Cîhan, di serdemek balkêş re derbas dibe. Li çar aliyên cîhanê şer heye. Lê di qada cengê de, artêşên füze û SIHA hene. Xuya ye ku hunermendên serdemê, wê destanên ji bo fuze û SIHAyan biafirînin. Nivîskarên serdemê jî wê lehengên romanên xwe jî bikin fuze û SIHA. Ji xwe, nivîskarê Emerîkî Martîn Ford, pirtûka “Serketina Robotan” nivîsî ye û bûye bestseller. (1)
Kafka dibêje; Zincîra nifşan, ne zincîra xwezayê ye, dîse jî têkiliya wan heye.” Vê têkiliyê jî bi “azadî û koletiyê” ve girêdide, piştre dibêje; ‘guhertina mirovaniyê, zêdebûna mirinê ye!”
Kafka, vê di wateya şerê GLOKAL de dibêje. Ev gotin, tê wateya şerê herêmî û şerê global! Heta îro, aqilê stratejik û aqilê îdeolojîk û felsefî nebûye bersiva vê pirse. Lê di şerê “glokal” de, nefesa her kesî heye!
Rast e, cîhan diguhere, lê di neynika dîrokê de, roj, her dem ji rojhilat ve hiltê. Li rojava diçe ava. Ev jî tê wateya ku pêdiviya cîhanê bi şeran nîne, ji bo aştiyê pêdivî bi “demokrasiya demokratik” heye.
Ez gotina “demokrasiya demokratik”, di çarçoveya demokrasiya rasteqîn a Abdullah Ocalan de bikartînim; eger gotineke din şûna wê bigire, em dikarin rast bikin. Zanistên cîhanê jî, ev dîtin û nerîna Abdullah Ocalan silav dikin.
Em werin ser mijara xwe; hemû dewletên li ser bingeha yekneteweyî hatin avakirin, şovenist in û bûne bingeha faşîzmê. Di şerê 2mîn ê cîhanê de faşîzm eşkere bû. Li Ewropa hate mahkum kirin. Li Tirkyê, faşizma bi sîstema dewşirme û sunda “hale-î ûstûvar” (2) dewam kir û heta îro jî, di rengên cüda de kar dike. Di serdema avakirina dewleta Enqerê de, şêwaza faşîzmê hate guhertin, bi Peymama Lozanê, qirkirinên serdema Şêx Seîd û serdema Seyit Riza de, car din eşkere bû. Lê bi qanun, romî û burokrasiyek yekparêz hate nepenî kirin û dibin cilê de hate kirin. Di serdema desthilatdariya AKP/MHPê de bi gotina “neoosmanî”, “kizilelma”, “neoîslam” û “ûlkûcû” li kolanan cîrîd avêt û diavêje.
Di nivsedsala dawî de, faşizm dibin revîzyonekê re hate derbas kirin û bi navê komên “haramî”, yan jî “çete” derxistin pêş. Îro jî ev kom, li Efgaîstan, Suriye, Iraq, Libya û hwd. dibin siwana dewletan de kar dikin. Teva jî weke “Gomlek Reş”ên Mussolinî û “Gomlek Kahwerengi”yên Hîtler kar dikin. Cûdatî nav û mekan e.
Di despêkê de, cirîda van çeteyan bi deste DAIŞê Kurdistan bû. Lê di şerê nîvsedsalî de, kua bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd de hate kirin, her cûra faşizma li Kurdistanê hate mahkumkirin. Desthilatdariya AKP/MHPê, ji bo serketina xwe, kete nava lêgerînên cüda û serî li her cûre lîstikan da, li deriye her kesî da û êrîşî Kurdan kir.
Her êrîşa wan jî faşizan bû, hem veşartin, hem mandele-înkar kirin. Lê Kurdan kiryarên wan eşkere kirin û bi navê nû “neofaşîzm” e binavkirin û gotin; faşîzm karê netewe-dewletan e.
Em bi gotina GELO bejin; Gelo sîstema dewleta Enqerê ku bi navê “laik” û “komar” tê binav kirin, ji sîstemên Apartheida Başûrê Efrika, jî BAASa Iraq û Suriye, ji sîstema Gine û Mozambikê cûdatir e?
Ne neoîslam, ne neoosmanî û netewpareziya hişk ku navê “laîk”tiyê bikartîne jî, nikarin bi navê şoreşê werin binav kirin. Kiryarên sed salî li Bakurê Kurdistanê, faşizma klasik bû, piştre veguherî “neofaşîzm”ê. Çima “neofaşîzm”, ji ber ku kirasê kiryaran hate guhertin. Gomlek “gotina “teröre” bû, kiras jî ”ewlekarî” bû!
Herkes, serdema avakirina Dewleta Enqerê weke “serdema zêrîn” bi nav dike. Sedem yek; cîhan dinava birînên şerê yekemin yê cîhanê de, piştre dinava birînên giran û xedar yên şerê cîhanê yê duyemîn de dinalî. Du; Dewleta Enqerê bi destê hêzên bazirgan-kapîtalîst hatibû avakirin. Ji b ovan her du sedeam jî, dengê Kurdan nedibihîstin. Ji bo vê jî gele Kurd weke “gelê bê parêzer” hate binav kirin, faşîzma alametî ”hale-î ûstûvar”jî, ji nedîtî ve hatin. Faşîzma “hale-î ûstûvar” jî, li gorî dile xwe hespe xwe dibezand û di qirkirina demografik, asimilasyon, fîzîkî û çandî de dibezand, Kurdistan, kor û seket kir û di gora betonî de metfun kir.
Mînakek din jî di salên 1944-45 de bû: Ev serdema Ismet Înonû ye û baca bi navê “Şana îsmet” (3) kirin pratîkê. Şana Ismet, pratîzekirina bîrdoza aborî ya Dojehî û Tevnepirkê bû. (4). Ev serdema zêrn ya 2mîn ya dewleta Enqerê bû. Piştre serdema Demokrat Partî dest pêkir û neofaşîzm, bi windakirina cenazeye Seîdê Kurdî û kiryarên burokrasiya polayî, dadgerî û singoyên romiyan domandin.
Bêguman, her serdem xwedî karakterekî ye û ji serdemên beriya xwe tene veqetandin. Dîse jî paronaya wan yek e û divê bi gotina “neofaşîzm”ê de werê binavkirin… Her çiqasî desthiladarên nû, pesnê xwe bi “aqilê nû”, “pêşbînî” û “siyaseta pêşverû” bidin û bixwazin xwe ji hişmendiya serdemên beriya xwe cüda nîşan bidin jî, nikarin û derewan dikin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî di her firsetê de gotina “birayên Kurd,” bikartîne, lê di desthilatdariya xwe ya 23 salan de, ji paranoya faşîzma veşartî, “neofsîzm”ê rizgar nebû.
Kurdan, neofaşîzm, di gotina “qirkirina fizîkî û siyasî” de anîne ziman û gotin, ev kiryar encama sunda faşîstên îttîhat û Terakkî “hale-î ûstûvar” e.
Mînak; (Navenda Ragihandina HPG, di daxuyaniya 1ê Adarê de ragihand ku hêzên artêşa Tirk, di êrîşên li ser herêmên gerîla yên li herêmên Zap û Metînayê, bi armanca tunekirina Gerillayên Azadiyê çekem kimyewî yên konvansiyonek bikaranîne.)
Çekên kimyewî, cûreyê firinên Hitler in. Di sala 1915an de jî fermandarên Îttîhat û Terakkî, li gundê Mîdyadê, Batê Suryanî avêtin kurê çêkirina cêr û seramîkan. Di sala 1935-38an de, heman çek li dijî Dêrsimiyan bikaranîn. Ev kiryarên serdemên cuda ne, lê yek paranoya ne.
Birêz Abdullah Ocalan, beriya sê mehan, li ser dexaleta dewlet û desthilatdariya AKP/MHP pêvejoya aştî û çareseriyê da destpêkirin. Lê rayedarên dewleta Enqerê, yek gav navêtin û ji gotinên waliyê Enqerê Newazat Tandogan yek gav pêş de navêtine. Hafizeya wan ya berê ye, armanca wan jî veşartî ye!
Girtina bi deh hezaran mirovan, kumpas, xespkirina şaredariyên gel, erkdarkirina qeyum, girtina rojnamevan, nivîskar, parêzer, akademisyen û êrîşên eskerî, bikaranîna çeken qedexe-kimyezî, navê rejîmek çawa ye û çiqasî dibe bersiva çarseriyê?
Di Tewratê de, (beşe Tekvîr-1-9) wiha dibêje; “Dema roj di tariyê de winda bû, stêrikan ronahiya xwe winda kir û vemirîn, çiya winda bûn û çûn û devihên li ber zayîne biçolan ketin, hemî lawîrên berrî li hev kom bûn, derya keliyan û fûriyan, hemû mirovanî cot cot kom bûn û hate pirsîn, çima zarokên keç sax tene binaxkirin û têne kuştin”
Di vê babetê de ayatên Qur’anê jî hene
Vêce, di 1992-93an de, Kurdên di çalên asîdê de hatin kuştin, Kurdên li gund û malan hatin şewitandin, Kurdên ji helîkopteran hatin avêtin, kurdên ku 30 sal in di zindanan de têne rizandin. Serokomar Erdogan ku kujerên Hizbulkontra û kujerê Hirant Dink bi efuyên taybet efu kirin. Gelo mirov dikare bi kîjan navî û kîjan gunehkariyê de bin av bike?
Ya rastî; Kiryarên sunda “hale-î ûstûvar”, neofaşîzm in û tene bi gotina “mûnkîr” nayên binavkirin, zêdetir û dijwartir in.
Ev kiryar, di lêgerînên arkeolojik û tablêtên tene dîtin de jî xuya dikin û mirov dibine ku parano yek e; tene reng, temtêl, nav û kiras tene guhertin… Di dema Osmaniyan û Voyvodayê Macarîstanî de “qazox” hebûn, di sedsala navîn de “giyotin” û “engizisyon” hebûn, di serdema me de, çalên asîdê, avêtina ji helikopteran, şewitandina di malan de, dadgehên taybet, weke –Istiklal-DGM û rizandina di girtîgehan de hene.
Beriya çend rojan, Pakêta 1mîn ya Dadgeriyê, li meclîsa Enqerê hate qebûl kirin, Balkêş e, yek girtiyê siyasî ne hate berdan. Hiquqnasên li Tirkiyê dijberiyek tund nişan dan, lê û mixabin, navê rastî yê kiryarên revîzekirin û meşrûkirina faşîzma nû, “neofaşîzm” bikarnanîn.
Faşizm pircûreyî ye, pirrengî ye, tene bi kiryarekî, bi navekî, bi rengekî nayê nirxandin û binavkirin.
Paşayên dewşîrmê yên serdama dawî ya Alî Osmanî, bi faşîzma klasîk êrîşî gelen Anatolya, Kurdistan û Mazopotamyayê kirin. Mîratzedeyên wan jî, bi kiryarên neofşzîmê êrîşan dikin.
Faşîzm dibin kîjan navî de be jehr e, faşist jî bi jehrê dagirtî ne, marên di baxçeyên Firdews de ne û êrîşî cewherê jiyanê dikin. Dustur, rêbaza “kizilelma” de û bi rengên cüda di pratîkê de ye.
Em vegerin destpêkê; Li gerstêrka Cîhanê bûyerên balkêş rûdidin. Yek ji van bûyeran jî şerê Ukrayna û Rusya ye, ya din jî şerê Israîl û Iranê ye… Tu kes cîhanê, ji nû de keşif nake. Lê hêzên ku bi navê şaristaniya modern û demokrasi tevdigerin, cîhan û gelen cîhanê perişan kirine, mîrateya bi milyon salan, di mînaka hespê depî yê Troya de tüne kirine.
Erdogan û desthilatdariya AKP/MHPê, weke hawariyên aştiyê tevdigerin, lê di pêvajoya çarseriyê de gavekê navêjin.
Ji berdêla gavavêtinê, bi çeken kimyewî êrîşî Gerillayên Kurd dikin.
1-Martin Ford, ji Emerîka ye pirtûka ‘”Serdestiya Robotan nivîsî ye, li Tirkiyê jî hatiye weşandin.
2-Hale-î ustûvar, sunda endamên Ittihat û Terakkî ye.
3-Şana Ismet, bac û bêşa serdema Înonû ye.
4-Bîrdoza Tevnêpîrk û Bîrdoja Dojehê, 2 bîrdozên aboriyê ne û bi armanca ku gelan lewaz, misrî û feqîr bikin tene bikaranîn. Civakên feqîr û lewaz, nikarin zarokên xwe bidin xwendin û tene kolekirin.
5-Saxlem, bi quvvet, bi hêz û ewle. Di sunda Iitihadiyan de girêdana bi merutiyeke 1mîn re girêdan jî heye.