7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî mûçeya herî kêm berdewam dikin

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel nerazîbûna xwe li hemberî destnîşankirina mûçeya nû anî ziman û wiha got: Dixwazin bi qehremaniya sexte ya li Sûriyeyê rojevê biguherînin û gel neçarî mûçeyê sefaletê kirine

Piştî ku mûçeya herî kêm ya sala 2025’an hate destnîşankirin gelek rexne û nerazîbûn ji derdorên cuda hatin kirin serokê CHP’ê jî nerazîbûna xwe li hemberî mûçeya nû anî ziman û got ku di nava mija gehremaniya sexte ya ku dibêjin me li Sûriyeyê bidest xistiye, mûçeya herî kêm derbas kirin.

Ozgur Ozel nerazîbûna xwe li ser medya dijîtal wiha aniye ziman û gotiye: “Mûçeya herî kêm ku bi lez û bez di civîna komîsyonê de wekî 22 hezar û 104 lîre hatiye diyarkirin, nîşaneya dawî ya dûrketina Tayyîp Erdogan a ji rastiyên welat e. Ew kesên bi rojan e dibêjin me li Sûriyeyê serkeftin bi dest xistiye, kedkar rûbirûyî têkçûnê hiştine û neçarî mûçeyê sefaletê kirine. Yên li ser Sûriyeyê bi qehremaniya sexte dixwazin rojeva rast di nava mij û moranê de veşêrin, di nav wê mijê de careke din heqê karkeran xwarine.”

Hêjayî gotinê ye ku Çaremîn civîna Komîsyona Destnîşankirina mûçeyê herî kêm doh bi serokatiya Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan hat kirin. Vedat Işikhan piştî civînê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ji 1’ê çileyê 2025’an û pê ve mûçeyê herî kêm dibe 22 hezar û 104 lîreyên tirkî.