15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Necmettîn Salaz hat bibîranîn

Nûnêrên DFG û MGKê, Rojnameger Necmettîn Salaz di duyemîn salvegera wî de ew li ser gora wî bi bîr anîn.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Rojnameger Necmettin Salaz ku di 14ê cotmeha 2023yan de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir, di duyemîn salvegera mirina wî de ew li ser gora wî bibîr anîn. Malbata Salaz, Platforma Saziyên Demokratîk, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Dayikên Aştiyê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê DFGê rojnameger Bazîd Evren axivî û diyar kir ku têkoşîna Kurdan gelek kesayetên hêja derxistiye holê, yek ji wan Necmettîn Salaz bû. Bazîd Evren, da zanîn ku Necmettîn Salaz kesekî berhemdar û afirîner bû û got: “Ew şoreşger, rojnamevan û nivîskarekî hêja bû. Di demên dijwar re derbas bû, lê qet ji sekna xwe ya şoreşgerî tawîz neda. Tevî hemû zehmetiyan jî Mamoste Necmettîn kar û xebatên xwe berdewam kir. Wî mîrateyek hêja ji me re hişt. Em ê xwedî vê mîrateya ku wî ji me re hiştiye derbikevin û bidomînin.”

Piştre Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr axivî û diyar kir ku rojnamevan her carê ji ber ku rastiyan di tariyê de nahêlin dibin hedef. Cemal Demîr, sersaxî ji malbat û çapemeniya Kurd re xwest û Necmettîn Salaz bi bîr anî.

Jiyana wî wegot

Birayê Necmettîn Salaz, Kadîr Salaz bi vegotina jiyana birayê xwe dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Necmettîn di dema têkoşîna şoreşgerî ya li Wanê de li gelek saziyan xebitî. Li girtîgeha Amedê siyaseta Kurd naskir û têkoşîna xwe bi wan re domand. Piştre çû Helebçeyê û gelek ji wir û Silêmaniyê hez kir. Li wir bi nexweşiyê ket. Berî ku jiyana xwe ji dest bide got, ‘Bila bihuşta hemû olên pîroz a te be. Du metre erdê li Goristana Akkopru ya li Wanê ji bo min bes be.’ Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Merasîma bîranînê bi danîna qurnefîlan a li gorê bi dawî bû.