13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî xesbkirina îradeya gelê Colemêrgê berdewam dikin

Protestoyên li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeyê hatine destpêkirin di roja 5’an de didome. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Uçar wiha got “Yên me nas nekin em wan qet nas nakin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di serdana esnafan de wiha got: “Yên me nas nekin em wan qet nas nakin.”

Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê di roja 5’an de berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenter çûn serdana esnafên bajar. Hevseroka giştî û şandeya pê re çûn serdana esnafên li ser Cadeya Kayacanlarê û rastî eleqeyeke zêde ya esnafan hatin.

Uçar di serdanê de axivî û wiha got: “Xelkê Colemêrgê bi îradeya xwe hevşaredarên xwe hilbijart. Lê belê hevşaredarê me binçav kirin û girtin. Temamiya van cezayên li me tên birîn, wesîqeya tundiyê ya îktîdara AKP’ê ye. Em ê tevî hevşaredarên xwe xizmeta gelê xwe bikin. Heke em bibin yek dê bikarin qeyûm bişînin. Îradeya gel kî hilbijartibe hevşaredar ew in. Heta ku demokrasî û azadî tê em ê nesekinin. Yên me nas nakin em wan qet nas nakin. Em ê gelê xwe bi tenê nehêlin.”

Esnafan jî nerazîbûna xwe ya ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman. Hevserok û parlamenter piştre jî çûn taxan û malbat ziyaret kirin.

Parve bike: