike.

Bi taybet di 50 salên dawî de gelê Kurd li her devera ku lê dijî Newroz veguherandiya serhildana û têkoşîna li dijî dagirkeran. Bi vê armancê bi milyonan kes diherikin qadan û bi yek dengî xwedî li hebûn, nasname, çand û dîroka xwe ya kevnar derdikevin. Ev hişmendiya sedsalan ya ku veguheriye ruhê serhildanê bi xwe re kesayetê azad dide afirandin. Her kesê ku li gorî vê hişmendiyê tevdigere dibe perçeyekî têkoşîna li dijî înkara gelê Kurd.

Di vê çarçoveyê de Newroza îsal xwedî girîngiyek mesin e. Silavên Rêber Apo û banga wî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” di civakê de bîr û baweriyek mezin daye afirandin. Bi milyonan kesên ku herikîn qadên Newrozê bi dilgermiyeke mezin pîrozkirina cejna vejînê û bi xwedî derketina li peyama Rêber Apo ew silav kirin.

Bêguman cejna Newrozê bi qasî ku cejnek dîrokî û kevnar e, her ewqas jî xwedî girîngiyek siyasî ye. Lewma peyama gel a li qada Newrozê divê ji aliyê dagirkeran ve jî baş were dîtin û nirxandin. Êdî aşkereye ku gelê Kurd tevî hemû siyaseta înkar, asîmilasyon û qirkirinê jî serî natewîne. Xwedî li hebûna xwe derdikeve.

Weke Pîremêrd gotiye “Em rojî salî tazeye Newroze” di vê sala nû de gelê Kurd bi dadana agirê Newrozê nexşerêya xwe ya têkoşîna sala nû aşkere kir. Gelê Kurd bi hemû pêkhateyên xwe yên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û li derveyî welat Newroza îsal diyarî Rêber Apo kirin. Lewma her kesê ku beşdarî van şahiyan bûn bi yek dengî peyama azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da. Ev jî eşkere dike ku îsal agirê Newrozê ji bo azadiya Rêber Apo hate pêxistin. Agirê ku li tavahiya Kurdistanê hate dadan wê rêya têkoşîna azadiyê ji her demê bêhtir ronî bike. Bi ronahiya vê rêya têkoşînê, azadiya Rêber Apo û gelê me nêzik bûye.