“Evîna Siyabend û Xecê çiya derbas kir, lê dîwarên fermana feodal derbas nekir.
Evîna Siyabend û Xecê ya ku min di zarokatiya xwe de bihîstiye, destaneke Kurdî ye ku bi salan e dengbêj di ode, xan û dîwanên gundan de vedibêjin. Di şevên dirêj ên zivistanê de ji aliyê kal û pîran ve tê vegotin û bi devkî gîhaştiye roja îroyîn.
Siyabend û Xecê, yek ji destana gelêrî ya Kurdî ya herî naskirî ye. Destaneke ku çîroka evînê, trajedî û nakokiya pêkhateyên civakî vedibêje. Ev vegotin ne tenê çîrokeke evînê ya takekesî ye, di heman demê de ronîkirina nirxên feodal, zextên civakî û têkoşîna mirov a bi qedera xwe re ye. Analîzeke sosyolojîk a destanê ji bo têgihiştina tevna dîrokî, avahiya civakî û dînamîkên çînî yên civaka Kurd, îşaretên girîng dide.
Siyabend nêçîrvan e, kesekî ji rêzê ye; Xecê keça esilzade ye. Evîna di navbera herduyan de ji ber astegiyên çînî vediguhere trajediyeke mezin. Avaniya feodal di civaka Kurd de bi taybetî di demên borî de hebûna xwe ya xurt parastiye û bandoreke cidî li ser biryarên zewaca kesan kiriye.
Rêza feodal zewac ne bi evînê, bi çîn û dewlemendiyê ava dikir. Nayê qebûlkirin ku kesekî ji çîneke jêrîn wek Siyabend bi kesekî ji çîna jor re bizewice. Ev motîfeke ku pir caran di çîrokên gelêrî de tê dîtin û nakokiya çînan eşkere dike.
Malbata Xecê vê evînê napejirîne û Siyabend dixe xefikeke kujer. Ev yek jî zext û zordariya li ser azadiya ferd a li ser avahiya malbatê ya baviksalar û otorîter nîşan dide.
Di vegotina Siyabend û Xecê de xweza cihê evînê û diyarkerê qederê ye. Di vegotinên gelêrî yên Kurdî de pîroziya xwezayê û bi çarenûsa mirovan re têkelbûna wê têkiliya di navbera pêkhateya civakî û xwezayê de nîşan dide.
Siyabend û Xecê ji bo ku evîna xwe azad bijîn, xwe li çiyayan digirin. Çiya sembola azadî û rizgariya ji bindestiya feodal e. Di çanda Kurdan de çiya hem penageh û hem jî parçeyek ji qederê ye.
Mirina Siyabend a li pey bizina çiyayî jî di heman demê de pîvana trajîk a girêdana romantîk a bi xwezayê re hatiye avakirin nîşan dide. Di edebiyata Kurdî de têgeha qederê gelek caran weke hêzeke ku li derveyî îradeya kesane tevdigere xuya dike. Mirina Siyabend diyar dike ku ferd çiqasî li hemberî xweza û civakê bêhêz e.
Xecê yek ji kesayetên jin ên dilsoz û fedekar e ku di çîrokên gelêrî yên Kurdî de gelek caran tê dîtin. Lêbelê, çîroka wê jî nîşan dide ku jin di nav civakên baviksalar de çawa di nav pozîsyonek pasîf de têne avêtin.
Xecê piştî mirina Siyabend nikare jiyana xwe bidomîne û xwe ber bi mirinê ve dikişîne. Mînaka motîfa jinekê ye ku ji bo evîna xwe xwe feda dike.
Xecê nikare di jiyana xwe de bibe xwedî gotin. Malbata wê biryarê dide ku ew ê bi kê re bizewice. Ev rewş derdixe holê ku pêkhateya feodal çawa jinê weke eşyayên milkî dinirxîne.
Destanên gelêrî ne tenê çîrokên şahiyan in; ew metnên çandî yên girîng in ku nirx, tirs û îdealên civakê nîşan didin.
Siyabend û Xecê bi eşkerekirina zordestiya pergala feodal a li ser ferd rexneyeke civakî dike.
Ev çîrok evînê û azadiya takekesî îdealîze dike, lê dawiya wê trajîk e. Ev jî nîşan dide ku di çanda Kurdan de fedakarî û berxwedan bi hev re dijîn.
Siyabend û Xecê hê jî di nava civaka Kurd de tê vegotin, girîngiya evîn û azadiyê nîşan dide, lê zextên civakî jî berdewam dikin.
Siyabend û Xecê ne tenê çîrokeke evînê ye, di heman demê de neynikeke civakî ye ku çîroka pêkhateya feodal a civaka Kurd, nirxên wê yên baviksalar, hiyerarşiya çînayetî û têkoşîna azadiyê ya takekes vedibêje. Zordestiya nîzama feodal, dawiya trajîk a evînê, pasîfbûna jinê û girêdana mîstîk a di navbera xweza û mirov de hêmanên vê destana bêdem û gerdûnî ne. Di vî warî de vekolîna sosyolojîk a Siyabend û Xecê ji bo têgihîştina rabirdû û îroyîn a gelê Kurd kilîteke girîng e.