Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçirvan Barzanî 4 roj beriya hilbijartinên parlamenta Herêma Kurdistanê ji nişka ve hat Enqereyê. Tê payîn ku Nêçirvan Barzanî Recep Tayyîp Erdogan bibîne. Serdana Necîrvan Barzanî ya beriya hilbijartinê balkêş e. Di vê pêvajoyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî zêde bûne.
Li Behdînanê 400 gund vala kirine
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî li Dihokê di mîtînga hilbijartinê de diyar kir ku tenê li herêma Behdînanê zêdeyî 400 gund ji ber “Xiyaneta PDK’e” û “Dagirkeriya dewleta Tirk” hatine valakirin.