Krîza cikavî û aborî ya li Îranê bi salane didome. Rejîma Îranê ya ku yekperestiyê li civakê ferz dike her ku diçe zextên xwe yên heyî zêdetir dike. Civak li dijî van zextan çalakiyan li dar dixe lê tim bi êrişên raste rast ên rejîmê re rû bi rû dimîne.
Di kanûna 2019an de gel li dijî bihabûna benzînê daket qadan. Kesên ku ji bo bihabûna benzînê li qadan bûn daxwazên xwe yên ji bo guherîna pergala rêvebirinê jî anîn ziman. Rejîma Îranê ji bo van çalakiyan biterpisîne çalakgeran kir hedef û li gor daneyên heyî herî kêm 300 kes hatin kuştin. Li gor daneyên heyî ji 10 hezarî bêhtir kes hatin binçavkirin. Ev çalakî hefteyek berdewam kirin.
Di 16ê îlona 2022yan de piştî ku Jîna Emînî ji aliyê polîsan ve hat kuştin civak dîsa rabû ser piyan. Çalakiyên ku li bajarê Saqizê destpêkir li hemû bajaran belav bû. Kesên ku li dor dirûşma Jin Jiyan Azadî kombûn bi mehan li kolanan man. Di nav van çalakiyan de bi hezaran kes raste rast hedef hatin girtin. Ji hezarî zêdetir çalakger bi çekên rejîmê hatin kuştin. Ji deh hezaran kes hatin binçavkirin û gelek kes hatin darvekirin.
Rejîma Îranê bi van zextên xwe xwest gel li dijî rejîmê bêdeng bike lê gelê ku ji zextên hikûmetê aciz e nerazîbûnên xwe tîne ziman.
Herî dawî di 28ê kanûna 2025an de gel li dijî nirxwendakirina Riyal û bihabûna benzînê daket qadan. Lê di bingeha van çalakiyan de bêguman nêzikatiya rejîma Îranê ya yekperest cih digire.
Em der barê çalakiyên ku niha pêk tên û encamên ku bi xwe re aniye bi endama Saziya Mafê Mirovan a Hengawê Neşmîl Ebdî re axivîn.
Neşmîl Ebdî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku çalakî li Bazara Mezin a Tehranê ji ber bihabûna benzînê destpêkiriye û ev tişt anî ziman: “Bihabûna benzînê û nirxwendakirina benzînê ji hêrsa gel a heyî re bû sedem ku dakevin kolanan. Piştî ku dikandarên li Bazara Mezin derketin derva xwendekar jî daketin kolanan. Dirûşmên ku tên berzkirin ne tenê ji bo krîza aborî ne. Gel li dijî rejîmê dirûşma berz dike. Çalakî li Tahranê destpêkirin lê li niha li hemû bajaran belav bûne.”
Neşmîl Ebdî der barê nêzikatiya rejîmê de jî wiha got: “Rejîma Îranê ji bo çalakiyan bitepisîne dest bi tundiyê kiriye. Niha rejîm li dijî xwepêşandaran kalaşnîkof, saçme û gaza rondikrêj bikartîne. Li gor daneyên ku wek Hengawê me kom kiriye heta niha herî kêm 100 kes hatine binçavkirin. Lê ev hejmar pir zêde ye. Me tenê xwe gihandiye navê 100 kesan lê wek ku min got hejmar gelek zêde ye. Li aliyê din ne diyar e ku kesên tên binçavkirin dibin ku.”
Neşmîl Ebdî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek sazî di raporên xwe de cih didin kesên ku navên wan hatine aşkerekirin. Lê hejmarên rastîn ji van navan pir zêdetirin. Niha me xwe gihandiye navê 11 kesên ku di çalakiyan de hatine kuştin. Ev kesên ku hatine kuştin ji aliyê rejîmê ve raste rast hedef hatine girtin.”
Neşmîl Ebdî ji bo rewşa rojhilatê Kurdistanê jî wiha axivî: “Li Kirmanşah, Sine, Îlam û bajarên din ên Kurdistanê çalakî hene. Êrişên rejîmê ên li Kurdistanê pir zêde ne. Bandora Jin Jiyan Azadî di van çalakiyan de jî xuya dike. Jin di van çalakiyan de li kolana ne û dîsa dibin hedefa rejîmê. Kesên ku dertên kolanan tenê daxwaza sererastkirina rewşa aborî naxwazin. Ew di heman demê de daxwaz guherîna rejîmê dikin. Ji ber ku 46-47 sal in nerazîbûnên li dijî rejîmê gelek zêde ne.”
Neşmîl Ebdî der barê kesên ku jiyana xwe ji dest dane ev agahî da: “Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 1 jê ji bajarê Nûrava (Loristan), 1 jê ji bajarê Hersîn (Kîrmaşan), 5 ji bajarê Eznayê ne û yek jê zarok e (Loristan), 2 kes ji bajarê Lordigan, 1 ji bajarê Fûladşar, 1 ji bajarê Kuyeşt, 1 ji bajarê Merudeşt (Fars).”
