Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya şoreşê Newroz di bin tundî û qedexeyan de dihat pîrozkirin. Lê piştî Şoreşê êdî azad û bi girseyî hat pîrozkirin. Hevseroka TEV-ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeyya Mehemed der barê girîngî û wateya Newrozê û pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojava nirxandin kir. Sumeyya Muhamed ewil bal kişand ser girîngî û wateya Newrozê û wiha got: Cejna Newrozê yekane cejn e ku ji aliyê netew, ol û gelên cuda li seranserê parzemînan tê pîrozkirin. Li gelek welatên wek Îran, Îraq, Qirgizîstan û Azerbaycanê cejneke fermî ye. Li Tirkmenistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Qazaxistan, Meqdonya, Kafkasya Başûr, Qirim, Balqan, Keşmîr, bakur rojavayê Çînê, wîlayetên Kujarat a Hindistanê jî cejneke fermî ye. Newroz li dijî dagirkerî, zordarî û koletiyê sembola serhildan û berxwedana Kawayê Hesinkar e, ku heya roja me ya îro hatiye. Ji ber vê yekê di serî de gelê Kurd Newroz ji bo gelên herêmê û cîhanê ne tenê Cejn e, di heman demê de çavkaniya berxwedan û têkoşînê ye.”
Newroz berxwedan e
Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeyya Muhammed bal kişand ser wateya Newrozê ya ji bo gelê kurd û got: “Newroz di dîroka gelê Kurd de xwedî wateyeke pir girîng e. Newroz ji bo gelê Kurd ew berxwedan e, ku Mazluman, Zekiyeyan, Rewşenan, Ronahiyan, Umit Acaran, Ugur Şakaran û Halîl Şenan li dijî zordestan ji bo azadiyê bedel dan û afirandin. Gelê Kurd ji dîrokê heta roja îro her tim li dijî zordestiyê li ber xwe daye û kevneşopiya Newrozê domandiye. Newroz tê wateya dîrok û kevneşopiya mîtolojîk a berxwedana gelan, ku di stran û çîrokan de xwe daye der. Wekî niha, di dîrokê de li dijî Dehaqên zalim gelên ku êş û azar kişandine bi pêşengiya Kawayên Hesinkar serî hildane û kelahên zilmê hilweşandine û azadiya gelan bidestxistine û parastine. Îro li heman erdnîgariyê, li erdnîgariya resen a Kurdistanê û Rojhilata Navîn ev têkoşîn û berxwedana ku li dijî Dehaqan bi pêşengiya Kawayên Hemdem tê rêvebirin vê rastiyê misoger dike.”
Rejîma Sûrî Newroz qedexe dikir
Sumeyya Muhamed li ser helwest û nêzîkatiya Rejîma Sûriyeyê jî rawestiya û ev agahî dan: “Li Sûriyê, ji aliyê rejîma Baas ve Kurd ji pîrozkirina vê cejnê de dihatin astengkirin. Hêzên ewlehiyê ji bo ku agirê Newrozê ku sembola azadiyê neyê pêşxistin, dewriyeyên xwe li gund û bajaran zêde dikirin. Desthilat û rejîmê rê li ber beşdarbûna xwendekar û karmendan di pîrozbahiyên Newrozê de girtibû. Lê her beşdarbûnek wê xwediyê wê bi zîndanîkirin û dûrxistina ji xwendinê û dezgehên hikûmetê qut kirin. Lê dîsa jî gel dest ji Newrozê berneda û bi Tevgera Azadiyê re veguherand roja berxwedanê. Bi şoreşê re Newroz êdî bi rengekî azad tê pîrozkirin. Yên ku guh nedan zext, qedexe û êrîşên rejîma Baasê, Newroz bênavber pîroz kirin. Newroz bi agirê Mazlûm Dogan re li Rojava jî jinûve bû xwedî cewhera xwe ya berxwedêr. Niha jî li dijî mêtingerî û dagirkeran weke kombûna mezin a gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pîrozkirin.”
Piştî 1992’an Newroz
Muhamed bal kişand piştî salên 1982’yan û wiha axivî: “Piştî sala 1982’an gelê ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurd ve dilsoz bû hêdî hêdî dest bi avakirina komên govend, şano û muzîkê kir, Sal bi sal berfireh bû. Ji Dêrikê heta bi Efrînê weke cejna vejînê pîrozbahî hatin lidarxistin. Bi taybetî şehadetên li Bakurê Kurdistanê bandoreke mezin li gel dikir. Dibû sedem ku hêrsa gel mezintir bibe. Ji herêmê tevlîbûn li nava refên gerîla çêbûn. Govenda dihate gerandin, stranên dihatin gotin dibûn tilîliyên tolhildanê. Bi vî rengî agirê Newrozê gur bû. Êrîşên rejîma Baasê jî wê demê zêde bûbûn. Mirovên ku Newroz pîroz dikirin, tengav dikirin. Her wiha gelek kes ji ser dikê hatin daxistin û dibirin cihekî nediyar e. Bi dehan mînakên bi vî rengî hene, lê ruhê raperînê bi kêliyekê jî ranewestiya.”
Sal bi sal coş û tevlêbûn zêde bû
Hevseroka TEV-ÇAND’ê Muhamed, anî ziman ku ji bo gel pîrozbahiyên Newrozê ti carî nesekinîn, her sal li gorî salek beriya wê hîn bi coş û bi heybet hatin lidarxistin û wiha berdewam kir: “Bi mutabaqata Edeneyê re ya sala 1998’an tundî, zext û destgîrkirin zêde bûn. Kesên ku kincên Kurdî li xwe dikirin kincên li ser wan dihatin qetandin, kesên ku rengê kesk, sor û zer dixistin destê xwe, kincên bi wî rengî li xwe dikirin, tundî li wan dihate kirin û piştre jî dihatin zindanîkirin. Gelek kes bi vî rengî hatin windakirin. Li Şamê di sala 1986’an de bi hezaran Kurd daketin qadan ji bo Newrozê pîroz bikin, lê belê hêzên rejîmê êrîş kirin û Silêman Adê şehîd xistin. Piştî qetilkirina Silêman Adê, hêrsa gel zêde bû û berxwedanê dewam kir. Navber ji pîrozbahiyên Newrozê re nehate dayin. Ji ber vê yekê jî rejîma Baasê di sala 1988’an de 21’ê Adarê weke Roja Dayikan bi rengekî fermî kir betlane. Hate qedexekirin ku di 21’ê Adarê de ji bilî vê yekê çalakiyeke din neyê kirin. Salek piştî êrîşa li Şamê li taxa Haydariye ya helebê di pîrozbahiyên Newrozê de gelek kes hatin girtin û ew xistin zindanê.
Rejîmê zext zêde kir
Rejîma Baasê piştî serhildana 12’ê Adara 2004’an zexta li ser mirovên ku Newroz pîroz dikirin girantir kir. Li gel van zextan jî ji 12’ê Adarê heta 21’ê Adarê gelê Qamişloyê li Qada Şehîd Xebat a li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê bi rengekî bi heybet Newroz pîroz kir. Girseya gel bi saetan dirûşm qîriya û stranên şoreşgerî got. Newroz li dijî rejîma Baasê kir serhildan. Êrîşa rejîmê di sala 2010’an de vê carê li Reqayê pêk hat. Hêzên rejîmê êrîş birin ser pîrozbahiyên Newrozê yên li Reqayê û du ciwan û jinek qetil kirin, bi dehan kes jî birîndar kirin. Heman salê li Heleb û Şamê di pîrozbahiyan de bi hezaran Kurd hatin girtin, yên hatin girtin jî li dadgehên leşkerî hatin darizandin.”
Di serdema Şoreşê de Newroz
Mumahed, anî ziman ku êdî heta destpêka şoreş rojava 2012’an de hate destpêkirin, Newroz û şahiyên wê jî derbasî qonaxekî nû bû û wiha lê zêde kir: “Wateya xwe ya resen vegeriya bû agirê ronahî, piştî şoreşê îdî hemî pêkhate li rojava giringiya vê rojê nas dikin û xwedî lê derdikevin, berî newrozê bi rojan şahî tên lidarixistin, qadên newrozê idî bi rengekî azad ne veşartî tê xemlandin, komên muzîk û ṣano bi azad xwe perwerdedikin, ew tiras girtin û lêdanê bi destpêka şoreşa rojava de bidawî bû. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser, gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî girseyî dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. Newroz di sala 2014’an de bi dirûşma ‘Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, modela demokratîk a li Sûriyeya pirreng e’ hate pîrozkirin. Piştî bi salekê li Hesekê di şeva Newrozê de du êrîş hatin kirin. Di encamê de 53 kesên ji Hesekê jiyana xwe ji dest dan, 130 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran kes tevlî merasîma veşartina şehîdan bûn û nîşan dan ku bi êrîşan berxwedan û îrade nayê şikandin.”
Peyamên Newrozê
Mumahmed bal kişand ser peyamên Newrozên borî û ev agahî dan: “Newroz di sala 2016’an de bi dirûşma ‘Ji Rojava ya Azad heta bi Sûriyeya federal a demokratîk’ hate pîrozkirin. Di Newroza 2017’an de piştî ku rojhilatê Helebê ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, yekemcar Newroz hate pîrozkirin. Yekîtiya neteweya demokratîk a şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate destnîşankirin. Di Newroza 2018’an de ku di bin bandora dagirkirina Efrînê de derbas bû, girseya gel peyama ‘Berxwedana xelkê Efrînê wê bibe Newroza gelan’ dakete qadên Newrozê. Piştî bi salekê li qadên Newrozê işaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de hate kirin û dirûşma ‘Bi ruhê Newrozê em tecrîdê bişikînin û Efrînê azad bikin’ deng veda.
Di sala 2020’î de şewba global bi bandor bû, Newroz bi komên biçûk hate pîrozkirin. Li bajarên Rojava hemûyan agir hate dadan, li dora wê govend hate gerandin û dirûşm hate qîrîn.
Sala 2021’ê pîrozbahiyên Newrozê bi coşeke mezin pêk hatin. Hate destnîşankirin herêmên dagirkirî wê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî bêne rizgarkirin û Newroz bi dirûşma ‘Bi ruhê berxwedana Newrozê em dagirkeran têk bibin’ hate pîrozkirin. Di wê demê de jî girseya gel ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye qîriya.
Di salên 2022 û 2023 an de jî newroz her weke salên şoreş bi germahîyên berxwedanê li tevahiya rojava bi dirûşmeya Bi rihê newrozê emê dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo azad bikin hate pîroz kirin.
Dê ji bo Azadiya Ocalan Agirê Newrozê geş bikin
Hevseroka TEV ÇAND’ê Sumeyya Muhamed diyar kir ku îsal jî tevî hemî rewşa zehmet û bi hatina heyva remezanê gel bicoşeke mezin xwe amede dikin û got: “Li tevahiya Rojava êdî xemil û bihna Newrozê belav bûye. Êdî her kes û tevahî pêkhate di nava liv û tevgerê de ne ji bo newroza 2024’an de, ku wê dibin dirşmeya ( Azadî ji bo Rêber Apo , Çareserî ji pirsgirêka kurd re ) wê were sazkirin ev Newroza me wê bibe pêngaveke mezin ji bo azadiya rêbertî. Di heman demê de divê hemû gelê me, her kes hêz bide vê pêngavê, bi taybet îro gelê rojavayê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên xwe ji kurd, ereb û Suriye tevan bigire ji bo azadiya Rêber Apo 24 seatan di nav liv û tevgerê de bin. Ji ber ku dema şoreşa buhara gelan destpêkir bi keda remanê Rêber Apo em newroza xwe bi azad û serbestî pîroz dikin.”
Bandora Ramana Rêber Apo ya li ser Newrozê
Muhamed li ser bandora fikrên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan a li ser Newrozê jî rawestiya û got: “Ji ber ku yên dîrok û îro gihandin hev felsefeya Rêber APO ye. Her wiha di kesayetiya Rêber APO û Mazlum de, ev roja dîrokî bi saya vê Tevgêrê, di jiyanê de hat zindî kirin û bû hemdemî. Bi çalakiya zîndana Amedê, Kawayê dîrokî Kawayê Hesinkar û Kawayê hemdemî Mazlum Dogan gihiştin hev.’
Her wiha dikare were gotin, bi saya Tevgera PKK’ê, dîroka Kurd û Kurdistanê ji nûve û li ser rastiya xwe tê nivîsandin. Weke mînaka Newrozê, eger ev Rêber û ev Tevgêr nebûya, weke gelek rûmet û hêjayên Kurd û Kurdistanê, ev Newroz jî zindî nedibû û wê wenda biba. Biyaniyan çawa piraniya ziman û çanda gelê Kurdistanê bişavtin û ji xwe re kirin mal, ev roja pîroz jî dikirin malê xwe. Her wiha bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ ya Rêber APO re, di şoreşê de him rola jinê û him rola NEWROZÊ derket qonaxa nuh û asta hîn bilindtir a herêmê û cîhanê. Êdî di vê asta dorfireh de, ev dirûşim tê qîrîn û him ev roj tê pîroz kirin. Di dawiyê ez dixwazim bibêjim ku bi Şoreşa Rojava re ne tenê gelê Kurd gel hemû bi çanda xwe gihîştin azadiyê û got, “Gelan, netewe, ol û civakê cejna xwe bi rengekî azad pîroz kirin. DI sala 1982’an de berxwedana Mazlûm Dogan bi 19’ê Tîrmehê re gihîşt asta herî bilind, bû destpêka saleke nû û nîşaneya berxwedanê.”