Havîna Dilfirtone
Te bi dilê me tevan
Firtoneyê rakir di rojek havînê de
Fîncan tije xewn bûn
Qehweya dapîran sar bû di cezweyan de
Te bi singa me tevan xwe da ber bahozan
Derî û pace neman
Bexçeyan mal bar kir
Tu bi lingên me tevan beziyayî ber çeman
Berîk tije gule bûn
Qûyên bêdengiyê tirsiyan
Kofiyên kêfxweşiyê xwar bûn
Te bi çavên me tevan mêze kir
Dar bi kulîlkan dîn bûn
Fîncanên qehweya hişyariyê hatin
Qurt bi qurt vegeriya nîvroya xweş
Te bi dilê me tevan firtoneyê rakir
Bi lingên me tevan ji avê derbas bûyî
Mirov qet nizane ku di dorê de çi heye, dê çi, çi bîne pêşiya mirov; çi, çi bi mirov bide nkvîsandin. Çendî ku wî dîl girtin û ji sifra me ya jiyanê dûr xistin, çendî ku dîsa bi zimanê me tevan gotina xwe got (jixwe em li bendê bûn, me dizanî ku çawa derfetek bibîne, dê wek şêrek a dilê xwe û me bêje) destên min bûne moristang diçin û tên, dixwazin hin tiştan binivîsînin, hin dîwaran hilweşînin û hin dûrahiyan tune bikin.
Lê her tişt dibêje; ”kanê, kanê ew dilbahozê ku bi dilê me tevan dida pey bahozan”? Kanê ew lewendê wêrek, ew gerokê welat û zimanperwer ku gund bi gund, newal bi newal digeriya, çol bi çol gulan av didan? Kanê kanê ew şêrê ku singa xwe dida ber tevî gule û zelzeleyan? Kanê ew çav û dilê azad û dijwar ku celadan li ser sûc zeft dikir û berê xwe dida nêçîreke din, lew ew bûbû, karibû bibe nêçîrvanê nêçîrvanan?
Tu qet nedihatî
Di lênûska te ya ewil de
Rastî daristanek dihatin em
Me rê şaş dikir
Kuştî û zindî tevlêhev dibûn
Me qazaxê te yê rîs li xwe dikir
Çûk ji asîmanê çavên me derbas dibûn
Milên me yên li daran lefiyayî
Çiqas bêriya te dikirin
Me qazaxê te yê rîs li xwe dikir
Kuliyên berfê dihejmart
Û bêriya te dikir
Ax, tu qet nedihatî
Min digot ez ê di hevdîtina ku li pêşiya me bû de, çend helbestan bixwînim bo wî, lê wa ye neçar mam ku li vir binvîsim, li vir; li ser vê rûpela ku dizanim ew ê qet nikaribe bixwîne, lew baş dizanim ku “ew der” ku der e û di dorpêça çend ejderhan de ye.
Em xwedî yan jî bêxwediyên welatekî welê ne ku, nizanin dê kengê çi bibe yan jî kîjan kavil, xwe kengê li ser kîjan kavilî bicih bike. Lê em ew qas jî dizanin û dibînin ku berdêlên riya rûmetê pir giran in. Em dizanin ku şiverêyên herî xweş, ji nav agir derbas dibin û stranên herî çêjdar, bi neynûkan tên nivîsandin. Lê dîsa jî gav tê, mirov weke peykerekî li cihê xwe disekine û dipirse;”ma ew ê îro jî neyê?”,”ma dîrok neçar bû ku derdê tunebûna wî jî bi me bida kişandin?”
Her ku tiştek dibe em dibêjin ku” cîhên wan”vala namîne, em ê bêjin û cihên wan vala nehêlin jî. Lê digel her tiştî, em baş dizanin ku cih, vala dimînin, çawa ku tu tilî nikare cihê tiliya din bigire, tu kes jî nikare cihê kesên din bigire. Çimkî her kes yeka/yekê tik û tenê ye û bes dikare cihê xwe bigire, ne yên kesên din. Loma jî cihê wî heta bêjî vala ye û ev ne sûcê tu kesî ye, bes rastiyek e.
Derence
Yên ku bi derenceyên xelkê diçin jor
Şaş mezin dibin
Lê yên ku xwe bi derenceyên xwe ve
Dizeliqînin jî
Tim biçêk dimînin
Dibêm qey ya ku ew pê bû “ew”, ev bû; ewî derenceyên xwe bi xwe çêkir û welê meşiya, dê tim welê be jî. Em li hêviya wî ne ku were, bila zû were û bi dilê me tevan dîsa firtoneyan rake!
*helbest ji pirtûka min a dawîn Kirasê Heyvê ne, (weşanên Aram) Nêçîrvanê Nêçîrvanan