7 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek şand Konferansa Navneteweyî ya DEM Partiyê. Nêçîrvan Barzanî got ku ji ber destpêkirina pêvajoya aştiyê destxweşiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike.

Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê bi rûniştinan berdewam dike.

Beriya rûniştina “Ezmûnên di çareserkirina şer de” Berdevkê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwend.

Peyama Neçîrvan Barzanî wiha ye: “Amedekarên Konferansê mêvanên hêja dembaş. Spas ji bo we me vexwend konfernasê. Aştî tenê bêdengiya çekan nîn e. Aştî qebûlkirina hevdu ye. Qebûlkirina hemû cudahiyayan e. Her ku aştî axivî ye, aramî serwer bûye. Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê û hemû herêmê dike.

Em bi hemû awayî piştevaniya aştiyê dikin. Diyalog dikare destkeftiyên mezin ji bo hemû aliyan biafirîne. Herêma Kurdistanê dê her tim piştevaniya pêvajoya aştiyê bike. Serkeftina aştiyê bêhnfirehiyê dixwaze. Divê her dem li ser aştiyê xebat hebe. Em spasiya birêz Erdogan dikin. Ji bo vê pêvajoyê.

Em destxweştiyê li Serok Ocalan û birêz Devlet Bahçelî dikin ku xebata aştiyê dikin. Pêşeroj li ser bingeha aştiyê tê avakirin.”