Ziman bingeha hebûna wêjeyê ye û wêje jî xuyanga herî bilind a zimên e. Wêje wê pêwendiyê bi hest, hizir, hîs, bîr û hişmendiyeke domdar dixemilîne. Ji bo wê, ne wêje bêyî ziman û ne jî ziman bêyî wêjeyê dikare hebûna xwe bidomîne. Ev herdu hêmanên girîng hem sedema hebûna hevdu û hem jî encam û henaseya hevdu ne. Girêdana navbera herduyan tenê ne têkiliyeke ramanî û armancî ye; herwiha ew têkiliyeke hevparî, hevkarî, dubendî û dualî ya bivênevê ye jî
Li cihê ku yek lê kêm be, ya din jî bêdeng dibe, li cihê ku yek jê wenda dibe, ya din jî kor dibe. Ji duh heta îro ziman tenê ne pergalek e ku ji hêla mirovan ve tenê ji bo ragihandinê hatibe bikaranîn. Ew hilgirê raman, çand û nasnameya mirov a civakî, çandî û cîhanî ye jî. Mirov bi saya zimên cîhana ku lê dijî dinase û bi saya wêjeyê jî wateyê dide wê cîhanê. Ji ber vê yekê, ziman hem nexşeyek û hem jî neynikeke gerdûna hestiyarî û derûnî ya mirovan e. Wêje ew huner e ku di geliyên herî kûr ên vê nexşeyê de digere û bi saya zimên xwe di neynika gerdûnê de dibîne.
Heke ziman tune be wêje nikare teşeyekê bide hestan; heke wêje tune be, ziman nikare wan hestan watedar bike û bixemilîne. Dewlemendiya zimanekî bi kûrahiya wêjeya ku bi wî zimanî hatiye nivîsandin pêk tê û wateyê dibîne. Ziman ew ruh e ku di dilê wêjeyê de lê dide. Wêje jî hêza herî mezin e ku ziman zindî dihêle. Ji ber ku ziman di jiyana rojane de tê bikaranîn, hin caran difelişe, westar dimîne û bêwate dibe. Belê wêje ji bo ziman qadeke zindîbûn û dewlemendiyê ava dike. Wekî nimûne, helbestvanek peyveke asayî vediguherîne ronahiyekê; romannivîsek bûyereke herî girîng a dîroka mirovahiyê di hevokek sade de aşkera dike. Ev e ya ku derfet û fersendê dide ku peyv di ferhenga zimên de bi cih bibe. Her ku wêje sînorên ziman derbas dike, ew berfireh dibe. Her ku wêje ziman berfireh dike, cîhana mirovan a hundirîn jî berfireh dibe. Her ku ziman cîhana mirovan a hundirîn berfireh dike, peyveke nû giyanekî nû, hest û ramaneke nû jî li wêjeyê zêde dike. Çawa ku zimanekî bê wêje dişibe xwezayek bêreng, wêjeyeke bê ziman jî dişibe gerdûneke bêdeng. Wêje bê ziman nayê xeyalkirin. Ji ber ku ziman hem materyal û hem jî amûrê wêjeyê ye. Pênûs ji bo nivîskaran, firçe ji bo wênesazan, amûrên muzîkê ji bo muzîkjenan çi bin, ziman jî ji bo wêjevanan ew e. Lê ziman ne tenê amûrek e; ew di heman demê de karakterek e. Her zimanek xwedî giyanek taybet e û muzîka wê ya hundurîn heye. Serketina nivîskarekî/ê bi bihîstina wê muzîkê dest pê dike. Eger tu bêyî têgihîştina xwezaya ziman, dengê wî, dînamîkên wî yên navxweyî binivîsî, peyv dibin tenê qalikekî vala. Wêjeya bê ziman mîna goristana peyvan e: hevok hene, lê giyanê wan tune ye.
Her gel û civak bi zimanê xwe cîhaneke hestî, giyanî û ramanî ava dike. Ziman avahîsazê derûnî yê şaristaniya gelan e. Ji ber ku wêje bîranîna zimên e, civaka ku zimanê xwe wenda dike, wêjeya xwe jî wenda dike. Wêjeya bê ziman wekî goleke çikiyayî/ziwa, zimanê bê wêje jî çemekî bê his û bê deng e. Zimanekî bê wêje wek dareke bê reh e. Ew tê axaftin lê bi pêş nakeve; tê hînkirin belê nayê hîskirin. Ji ber ku wêje bi berdewamî vejena zimên xurt û dewlemend dike, gava ku wêje tune be, ziman nikare xwe bigihîne dahatûyeke dewlemend. Ew ê tenê wekî dengvedaneke rabirdûyê bimîne. Bo nimûne, gotinên pêşiyan biwêj, stran, dûrik, zargotin, çîrok, çîvanok, pêkenok û hwd tunebûna, peyvên kurdî îro ewqas bi kûrahî û hestyarî mayinde nedibûn. Wêje tenê ziman naparêze; ew ziman diguherîne jî. Her nifşekî nû bi rêya wêjeyê zimanê xwe ji nû ve hîn dibe, bî kar tîne û hîn dike. Her berhemeke mezin a wêjeyî şoreşek zimanî ye. Di avakirina hevbeş a ziman û wêjeyê de; wêje ziman û ziman ji wêjeyê ji nû ve diafirîne. Ev çerxa pêvajoya afirîneriyê ya herî mezin e di dîroka mirovahiyê de roleke girîng dilîze. Ziman wekî axa ku wêjeyê xurt bike, wêje jî wekî barana ku wê axê berdartir bike.
Bîra hevpar a zimên, nasname û wêjeyê, ziman û wêje jî ne tenê ne ew warên estetîk in; ew tevnên herî kûr ên nasnameyê ne jî. Yek ji baştirîn mînakên vê têkiliyê wêjeya fransî ye. Awayên ku Victor Hugo, Flaubert, Baudelaire û Proust ziman veguherandiye, sînorên fransî bêdawî berfireh kiriye. Bi heman awayî, Shakespeare ne tenê îngilîzî bi kar aniye; wî ew afirandiye. Dewlemendiya îngilîziya îroyîn ji şoreşa wî ya helbestî ya zimanê wê tê. Di vê çarçoveyê de, her nivîskarê/a mezin, di bingehê de, avahîsazê zimanê xwe ye. Her hunermendek ku bi zimanê xwe yê zikmakî dinivîse dengê gelê xwe digihîne zimanê gerdûnî. îspaniya Pablo Neruda, kurdiya Cegerxwîn tirkiya Nazim Hîkmet vê yekê baş diselimîne. Her yek ji wan, êş, berxwedan û kêfxweşiya gelê xwe veguherandiye ziman, ew ziman bi rêya wêjeyê nemir kiriye. Zimanek, digel wêjeyê, bîra xwe ya kolektîf jî diparêze. Ji ber ku her çîrok şahidiya serdemekê dike. Her helbestek berhevkirina hesteke mirovan e. Ziman tenê ne wekî navgînek axaftinê derdikeve holê; ew bi saya wêjeyê vediguhere hilgirê ezmûna jiyanî, bîr û hişmendiyê. Hêza nûjenker a wêjeyê di ziman de xwe dide der. Mayindebûna ziman bi ruhê nûjen ê wêjeyê ve girêdayî ye. Wêjeya nûjen bi şikandina qalibên zimannasî yên kevneşopî şêweyeke nû yê derbirînê diafirîne. Ev ne tenê nûjeniyek fermî ye, şoreşek rewşenbîrî ye. Ji ber ku firehkirina sînorên zimên tê wateya firehkirina sînorên ramanê; Wittgenstein gotiye: “Sînorên zimanê min sînorên cîhana min in.” Îcar wêje jî, ji bo berfirehkirina wan sînoran rêya herî afirîner e. Di avakirina zimên de her peyvek wekî kevirekî, her hevokek wekî dîwarekî, her nivîsek wekî hêlînekê ye, û wêje jê di wê hêlînê de pêk tê, dijî û hebûna xwe didomîne.
Mirov bi zimanê xwe diramin, belê bi saya wêjeyê, kûrahiyê didin ramanên xwe. Ji ber vê yekê, nivîsandina bi zimanê xwe yê dayikê, ne hilbijartinek e; ji ber ku wêje li dijî şêweyên westar û neguherbar ên zimên serî hildide, ew wekî rê û rêbazeke hebûnê tê biakranîn. Ji ber vê yekê, her serdemeke edebî di heman demê de nûbûneke zimanî ye. Wêje ruhê ziman e. Her nifş hestên xwe bi awayekî cuda di ziman de nîşan dide. Ev guhertina di ziman de jî ji jiyanê tê. Ji ber ku ziman organîzmayeke zindî ye; ew ne statîk e, her gav dînamîk e. Ziman û wêje hem sedema vê dînamîzmê û hem jî encama wê ne.
