Cejna Newrozê li 14 navendên bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan dê tev li pîrozbahiyan bibin.
Bi sed hezaran Kurd û Kurdistanî Îro li bajarê Êlih Sêrt, Riha, Dêrsim, Qers, Semsûr, Erdexan, Mêrdîn û navçeyên Bazîd, Cizîr, Gever, Tatos, Kerboran û Milazgîrê bi coşeke mezin Newrozê pîroz dikin. Welatiyên ji serê sibê ve berê xwe dan qadên Newrozê li qadan kom bûne û daxwazên xwe yên azadiya fizîkî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman. Pîrozbahiya Newrozê li 14 navendan bi govend, stran û axaftinan berdewam dike.