26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Neam Bedel: Armanca me ne hevdîtin e azadkirin e

Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re got: “Di encama xebatên ku hatin meşandin de hevdîtin bi Serokatî re pêk hatin lê em dixwazin Serokatî ji nav çar diwaran derbikeve. “

Li Şengalê di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. TAJÊ bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ vê qonaxê di 25ê kanûnê de derbasî qonaxek nû kiribû.

Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel têkildarî kar û çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hevdîtinên li Îmraliyê de nêrînên xwe anî ziman.

Endama TAJÊ Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de li ser navê jinên êzidî silavên xwe ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re şand û der barê xebata ku wan daye destpêkirin wiha axivî: “Ji Şengalê heta Îmraliyê em silavên xwe dişînin, em hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de silav dikin. Ev salekî ye ku me pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Serokatî daye destpêkirin. Armanca me ne tenê ew e ku hevdîtin çêbibin. Armanca me azadiya fizîkî ya Serok e. Ji bo vê heta niha di çarçoveya pêngava ku hatiye destpêkirine de ji bo azadiya Serokatî û Xweseriya Şengalê de, kedek mezin hat dayin.”

Neam Bedel di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Keda ku vê tevgerê daye bû sedema  hevdîtina  bi Serokatî re. Armanca me ne tenê hevdîtin e lê bi vê hevdîtinê êdî em zanin ku tenduristiya wî, rewşa wî çawa ye. Lê ev tenê ne bes e. Pêngava ku me daye destpêkirin berdewam dike û heta Serokatî azad bibe em ê dest ji tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê bernedin. Çalakî, meş, civîn û semînerên me berdewam dikin.

Neam Bedel di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heta Serokatî ji Îmraliyê neyê berdan tu tiştek çareser nabe. Dê pirsgirêken li Rojhilata Navîn berdewam bikin. Şer û alozî dê berdewam bikin. Serokatî azad bibe dê pirsgirêken aborî, pirsgirêken gelên bindest, pirsgirekên Rojhilata Navin çareser bibin. Hêvî û daxwaziyên me ji bo tevahî mirovahiyê ne. Divê CPT li pişt erk û berpirsiyariyên xwe be. Serokatî di nav çar diwaran de ye divê bê berdan. Hêviya gelê bindest derketina Serokatî ye. Bi derketina wî dê ew şer û agirê Rojhilata Navîn vemire.”