Em bi gotinek helbestî dest bi nivîsa xwe bikim; agir şoreş e, Newroz şuştina ruh, hest û bedena mirovan e, nubûn e, guhertin e, avakirina gelê şoreşger e!…
Antropologên cîhanê, pêşketina mirovaniyê bi sê qonaxan de destnîşan dikin.
Agir!..
Şoreşa Neolîtîk!..
Şoreşa enddustriyel!..
Kurd, bingeha hemû nirxên mirovaniyê agir dibînin û pîroz qebûl kirine. Bi vê pîroziyê, li hemberî her cure, ruhên xebîs, gunehkar ku nirxên mirovaniyê tune dikin, têkoşîn kirin û 2500 sal in vî şer’ didomînin. Îro jî, gelê Kurd, bi taybetî di Newroza 2014’an de da xuya kirin ku ew li hemberî faşîzm û paşverûtiya sedsalê, bûye sêva Newton, bûye gotina rastiyê û parêzavanê hiquq, demokrasî û wêjeya azadiyê! Ev sê biwêj, şiyarî ye, têkbirina siyaseta haramzadeyên dewşirme yên li erdnîgariya Kurdistanê ye. Edî ew nikarin sîstema xwe li ser bingehekê rûnênin.
Xala duyemîn; Newroza 2024’an da xuya kirin ku gelê Kurd, diyalektîka azadiyê zemt kiriye. Qirêjiya desthilatdariya AKP/MHPê ku hemû korîdorên siyaset û civakî lewitandine û felsefeya bêhnpêketî ya îderolojiya Turk-î turan û Turk-î îslam têk birine.
Xala sêyemîn; Gel da xuyakirin ku hemû mamosteyên ku boriya reîs Erdogan lêdixin, ji hişmendiya diyalektîkê dûr in û bûne paleyê tunekirina çavkaniyên zaniest, demokrasî û hiquq.
Ji bo vê jî, girseyên li qadên Newroza îsal, hem vijdanê bi kîn û tolhildêr, hem mêjiyên kufîkî yê faşîst û paşverûtiyê mahkum kirin, hem vijdanê razayî yên cîhanê jî şiyar kirin.
Temenê netewperestiya Turk-turan û Tûrk-î îslam, kêm-zêde 130 sal in. Yanî bi temenê avakirina netewe-dewletan dest pê dike û destur nedaye ku demokrasiyek ji demokrasiyên hatiye parçekirin, li Tirkiyê were sazkirin. Ne demokrasiya klasîk, ne demokrasiya gel, ne ya parlamanterîzmê, na ya liberal, ne ya parastin, ne ya pêşdebirine û hwd. heye…
Belkî demokrasiya neteweperestî!.. Ev jî belkî!…
Li Tirkiyê parlamento heye, lê şeklî ye. Bi saya Kurdan, hêdî hêdî ber sazkirina hin nirxan ve diçe!?
Serokkomarê Tirkiyê ku wek serokê çeteyan bi navê “reîs” bangî wî dikin, her dem behsa pêşketin û mezinbûna afirgeriya karsazî û karbidestiyê dike. Gotinên wî, nayên wateya “Demokasiya Peşdebirinê”. Ev rengê demokrasî li ser fikrê Jean-Jacques Rousseau hatiye vegotin û li ser bingeha hiquq tê rûniştandin. Mixabin li Tirkiyeyê zerreya demokrasiya li ser bingeha hiquq nine. Hişmendiyek utopîk a bi gotinê heye, ew jî, bi hemû pratîka xwe, ji bo tunekirina gelê Kurd e.
Rêber Abdulllah Ocalan jî, li ser hiquqê Jean-Jacques Rousseau rawestiya ye û erênî nêzîk dibe. Ji ber ku ev hiquq bûye bingeha mafên mirovan.
Mixabin li Tirkiyeyê ruhê neteweyî ya hişk û paşverû rê nedaye ku hiquq sazkar bibe. Emperetoriya Osmanî di salên 1914-1915’an, bi pêşengiya paşayên Îttîhat û Terakî, di paşverûtiyek tarî û qirêj de hate rûnandin. Komara (!) Tirkiyeyê jî, bi pêşengiya van paşayan, li ser vê paşverituyê hate avakirin û heta îro, ji vê paşverûtiya rûreşî rizgar nebûye.
Sîstemek haramzade ye!..
Bi modûlên paşverûtiyê re hemhal in û weke nasnameya faşîmza sedsalê derketiye hole. Navê vê ne pêşketine û ne jî guhertina kultur e, grafîka sed salî, şer, zext û zor, qirêjî û kujerî ye.
Trend û motîfê wêranzarî ye!…
Mînak; trafîka nîv sed salî û bi taybetî ye çend mehên dawî ku wezîrê karê derve Hakan Fîdan, serokê MÎT Ibrahîn Kalin û wezîrê karên ewlehiyê General Yaşar Guler, bi gotinên “terorê” derketine micbî û parsekiyê, li payîtextên welatên herêmê û cîhanê xwe dexîlî her kesî dikin.
Sê çakerên Erdogan, bi armanca ku ji Helebê heta bi Musilê xeteke bi navê Erdoganland ava bikin tevdigerin. Eger vê pêkbînin, Erdogan jî wê weke Sultan Murad û Ecewît bibe FATIH!.. Xeyalên Erdogan, weke ewrên xezebê ne û encama nexweşiya sed salî ye. Lewma bûye çavkaniya têkçûna jiyana civakî, têkçûna nirxên meddî, manewî û entelektulî. Her peymana ku ev sê çaker imze dikin, dibine “rîsaleya” têkçûna komara (!) Tirkiyê!…
Yanî, cihê haramzadeyên dewşîrme, êdî li erdnîgariya Kurdistanê nemaye!.. Ger û geşt, micbî û parsekiya siyasî sudê nade wan!..
Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê Kurd, Abdullah Ocalan, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û siyastemedarên Kurd, bi nîqaşan, bi nivîsan, bi pirtukan, bi nameyan, bi nirxandinan, wateya demokrasî û komarê, ji rayedarên dewletê re gotin û hey gotin.
Lê qet û lilleh ne bihîstin.
Bi taybetî Ocalan, destnîşan kir ku netewperestî demokrasî nayîne, wajî wê, ew ê bibe sedema kaos, darbeyên eskerî û çavkaniya êş û azaran. Lê wan bi serxweşiya darbeyên eskerî, hemû cûreyên diyalektîka aheng û nîzaman xêra kirin. Navê vê xerabî û gunekariyê tecrîd e, yanî sîstema “monark”e!…
Ne tenê Kurdan, zanistên cîhanê, siyasetmedar, hiquqnas, raportorên saziyên aborî, siyasî, weke YE û rojnamevanên cîhanê jî ev rastî ji rayedarên dewleta tirk re gotin û hey gotin.
Lê Erdogan û zewatên li dora wî, wek ULIS, bi hesten organic haraket kirin. ULIS di mîtolojiya Yewnanan de, hîlebazan temsîl dike.
Di vê Newrozê de jî, gelê Kurd, gelên li Kurdistanê, dîmanîkên demokrasî û çepgiran, dersa demokrasî dan û bûne ronahiya şoreşa agir. Lê bi gotina Kurdan “serhişk”, bi gotina Tirkan, “nato kafa, nato mermer”, desthilatdariya AKP/MHPê guhdariya kesî nekirin û nakin.
Hasil-î Kelam!…
Sosyologê Tirk, Nezih Merîç, pirsa, “gelo faşîzm, ji bo Tirkiyê dikare bibe riya serketinê,” dike û dibêje; “Li pey me, weke Italya ronesansek nine; weke Elmanya lîteretureke marxist nine!… Yek kanun heye, hêz!..” Yanî sîstema “monark” pêşniyaz dike û engizisyonê mubah dibîne. Gelek sosyolog û zanistên Tirk, aştiyê ji bo Tirkiyê têkçûn dibînin. Sosyolog Nezih Merîç pêşverû tê naskirin, lê yek ji kesên di Kongreya Ocaxa Rewşenbîrên Tirk de, (27 Gulan 1978) cih girtiye û di biryarên tunekirin û asimilekirina gelê Kurd de cih girtiye ye.
Zewatên Îttîhat û Terakî sed sal în di nava “neweşî-bunalima” ahlakî de dewletê rêve dibin. Her dem serî li derewan, xapandin û qumpasan didin.
Ewropa, bi hişmendiya “merkantalîst” aboriya xwe kiriye bin zept û reptê. Lê rayedarên Îttîhat û Terakî, bi armanca tunekirina gelan, hişmendiya “merkantalîst” bijartine. Di vê çarçoveyê de, siyaseta tecrîd û qeyum kirina pratîkê. Wan, hişmendiya “monark” û “merkantlîst” li hev mehr kirine. Vê jî, ew di radeya dînîtiyê de egoist kirine û ev cure egoizm, hemû nirxan û her cure rastiyan tune dike.
Monark Erodgan, li Qesr-î Alî, nave Xwedayê mezin û ola Îslamê bikar tine û dixwaze nexweşiya mêjiyê kûfîkî li tevahiya welat bela bike.
Merkantalîst Erdogan, bi ahenga “serdem-î lale”, bi riya çeteyên wekî Patrona Xelîl, seyr û herka dîrokê rawestîne.
Bi vî rengî hem sazî û dinamîkên civakî, hem baweriyê civakan yan tune dikin, yan jî ji wateyan wan dûr dikin û rê li ber pêşketinên dîrokî digirin.
Em parantêzeke vekin; Desthilatdariya AKP/MHP û MÎT’a tirk, Artêşa Neteweyî ya Suriye SMO ava kirin. SMO, û çeteyên wekî Cephet El Şamiyye, Tûmena Hamza û Tumena Sultan Suleyman Şah û hwd. teva xwedî mod-kodên çeteyên DAIŞ’ê ne û li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li herêma “Mertala Firatê” weke Hespê Truwa têne bikaranîn.
SMO, di Kanuna 2017’an hate avakirin û hate gotin hejmara wan 110 hezar in. Piştî salekê, Dewleta Tirk bi çeteyên SMO re, di 20 Çileya 2018’an de, êrîşî Efrînê kir. Îro, hejmara çeteyên SMO, daketiya 30 hezarî. Yanî SMO ketiye pêvejoya erozyonî û hêdî hêdî di sergoya dîrokê de winda dibe.
Vêce, Newrozên li Bakurê Suriye-Rojava û li Halebê jî, da xuyakirin ku, rayedarên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP/MHP, di ajande, xeyal û armanca Artêşa Azad a Suriye OSO û di Artêşa Neteweyî ya Suriye SMO de jî têkçûne.
Em parantêzê digirin û dewam dikin; Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, di 31’ê Adara 2024’an de wê hilbijartinên herêmî çêbibin. Herçiqasî hilbijartinên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, ji xeta xapandinê dernaketibin jî, wek di pîrozbahiyên Newrozê de hate xuyakirin, Kurd û dînamîkên demokratîk bi biryar in ku, siyaseta qeyum mahkum bikin û wê şerma “komarê” (!) ji holê rakin.
Min li jor behsa siyaseta merkantalîst kir. Ev rastiyeke din şanî me dide. Hilbijartinên herêmî, bi taybetî li dora şaredariyan û rêveberiyên bajar û gundan çêdibine. Li Ewropa şaredarî bi nave “comun” têne binavkirin. Ev bermayiya “komutern” e. Bi Almanî, komîntern, bi Frensizî comîntern, bi Ingilîzî comint, bi Kurdî komun. Lê Kurdan, di sîstema hevsarokatiya şaredariyan de “comun” esas girtine.
Desthilatdariya AKP/MHPê jî, bi sîstema qeyum, comun kûştin û rê li ber pêşketina demokrasiya gel girtin.
Kurdan bi şar, û şaredariyê, îradeya gel esas girtine û di wateya bajarvanî- medeniyet û demokrasî de dikine pratîkê.
Belde, gotinek erebî ye, tê wateya gund, yan jî navçeyê. Li Tirkiyê jî weke rêveberiya dewletê hatiye dizaynkirin û bi gotina belediye, ji sîstema rêveberiya gel cûda, di statuya erk û erkanê dewletê de kirine pratîkê. Gotina ku îro her kes li Tirkiyeyê “hilbijartina herêmî” bikar tine, ji wateya commune de, ji wateya rêveberiya gel cûda ye.
Tenê Kurd, di wateya şaredarî û rêveberiya gel de bikartînin.
Ji bo vê jî, Kurd wê bi coş û biryardariya Newrozê, biçin ser sendoqan û di wateya şaredarî û rêveberiya gel de, sîstema qeyum û sîstema tecrîda di çarçoveya “monark” û kodên çeteyan kirine pratîkê mahkum bikin.
Gotina herî dawî û rastî; pîrozbahiyên Newroza 2024, bûne nîşane û rastiya têkçûna faşîzma sed salî, bûne dadgehkirina faşîzm û paşverûtiya netewpestiyê.
Ev jî pestpektîfa paşerojên azad û demokrasî ye.