Li gorî KAN Newsê serokê Îsrilê Benjamîn Netanyahu bi navbeykariya serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin peyamek ji Îranê re şandiye, di peyamê de dide zanîn ku armanceke Îsrailê nîn e ku bi Komara Îslamî ya Îranê re şer bike.
Di heman daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Putin di cotmeha 2025an de careke din peyameke di vê çarçoveyê da dabû Tehranê. Di wê peyamê de jî destnîşan kiribû ku Îsraîl ji bo aloziya navbera Tahran û Telavîvê de zêde bibe di nava xebateke neyînî de nîn e.
Putin di cotmeha 2025ê de der barê mijarê de daxuyanî dabû Ajansa TASSê. Di wê daxuyaniyê de jî gotibûn ku Îsrailê gotiye ku ‘Îsraîl naxwaze bi Îranê re aloziya heyî zêdetir bike’. Wî jî vê peyamê ji Îranê re ragihandiye.
Netanyahu Îranê hişyar kir. Di hişyariyê de got ku Îsraîl rastî êrişekî were dê ev ji bo Îranê encamên nebaş bixwe re bîne.
Serokê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu roja 5ê çile di Knessetê ango meclîsa Îsraîlê de li ser vê mijarê nîqaş kir û di nîqaşan de ji bo aloziya nava wan bilind nebe Îran hat hişyarkirin. Di hişyarkirinê de dibêjin heke Îran êrişek bîne ser Îsraîlê dê ecama vê ji bo Îranê pir bi bobelat be.
Herwiha Îsraîl diyar kir ku bi tu awayî dê destûr nedin Îran bernameya fuzeyên balistik nû bike û li pêş bixe. Der barê pergala nukleerî de jî hat gotin ku ew destur nadin dewlemendkirina uranyumê pêk bê û uranyuma ku hatiye dewlemenkirin jî bi rengek ji destê Îranê bê wergirtin.
Benjamin Netanyahu li dijî êrişên rejîma Îranê yên bi ser xwapêşandêran de jî got: “Pêkane ku em di vê serdemê de bibînin ku gelê Îranê karibe çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.”
