12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nebe nebe ha

Gelî hevalan nebe nebe ha hûn di hevdîtinan de qala îsot û balîcan û firingiyan bikin. Hevalên wî jê dipirsin, dibêjin; Çima em qala îsot û balîcan û firingiyan nekin?

Di salên 1980’yî de li hefsa Diyarbekir Îsmaîl Gul û Bişar ( Eliyê Ûnis ) di nava hevalan de herî hevalên ku bi hev re tevdigeriyan, Îsmaîl û Bişar in. Ji ber doza fikr û ramana rêxistinî hatine girtin. Di hefsa bajarê Amedê de ne.

Di wan salan de jî bi fermana rêvebirên hefsê leşker û gardiyan her roj li girtiyan dixin. Di rojên zivistanê de wan derdixin hewşê û li ser berfê wan tazî dikin û li wan dixin. Heya ku gardiyan diwestin.

Rojekê dîsa wisa li girtiyan dixin. Diwestin. Girtiyan dikin qawuşan. Lê Îsmaîl li hewşê dihêlin. Û dikevin ser, qêrîna Îsmaîl diçe erşê heftan. Girtiyên dinê tu kes nizane çima li Îsmaîl dixin.

Gardiyan û leşkerên çavsor bi dilê xwe li Îsmaîl dixin. Heya ku ji heş diçe. Piştî ji heş diçe. Wî di erdê re dikşînin dibin davêjin hundirê qawişê. Heya roja dinê bi zor heşê wî tê serê wî. Dema tê ser heşê xwe. Hevalên wî jê dipirsin dibêjin: Îsmaîl van malmîratan çima ewqas li te xistin? Îsmaîl ji wan re dibêje;

Îsmaîl got:

– Hevalno, hevjîna min hat hevdîtina min. Wekî hûn dizanin niha dema çandina balîcan û îsot û firingiyan e. Ji min re got:

-Te tovê balîcan û îsot û firingiyan li ku veşartiye?”

Min jî jê re got:

– Tovê firingiyan di filan şibakê de di tûrikê filan rengî de ye. yê balîcanan di filan tûrikî de ye. Yên îsotê jî di filan tûrikên girêdayî de ye. Îcar van kerbavên ku guhdariya me dikin. Diçin ji rêvebirên hefsê re dibêjin; Îsmaîl ji hevjîna xwe re gotiye Keleş di filan tûrêde, di filan şibakê de ye. fîşek di filan tûrî de ye, bombayên destan jî di filan tûrikî de ye. Herin derxin bibin nava bostan deynin.”

Rêveber jî gazî gardiyanên çavsor û kerbav kiriye ji wan re gotiye, hal û mesele ev e. Li min xistin, li min xistin. Heta ku bawer kirin ku em balîcan û îsot û firingiyan datînin têr li min xistin. Min qala tovê wan kiriye. Hê dev ji min berdan. Hûn dibînin. Ez ji mirinê rizgar bûm.

Gelî hevalan nebe nebe ha hun di hevdîtinan de qala balîcan, îsot û firingiyan bikin.

Piştî çend salan Îsmaîl Gul û Bişar di şerekî bi desthilatdaran re şehîd bûn.