12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryarên PKK'ê daxuyaniyek da û got ku rûpeleke dîrokî hatiye vekirin.

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryara xwefesixkirinê ya PKKê peyamek belav kir. Barzanî got ku ew piştgiriyê didin biryara xwefesixkirinê û danîna çekan û ev biryar dê rûpeleke nû li herêmê veke.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:“Em piştgiriyê didin biryara PKKê ya xwefesixkirin û danîna çekan û guhdana wê ya banga birêz Ocalan dikin û wê wekî gaveke çarenûsî dibînin ku rûpeleke nû li herêmê vedike. Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku bihevrejiyanê û aramiyê li Tirkiye û seranserê herêmê xurt dike. Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst ên hemû aliyên têkildar bê bersivdan. Ev zemîneke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke mayînde û tevahî ku dawiyê li dehan salên tundî, êş û janan tîne û herêmê ber bi asoyeke nû ya bipêşketinê ve dibe. Her wiha em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bona serkeftina vê derfeta dîrokî.”