13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nemzetên jin: Em ê koopretîfên jina azad ava bikin

Namzetên jin ên Hevşaredarên Şaredariyan  beyannameya xwe aşkere kirin. Jinan anîn ziman ku ew ê bi projeyên wekî bi kooperatîfên jina azad jiyana azad ava bikin.

Rêveberiyên Herêmî ya Amedê ya DEM Partiyê, danezana encamê ya civînên bi gel û rêxistinên saziyên sivîl re li navçeya Sûrê eşkere kir.

Beyanname bi vî awayî ye:

Têkoşîna me ya Pergala Hevserokatiyê ku me bi şîara;

Di sala 1978 an de li Hilwanê(Cirnê Reş)bi 3 endamên xwe yên endamên Jin ên meclisa  şaredariyê daye destpêkirin berdewam e. Weke Jin me ji dîroka têkoşîna xwe mîrateyeke xurt dewr girt. Bi vê hişmendiyê, em dibêjin.

Ji bo em Ameda ku bajarê têkoşîna jinan û biryarbûna jinan e di warê rêveberiyên herêmî de jî bikin bajarê jinan, em ji sala 1999 an heta vê demê têkoşînê dimeşînin. Em ê di vê serdemê de vê têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi hevserokatî û nûnertiya wekhev, dê di nava şaredariyê de meclisên jinan û koordînasyonên jinan bên avakirin û em ê bi meclisên taç û bajaran ên jinan bajarên xwe birêve bibin.

Em ê di pêvajoya sazkirina butçeyê de, di hemû yekeyên xizmetên Şaredariyê de bi jinan re butçeya ji bo xizmeta jinan saz bikin. Em ê butçeya serokatiya daîreya polîtîkayên jinan li gorî pêdiviyên jinan bipêş bixin.

Em ê ji bo ku keda jinê were dîtin piştgiriyê bidin hilberîna herêmî û aboriya komûnal esas bigirin. Em ê herêmên pîlot diyar bikin, asta  xwendin û  nivîsandina dijital, navendên bazarvanî, hobî, hêjmara qursên pîşeyî zêde û berfireh bikin. Jînên ku beşdarî van qursan bibin û bi serkeftî biqedînin arasteyî hilberînê bikin û ji bo ku karibin keda destê xwe bifiroşin derfetên firotinê ava bikin.

Em ê projeyên xwe yên “kooperatîfên jinên azad” ji nû ve bixin meriyetê. Em ê cihên ku Jin karibin helberînên xwe yên weke sebze, fêkî, berhemên şîr û hwd.  biparêzin vebikin. Em ê projeya bostanên ber derî û bostanvaniyê ji nûve bixin meriyetê. Bi rêbaza vekirina malên tov, em ê xizmeta şitlan jî pêşkêşî gelê xwe bikin. Em ê bi li şaredariyan ji bo jinan bûtçeya mor veqetînin, bı vê butçeyê projeyên xwe yên stand û vekirina bazarên taxan berfireh bikin. Em ê ji bo jinan pêkanîna Qertê Daxistî (JIN KART) bixin meriyetê.

Hemû cûre tundiyên li hemberî jinan polîtîk in. Çavkaniya hemû polîtîkayên neyartiya jinan, ji pergala dewletê ya mêranê ye. Pergala dewletê tundiyê li ser jinan kûr dike û jinan di warê têkoşîna li hemberî tundiyê de tenê dihêle. Em ê hemû mafên jinan ên ki bi destê kayûm’an ji jinan hatine dizîn paşve bistînin. Em ê saziyên xwe yên  jinan ên ku ji aliyê dewletê ve hatine girtin ji nûve vekin. Em ê nexşeya tundiyê ya bajarê Amedê derxînin û rêbazên bı bandor ên têkoşîna li hemberî jianan bipêş bixin.

Navendên ku jin hilberînê pêk tînin, hest û nêrînên xwe bipêş dixin, di heman demê de cihê zindî girtina hiş û bîra jinan in. Hedefa me ew e ku em li hemberî polîtikayên bişaftin zayedparêziyê torên xwe yên heyî zêdetir û firehtir bikin. Di vê çarçoveyê de zêdekirina navendên pêşxistina çand, ziman, huner û werzişê pêwistiyeke feraseta me ya rêveberiyên herêmî ye. Em ê ji Gundan dest pê bikin û li tax, navçe û bajaran malên çandê yên jinan zêde bikin. Di heman demê de, em ê Van navendan wergerînin cihên ku jinên navsale tecrûbeyên xwe bı jinên ciwan re parve bikin. Mezopotamya çavkaniya hilberîna jinan û erdnîgariya civakîbûnê ya qedîm e. Tiştên ku me wenda kirine, em ê li cihê ki me elwenda kiriye lê bigerin. Em ê Muzeya Mezopotamyayê ya jinan, ji feraseta mêrane paqijkirî ava bikin û dîroka rastîn a jinan derxin holê.

Di Rêveberiyên Herêmî de feraseta me li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan e. Berpirsiyariya me ya sereke ew e ku em ê polîtîkaya xwe Parastina xwezayê û hemû qadên jiyanê bixin meriyetê. Em ê li ji bo bergiriya qrîzên sirûştî yekeyên têkoşîna li hemberî bûyerên xwezayî yên weke lehî û erdhêjan planên biewle yên demdirêj ava bixin meriyetê. Em ê her sal bi dirûşmeya; “dareke te çandî tune be, tu jî tune yî” li gorî demsalan kampamyayên çandina daran li dar bixin û berfirehtir bikin. Em Jin, em ê daristanên xwe yên bajaran bi hev re ava bikin. Em ê bi projeya çandina tovan, tov û axê bigihînin hev.

Em ê bi rêvebirina qewimînên xwezayî, li  cihê ku mirov bi karesetê re rû bi rû mane, ji nûve jiyanê ava bikin. Em ê bi xebatên jinan avahiyên tekûz ava bikin ku di erdhêjan de hilneweşin. Em ê plana çalakiyan a bı hêza jinan ava bikin, li hemberî qewimînan koordînasyonên jinan saz bikin.

sedem û çavkaniya koçberî û penaberiyê şerên li Rojhilata Navîn e. Wek encamên şer, kesên ku bi koçberiya bi darê zorê rû bı rû dimînin jî Jin û Zarok in. Em ê her dem koçberî, penaberî, her cûreyên tundî, nîjadperestî û nêzîkatiyê bı rengî red dikin û ji bo zindîkirin û xurtkirina jiyanê xebatên xwe zêdetir bikin.

Em ê ji qadên jiyanê heta qadên hilberînê modela bajarvaniyê ava bikin. Em ê ji bo jinên koçber navendên şêwirmendiyê ava bikin.Em ê ji jin û zarokên ku li kuçeyam mane, malên mêvanan ava bikin. Em ê ji bo kinc û xurekên zarokan cihên hewandina kesên bêkes ava bikin.

Em ê ji bo ku astengdar jiyaneke wekhev bijîn xebatan bimeşînin û jiyana li gorî astengdaran pêkan bikin. Em ê di rêveberiyên herêmî de ji bo astengdaran çalakiyên ku balê bikişînin ser astengdaran bixin meriyetê. Em ê ji bo astengdaran li hemberî polîtîkayên dewletê yên ku naxwazın bibînin polîtîkayeke bi bandor li de bixin. Em ê ji bo kesên ku rastî tundiyê tên û hatine malên jinan ava bikin. Dem Partî sibê ji bo zarokan jihê parastinê vedike..Malên jinan ên peydakirina dermanan, jinên navsale tecrûbeyên xwe bi jinên ciwan re perve bikin

Di rêvereyên herêmî me yên Amedê ya Partiya DEM em ê malên jinan ava bikin. Em ê xebatên xwe ji nû ve destpêdikin ku ji bo her taxê kreşek vekin. Em ê projeya xwe ya li her taxê berdewam bikin.

BI TECRÛBE Û DANHEVA ME YA KU ME Dİ WARÊ RÊVEBERİYA HERÊMÎ DE BİDEST XISTIYE EM BI PARADÎGMAYA Demokratik Ekolojîk û azadîparêziya jinan tên.