Me Newroz li pey xwe hişt. Dil dixwest ku em qala geşedanên ku Newroza îsal bi xwe re çi anî bikin. Lê mixabin dîsa neyarên kurdan dixwazin bi destê îxanetkaran êrîşî destkeftiyên gelê kurd bikin. Di pêvajoya ku kurd her roj gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin dîsa nêçîrvanê qewmê xwe Nêçîrvan Barzanî bi lez û bez çû ber lingê Erdogan. Ew Erdogan ê ku em qala wî dikin di demek nêz de cenazeyê dayika Taybet ku bi rojan li erdê hişt. Ew Erdogan ê ku kujerê zarok, pîr û kalên, xwezaya Kurdistanê ye.
Gelo Nêçîrvan çima bi lez û bez çû ber lingê kujerên kurdan? Ji bo meriv bersiva vê pirsê bide kêm be jî divê mirov çavekî li dîrokê bigerîne. Ev bi dehan sal in dibin pêlîstokên neyarên kurdan û xwîna kurdan dirjîne. Biqasî wan zirar daye gelê kurd tu kesî zirar nedaye. Heke îro hîn jî ji bo azadiyê em berdêlê didin, sedema yekem ji ber îxaneta vê malbatê ye.
Êdî her kes vê yekê qebûl dike ku PDK û Barzanî ji bo neyartiya gelê kurd hatiye avakirin. Ji bo kurd negihêjin mafê xwe û azad nejîn çi ji destên wan tê dikin. Mînaka herî ber çav; neyariya wan a vekirî li hemberî PKK’ê û Şoreşa Rojava ye. Ewqasî ketine nava îxaneteke wisa bi rehetî dibêjin; ‘çi karê wan li vir heye’. Li şûna ji neyarên kurdan re vê gotinê bibêje ji berxwedêrên gelê kurd re dibêje. Xwediyê vê gotinê Nêçîrvanê çûye ber lingê Erdogan bi xwe ye. Ma qey nizane ku ew bi vê gotinê bi destên xwe bîra xwe dikole. Ji me jî bêtir baş dizane. Ji ber ku ew ne bi serê xwe ne, xwediyê wan çi ji wan re dibêje ew wê dikin.
Ger ku mirov qala îxaneta Nêçîrvan bike dikare bi sedan rûpel binivîse. Êdî her kes jî Nêçîrvan û Erdogan ji têkbirina destkeftiyên kurdan bigirin heta şirketên avakirina şîrkên hev in. Ew pereyên ji petrolê tên di nav hev de parve dikin. Li aliyekî bi dildarî îxanetê li gelê kurd dike û li aliyê din jî li ser xwîna gelê kurd serweta xwe zêde dike. Çi dibe li kesên ji wî bawer dikin li pey wî diçin dibe. Ew kez heke bên kuştin ji kîsê xwe diçin. Heke bimînin jî heta dawiya emrê xwe serê wan li berjêr be û nikarin li çavên gel binêrin. Wer xuya ye yên mane wê di demeke nêz de di bîra dikolin de têwer bibin.
Li hemberî vê îxanetê hertim berxwedan heye û ji niha pêv jî dê hebe. Heta ku ev îxanet hebe wê berxwedan jî hebe. Tişta ku malbata Barzanî baş fêm bike ku Tevgera Azadiyê ji bo di serî de gelê kurd û hemû gelên bindest azad bibin têdikoşe. Mînaka vê Şengal e. Mînaka vê Reqa ye. Meriv dikare mînakên bi vî rengî zêdetir bike. Di vir de tişta derketiye holê ew e ku PKK ji bo mirovahiyê têdikoşe, malbata Barzanî jî ji bo pêşiya vê berxwedanê bigire di nava lîstîkên qirêj deye. Bi kurtasî dibêjin ‘em xulam in û divê her kes bibe xulamê neyarên kurdan’, vê yekê jî bi rehetî li ser her kesî ferz dikin.
Divê baş were fêmkirin ku ne îxaneta PDK û malbata Barzanî û ne jî çeteyên dagirker ên tirk wê nikaribin xwe li ber vê berxwedana gel û agirê Newrozê bigirin. Ev 50’î sal in agirê Newrozê ku bi destê Rêber Ocalan hatiye pêxistin, pêt bi pêt xwe gihand çar dîwarên girtîgeha Amedê. Li Amedê bi destê Mazlûm Dogan geş bû, di bedena Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan de nemir bû. Ev agirê nemiran bû yê milyonan û niha jî bûye pêta azadiyê.
Em êdî ketine pêvajoya Newroza azadiyê. Ji bo vê jî ne tenê roja Newrozê divê hemû rojên me bibin Newroz. Ji bo vê jî divê em Newrozê rast fêm bikin û li gorî ruhê wê tev bigerin. Ew agirê Newrozê her sal mezin bûye û îsal bûye Newroza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan. Em hemû gelên li hemberî dagirkerî û bidestiyê têdikoşin vê yekê baş zaninbin ku heta Rêber Ocalan di aliyê fizîkî de azad nebe tu kes nebêje ez azad im.
Newroza azadiyê li hemû gelan pîroz be.