12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Neheqî li ku be, em li wir in’

Rêvebera AKKAY-DER’ê Sibhiya Bayram ku berê tev li Meşa Azadiyê bûbû, niha li dijî qeyûm tev li “Meşa rêzgirdina ji vinê re” bûye. Bayram anî ziman ku neheqî li ku be ew ji bo heqî û heqîqetê biparêzin li wir in.

“Meşa rêzgirtina ji vînê re” îro di roja 9’emîn de didome. Meşvan piştî ji Depînê derketin berê xwe dan Colemêrgê. Meşvan nêzî 200 kîlometre bê westan û rawestan dimeşin. Li dijî qeyûm, li dijî tecrîd û li dijî şer dimeşin. Ji bo parastina vîna gel, ji bo parastina aştî û nasnameyê dimeşin. Nêzî 200 kesên ku ji jin, ciwan, zarok, kal û pîran pêk tê dimeşin. Yek ji van meşvanan Sibhiya Bayram û Mele Emîn ê dengbêj e.

Sibhiya Bayram ku ji Bajarê Edeneyê li ser navê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine ya Akdenîzê (AKKAY-DER) beşdarî “Meşa rêzgirtina ji vînê re” bûye, li ser armanca meşê û coşa meşê nirxandin kir.Bayram anî ziman ku piştî di 3’ê Hezîranê de qeyûm tayînî Colemêrgê kirin, ji bo parastina vîna gelê Colemêrgê û vîna gelê Kurd ketin nava tevgerê û wiha got: “Ji bo me qeyûm tayînî kijan bajarî bike zêde ne girîng e. Ya girîng ku em li dijî wê ne, nenaskirina vîna gelê kurd û gelan e. Îro neheqî li ku be em li wir in. Neheqî li ku be em em li dijî neheqiyê ne. Ji bo ku em aliyê mazluman in û li dijî neheqî û nenaskirina vîna gel in ez tev li vê meşa azadiyê dibim. Ev cara duyem e ez tev li meşa azadiyê dibim. Li vî welatî hilbijartin heye. Gel kê bixwaze wî-wê hildibijêr e. Gel di aliyê hilbijartinê de azad e. Lê divê kesên ku gel ew hilbijartibe dewlet qeyûm tayînî şûna wî neke. Lê em dibînin ku ev heq û hiqûqa hilbijartinê û mafê vîna azad tune ye. Kesên ku gel wan hildibijêre, dewlet qeyûm tayînî şûna wan dike. Dema mijar dibe kurd, her tiştî qedexe dikin û binpê dikin. Zagon û pîvanên xwe jî nas nakin û binpê dikin. Ji ber ku kurdan tune dihesibînin.”
Divê hurmetê nîşanî vînê bidin

Sibhiye Bayram destnîşan kir ku ew jî xwedî heq, hiqûq û nasname ne û wiha berdewam kir: “Em jî xwediyê vî welatî ne. Em jî xwediyê vê axê û alê ne. Li vî welatî heq û hiqûqê me jî divê wekî yê gelên Tirkiyeyê hebe û bê parastin. Divê li vî welatî heq, hiqûq û vîna mirovan bê parastin. Îro çi ereb, çi kurd û çi tirk dibe, gel kê hilbijêre divê mirov hurmetê nîşan bide. Ji bo me jî gel kê hilbijêre em hurmetê nîşanî vîna wan didin. Divê ew jî hurmetê nîşanî vîna me bidin. Lê hikûmet hurmetê nîşanî vîna gelê kurd nade.”

Qeyûm tecrîd û zordarî ye

Sibhiye Bayram bal kişand ser wateya qeyûm û wiha lê zêde kir: “Qeyûm tecrîd e. Qeyûm zordarî û zordestî ye. Qeyûm kuştin, înkar û tunekirin e. Qeyûm neqebûlkirina vîna gelê kurd e. Qeyûm dizî, talankirin û wêrankirin e. Qeyûm dijberîya vîna gel e.”
Li dijî zilmê serî rakin
Bayram bang li gelê kurd, tirk û hemû gelên mazlum kir û wiha axivî: “Banga min ji gelê kurd, tirk, ereb, çerkez û hemû gelên mazlum re ye. Tev bibin yek û li dijî vê zilmê serî rakin. Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin. Îro dora Colemêrgê ye, sibê dora Enqere û bajarekî din e. Dora bajarên Derya Reş, Îzmîr û bajarên din e. Hemû kesên ku dibêjin ez mirov im, ez mafparêz û welatparêz im, ez bang li wan dikim. Divê tu kes zilmê qebûl nekin. Divê her kes piştgiriya meşê bikin û neheqiyê qebûl nekin. Bila her kes dengê xwe bilind bikin û li dijî zilmê rabin. Çi jin, çi zilam, çi zarok û çi kal û pîr divê her kes li vîna xwe xwedî derkeve û qeyûm qebûl neke.”

Bila ziman û vîna gelê kurd nas bikin

Bayram, anî ziman ku gelê kurd û tirk 100 sal in li ser vê axê dijîn û wiha pêde çû. “Em 100 sal in li ser vê axê bi hevre dijîn. Em wekhevî, xwişk û biratiyê dixwazin. Em dixwazin dayikên me êşa zarokên xwe nijîn. Bila dayik şîna zarokên xwe negirin. Divê êdî maf, vîn û nasnameya me nas bikin. Divê ziman û çanda me nas bikin. Dema em bi kurdî diaxivin divê tehamulî zimanê me bikin. Ji ber vê yekê hemû kesên xwe mirov dibîne li dijî vê zilmê serî rake. Eger armanca wan qeyûm e, wê demê çima sindoqan datînin. Çima hilbijartinê pêk tînin. Eger dê qeyûm tayîn bikin, wê demê bila sindoqan danînin. Qeyûm û sindoq bi hevre nameşe. Bila raste rast bêjin em vîna we û nasnameya we nas nakin. Eger dê sindoqan dînin jî wê demê divê hurmetê ji sindoqan re nîşan bidin. Mehekê jî em bimeşin em ê heta dawî li dijî zilmê û li dijî qeyûm bin. Em zilmê qebûl nakin.”
Bayram, anî ziman ku îro hikûmeta tirk, vîna erebên ji Sûrî koçî vir kirine nas dike, lê vîna gelê kurd nas nake. Hemû mafê wan, ziman, çand û perwerdehiya wan qebûl dike, lê hemû tiştên me înkar dike. Em dixwazin dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj, yên înkar û îmhayê berdin. Em dixwazin êdî vîna gelê kurd a azad nas bikin. Divê êdî bi gelê kurd re li ser masê rûnên û vê pirsgirêkê bi rêya diyalog û rêyên demokratîk çareser bikin. Em dibêjin Kurdistan baxçeyê gulan e, cihê her kesî têde heye.”

Endamê TUAY-DER’ê ya Wanê Mele Emîn jî armanca xwe ya tevlêbûna meşê anî ziman. Mele Emîn ku bi stranên xwe û govenda xwe coş û kelecanê dide meşê wiha axivî: “Em hevî dikin ku ev meş dê bibe meşa azadî, wekhevî, aştî, hezkirin heqîqet û edaletê. Bi armanca ev meş bibe meşa azadiyê tev li vê meşê bûme.
Mele Emîn di meşê de bi strana Ahmedê Mala Mûsa westana meşvanan ji wan stend û hêza meşvanan zêde kir.