20 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Neofaşîzma li tirktiyeyê û kurd

Birêz Abdullah Ocalan, di çarçoveya şaristaniya gerdûnî de modernîteya kapîtalîst rexne dike û civaka demokratîk dike stûna pêşerojê. Pirsgirêk ev e, “divê ol, exlaq û siyaset ji destê desthilatdaran derkeve

Cîhan di serdemeke dîrokî re derbas dibe. Ne tenê kurd û Kurdistan, ne tenê Rojhilata Navîn, tevahiya cîhanê, di serdemeke dîrokî re derbas dibe.

Ev qonax, hesabpirsîna 120 salan e. Hesabê 120 salan jî destpêka avakirina netewedewletan e. Bi netewedewletan sê tişt zêde pêşketin. 1- Şer. 2 – Sînorên bi dîwarên şermê û têlên dirrihî. 3 – “îzm”in. Dîwarên şermê û têlên dirrihî bajar, gund, malbat, zevî, tax parçe kirin.  “Îzm”an jî, fikir û raman pêşxistin, bûne parçeyên felsefe, gelek caran bûne diyalektîka serdeman.

Cîhan cihê bazara hiş û ramanê ye. Tevgerên civakî bêyî bazara hiş û raman jî pêş nakevin. Bazar, êdî bazirganî ye. Di pergala cîhanî de serdest bûye. Lê rastiyek heye;  civak  bi tevgera raman pêşdikevin. Vêca, biqasî zêdebûna şeran jî, “izm” jî zêde bûne. Bûne sedema avakerên hiş û ramanê  civakan.

Herçiqasî dînamîzma jiyanê li pêşiya “izm”an jî be,  di aliye entellektuelî de mirov li hemberî kêş û idealên “îzm”an lewaz dimîne. Tenê sê “îzm”an, felsefeya “îzm”an xera kiriye. Yek Aparthaid e ya li Başûrê Efrîqayê. Dudu, Kemalîzma li Tirkiyeyê. Sisê Baasa li Misir, Suriye û Iraqê. Ev “izm”ên spî ne. Bingeha wan li ser netewparêziya faşîzan hatiye avakirin.

Miratzedeyên “îzm”a spî, di vê qonaxê de xwe weke transhumanîst dibînin. Transhumanîst, li ser bingeha kalipkêşiya metafizîk hatiye avakirin. Pêşengê xwe jî X-Men dibînin.

X-Men dixwazin “aqilê çêkirî” bikin dewsa “îzm”a spî û cîhanê ber bi tunebûnê ve dibin.

Vêca, Birêz Abdullah Ocalan, di çarçoveya şaristaniya gerdûnî de modernîteya kapîtalîst rexne dike û civaka demokratîk dike stûna pêşerojê. Pirsgirêk ev e, “divê ol, exlaq û siyaset ji destê desthilatdaran derkeve. Modernîteya kapîtalîst, demokrasî parçe kiriye û di çarçoveya lîbelîzmê de, populerîteya parlementerîzmê dike perde û hemû çavkaniyên felsefê berteref dike.  Şeran zêde dikin, gelan bêzar dikin. Mîrateyên dîrokî  tune dikin. Avhewa,  cîhanê û hwd. xeremal dikin.

Serokomarên weke Erdogan jî xwe kirine wekî çûkê Sîmûr û di asoyên metafîzkî de avjeniyê dikin. Balkêş e, bi çêkirina balafirên bê mirov û bi çek, bi çêkirina robotên ji bo kuştina mirovan, pêvajoyeke  “transhumanizma di rengê neofaşîzmê” de dane destpêkirin.  Aqilê çêkirî jî êdî çeka herî dijwar e. Bûye amûrê tunekirina mirovan. Piştî modernîteyê, postmodernîteyê û humanîzmê, niha jî transhumanîzmê diaxivin.

Qalipkêşiya bi efsaneyên copy, ji mîtolojiya Roma Dêlegura Asena, ji mitolojiya Yewnaniyan fîgurên ku kelehan fetih dikin, ji xwe re birine û bi çîrokên cuda vedibêjin. Ji bûyera Elo Dîno jî çîroka Delî Dumrul çêkirine. Bi hişmendiyeke kûfikî, derewîn û Hitler kirine çavkaniya xwe û faşîzma yekperest afirandine. Guman dikim, ji bo siyaseta yekperest gotina “neofaşîzm”ê wê  baştir be. Faşîzm berhemê “îzm”a spî ye, lê neofaşîzm, hem îzma spî bikartîne, hem derew, teşqele, şantaj û selefkariya Hecî Pepe dike pratîkê. Guman dikim wê ji bo desthilatdariya Enqereyê gotina neofaşîst baştir be! Bi vê gotinê faşizm parçe jî nabe, nû dibe!

Sedema duyemîn ku min gotina “neofaşîzm” bikaranî, helwesta Ewropayê ye. Ewropayê faşîzma Hitler mehkûm kir, lê Ewropa hişmendiya yekparêziya Îttîhat û Terakkî, ya Turk-î Îslam û Turk-î Turan, ku bûye bavê Hitler ji nedîtîve tê û li hemberî kiryarên faşîzan yên li  dijî gelê Kurd bêdeng dimîne. Dibe ku siyasetmedar, vê rewşa Ewropayê cuda û nerm binirxînin. Lê rewşenbîr, rojnamevan û akademisyen nikarin bi çîrokbêjiya “şorba nexweşan”, nêzik bibin.

Mecbûrin aliyê “teoriya felsefî û sosyolojik” li ber çavan bigirin û li dijî bêdengiya Ewropayê ya li hemberî faşîzma dewşirmeyên tirk li Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.

Bi gotina Birêz Abdullah Ocalan, “kes nikare, bi waazên keşeyên sedsala navîn nêzikî vê pirsgirêkê bibe.” (1) “Xwedawendîya netewedewletê, cîhan teng kiriye û ber bi kafûkûnkirinê ve dibe.” (2)

Piştî van gotinên bi wate em dewam dikin. Piştî banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û biryara PKKê ya xwe “fesix- kirine”, Tirkiye, desthilatdariya AKP/MHPê û kesên bi titra “proftiyê tevdigerin, pêngavê weke serketina xwe lanse dikin û bi zimanekî êrişker vedibêjin. Wek ku wan dîwarên “sîklop”ê hêrivandine, bi baskên Teyrên Dubirek li asoyên mirovahiyê difirin.  Xwe dikine navenda cîhanê, hemû “femin”ên cîhanê  bikartînin û diaxivin. Kiryarên faşîzan weke şoreşê (!) binav dikin, bi zihniyeta selefî, kodên olê û çanda Îslamê bikartînin, postmodernîzma Ewropayê rexne dikin, xwe jî weke transhumanîst  nîşan didin.

Gewî tê wateya bitirbûnê

Erdogan, “qesrê” weke “Mabeda Suleyman” bikar tîne û di her axaftina xwe de  gotina “birayên me yên Kurd”  bikartîne.  Birayên Kurd jî, 26 sal in, banga aştiyê dikin û berdana Birêz Abdullah Ocala û girtiyên nexweş dixwazin. Lê Erdoganê ku ji bo kujerê Hirant Dink, çeteyên Hizbulkontra erka xwe ya efûkirinê bikaranî, ji bo yek Kurdî bikar neaniye. Pakêta Darazê ya 10emîn jî fiyasko derket û niyeta desthilatdariya AKP/MHPê ya li dijî çarseriyê nişan da. Yanî atmosfera hêviyan, vegûherî atmosfera bêhêvîtiyê. Enqere, di salên destpêka avakirina komarê de ye. Siyaseta pêşengên Îttîhat û Terakkiyê Fevzî Çakmak, Îsmet Înonu, Mustafa Kemal, Kazim Karabekir, zihniyeta waliyê Enqereyê Newzat Tandogan û Beyana Amasyayê hukumran e.

Ya suphanallah. Wan xwe avêt dexlê Birêz Abdullah Ocalan. PKKê jî biryara çekberdan û xwefesixkirinê girt. Lê 3 meh ji ser banga 27ê Sibatê re derbas bû, dewletê hîn gavek jî neavêtiye.

Gelo  Erdogan û Bahçelî li benda vegera Îsa ne?

Desthilatdariya AKP/MHPê, erdnîgariya Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li Botanê, tunekiriye. Bi vî rengî hemû tez û bîrdozên Newton û Kepler, yên xweza-fîzîkê  berteref kirine. Berhemên şaristaniya kevin, mîmariya dîrokî ya Kurdan tune dikin.

Bi vî rengî zimanê mîmariya kurdan jî tune dikin. Bi siyaseteke du rû, nebûna hişmendiya xwe li “aqilê çêkirî” siwar dikin û Kurdistanê bêmirov dihêlin. Bi balafirên bê mirov û bi çek êrişan dikin. Lê ne ew bi tenê weke li Maxmurê jî tê dîtin, desthilatdariyên li herêmê ku serê xwe li ber gef û şantajên mîratzedeyên dewşirme ditewînin, serava dikin û dixwazin siyaseta 110 salan ya tunekirina kurdan biserbixin.

Erdogan jî bûye X-Men yan jî Rambo, Bûye Delî Dumrul û weke mirovekî transhumanîst tevdigere, lê  çi dike lingên wî li hewa dimînin. Ew li welatê xwe aştiyê pêknayîne, desthilatdariyên  Iraq û Sûriyeyê jî li dijî Kurdan dike nava liv û tevgerê. Lê li Xezayê, li Ukrayna, li Libya, li Çînê û Uygurê li aştiyê digere.  Utopîk tevdigere û dibêje ez ê Stembolê bikim qada aştiyê û cîhanê bikim baxçeyê Firdews.

Siyaseta transdirutiyê ye ev.

Abdullah Ocalan, 23 sal in banga aştiyê dike. Nexşeriyên  çareseriyê pêşkêş dike. Cîhan, bangên Ocalan û pêşniyazên wî yên bi tez û “îzm”a bi felsefeye hunayî erê dikin. Zanistên cîhanê, projeyên wî weke bingeha çareseriya pirsgirêk û modela ji bo paşerojan dinirxinin. Erdogan û rayedarên li Enqereyê, bi frekansên cuda  diaxivin û tevir li lingên xwe dixin.

Banga Abdullah Ocalan, bi qasî Peymana Medîneyê ji bo kurd û tirkan pêwist e. Tê wateya parçekirina Beyana Amasya û diruşmeya Kizilelmayê. Lê desthilatdarên ku xwe dexilî ber lingên Birêz Ocalan û kurdan kirine, weke di Pakêta Darazê ya 10emîn de jî hate xuyakirin, du rû tevdigerin.

Dewleta Enqereyê, ji roja  hatiye avakirin heta îro, ji aliyekî ve xwe nêzikî Ewropayê dike, li aliye din ve xwe weke pêşengê cîhana Îslamî derdixe pêş. Lê bilûra ku lê dixe, ne li hesabê Ewropayê tê, ne li hesabê cîhana Îslamî tê. Ewropa jî, cihana Îslemî jî, ji  çîrokên dewleta Enqereyê cuda, bi çîrokên xwe li ola îslamî û tevgerên civakî dinêre.

Ew dikarin civakên li Tirkiyeyê bi çîrokên cuda derewan bikin, hebên “psîkofarmolojîk” û civakan razînin, lê nikarin raya giştî ya cîhanê bixapînin. Bedena dewleta Enqereyê, biqasî serdema dawî ya osmaniyan hem nexweş e, hem bê taqet e. Kurd, ji serdema Yavuz Sultan Selîm û heta îro, bûne dil, kezeb û gurçikên tirkan. Lê ev qewmê ku her dem bi xêra destek û alîkariya Kurdan serketî bûye, gelo îro çima “îhtîrasa” mirovên, biçûk û ketî nîşan dide?

Pirsa “îhtîrasê” û “hers” navê têkbirina “kod” û argumenên ademiyetê ne, mirov serxweş dikin. Ev serxweşiyeke balkêş e û mirovan bi nexeşiya ji enformasyonên entellektuelî  bêpar dixin. Ji xwe nexweşiya serdemê ev e û em dikarin vê nexweşiyê di kesayeta mîratzedeyên dewşîrm de bibînin û weke neofaşîzmê binav bikin.…….

  • Çîroka Vejînê, (Diriliş Oykusu), rp 59
  • Sosyolojiya Azadiyê, (Ozgurluk Sosyolojîjî. Rp. 150