Girtiya siyasî ya li girtîgeha Evîn Nêrgiz Mihemedî derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo rojnamevan Pexşan Ezîzî de, li ser tora xwe ya medya civakî peyamek belav kir. Nêrgiz Mihemedî di peyama xwe de ev tişt gotin; “Rejîma Îranê dixwaze bi despêkirina cezayên darvekirinê ji bo jinên girtiyên siyasî, tola xwe nîşanî welatiyan bide. Pejirandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî, bi armanca bêdengkirina jinan û tolhildana ji rumeta şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ez bang li hemû welatiyên Îranê, azadîxwazan, rêxistinên naveteweyî dikim ku li dijî vê siyaseta darvekirinê bibin yek û rawestin.”
Nebin hevkarê sûc
Girtiyê siyasî Reza Mihemed Hisên jî bi peyamekê ragihand ku Îran bi cezayê darvekirina ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî nikare dengê azad qut bike û xwest kes nebe hevkarê sûcan. Reza Mihemed di peyama xwe de cezayên darvekirinê bi kîna hikumetê ve girêda û got: “Ji ber ku xwe li hemberî daxwazên xelkê lewaz dibîne, lewma cezayên darvekirinê dide. Bicihanîna cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî, nikare dengê azad qut bike. Em weke girtiyên siyasî, tevî hemû gef û êşkenceyan, dibîn dengê xelkê ku hemberî van kiryarane bêdeng nabin. Her kesê ku hemberî van sucan bêdeng be, dibe hevkarê sûcan.”
Di 8ê Çile de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye.