30 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ne tiştekî kêfî, mecbûriyetek e!

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr da zanîn ku rakirina qeyûman û berdana girtiyên nexweş wekî niyeta baş dikarîbû bihata nîşandan û got: “Divê demildest qeyûm paşde bên kişandin û girtiyên siyasî û nexweş bên berdan. Ev ne bendewariyek e, lê  bi siyasî û exlaqî divê ku ev pêk werin. Ev ne tiştekî kêfî, mecbûriyetek e ku divê pêk were.”

Ji cotmeha 2024an ve atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê guherî. Ji 27ê sibatê ve ye jî hêvî û bendewariyên çareseriyê yên “Aştî û Civaka Demokratîk” hene. Lê dewlet û desthilatdarî ji bo çareseriyê ti gavên şênber neavêtine dijberî vê atmosfera siyasî û bendewariyên civakê tevgeriya, qeyûm tayînî ser şaredariyan kirin. Li gel ku Tevgera Azadiya Kurd ji bo çareseriyê tişta ku diket ser milê wê pêk anî û gavên şênber avêtin jî dewlet û desthilatdarî bi ti awayî nebû bersiv û wekî niyeta baş nîşan neda. Di warê siyasî û civakî de, bendewariya ku dewlet û desthilatdarî samîmiyeta xwe nîşan bide ew bû ku bi lezgînî girtiyên nexweş berde û qeyûmên danîne ser vîna gel a şaredariyên kurd şûnde bikişîne. Li gel ku salek di ser destpêkirina vê pêvajoyê re derbas bûye jî hêj ew niyeta baş nehatiye nîşandan. Têkildarî polîtîkayên qeyûman, xebatên xwe, nêzîkatiya dewlet û dewsthilatiyê û bendewariyên civakê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr pirsên me bersivandin.

Tu hunermendek bûyî û di nav xebatên çandî de bûyî, gelo çi bû sedem ku tu bikevî nav siyasetê?

Niha di nav civakê de rol û misyona hunermendan a pêşengiyê jî heye. Qet nebe hunermendên xwe wekî mixalifê pergalê pênase dikin, misyoneke wan a pêşnegiyê bikin jî heye. Ji ber vê xwe ji hemû pirsgirêkên civakê berpirsyar dibînin. Mînak, stranbêj û muzîkjenek di stranên xwe de, sînamegerek di fîlmên xwe û şanogerek jî di şanoyên xwe de balê dikişîne ser pirsgirêkên civakê. Ew berpirsiyarî ye ku bi rêya hunerê bigihînin girseyên mezin. Lê dema ku hunermend mixalif be qada wan jî teng dibe. Bi girseye mixalif re sînordar dibe. Erê huner bandoreke wê ya ku xwe bigihîne civakê heye lê siyaset jî wisa ye. Siyaset bêhtir derfetên wê hene. Hunermend bi rêya siyasetê xwe digihîne asta sazîbûnê. Tercîha hunermendekî ji bo qada siyasetê ji ber vê yekê ye. Li cîhanê jî gelek mînakên wê hene. Gelek hunermend bi salan huner afirandine lê piştre derbasî siyasetê bûne. Heta aste serokdewletî û serokkomariyê jî hatine. Li vir hinekî ji derfetên siyasetê sûdwergirtin, meseleya demokrasiyê, meseleya xwegihandina civakê ye.

Ji ber vê gelek hin caran hunermend ji bo meseleyên civakî pêdivî dibînin ku têkevin siyasetê. Ji bo me kurdan jî rewşeke me ya wisa heye. Îcar li vê derê bi taybetî jî rêveberiyên xwecihî ji bo hunerê qadek in. Mînak, tu konserekê li dar bixî muxatap şaredarî ne, tu salonekê bigirî muxatap şarerdarî ne.  Ev di 9 salên dawî de yek konser, şano û yek çalakiyeke hunerî ji ber qeyûman li bajarên bakurê Kurdistanê pêk nehat. Destûr nedan. Heta li metrepolên Tirkiyeyê jî rêya hilberînên hunerî hat girtin,  wekî konser, şano hatin betalkirin û qedexekirin.

Mesela çima ev qad ji van derfetan bêpar hatiye hiştin?

Ez ji Mêrdînê hatim hilbijartin. Mêrdîn bajarekî ewqas dîrokî, pir çandî û pir nasnanmeyî ye ku dikare bibe jêderka hilberînên hunerî lê di vê hêlê de bi taybetî kêm maye. Em dizanin hemû di encama polîtîkayên dewletê de hatine kirin. Kesên di nav siyasetê de vê yekê nabînin. Lê ji aliyê hunermendan ve bi hêsanî problemên civakî tên dîtin û çareseriya wan jî tê avakirin. Ji ber van pêdiviyan hunermend pêdivî pê dibînin ku berê xwe bidin qada siyasetê.

Piştî hilbijartinê we dest bi pêywirê kir. Lê 7 meh şûnde qeyûm danîn ser şaredariyê. Gelek xebat û projeyên we nîvco man, ev bi we re rewşek çawa ava kir?

Bi taybetî li bajarên Kurdistanê di van 8 salên dawî de mînak ji bo ziman, huner, polîtîkayên jinan û hwd. xebatek bi pêş neketine. Yên heyî bixwe jî hatin astengkirin û ji holê hatin rakirin. Lê di warê civakî de jî xizmetek nehatiye kirin. Mêrdîn bajarekî mezin e, bajarekî dîrokî ye lê tu dinêre ji saziya wê bigire heta binesaziyê di her alî de problemeke mezin dijî. Ji 2014an û vir ve bi tayîna qeyûman nehiştin ku ew nêrîn û modela me ya rêveberiyên xwecihî li Mêrdîn jiyanî bibe. Ji ber wê jî ew şopên ji nêrîn û perspektîfa me ya demokratîk, ekolojîk û azadiyê jinê esas digire pir zêde çênebûne. Destûr nehat dayîn. Ji ber wê gelek kar û xebat hebûn ku divê me bikirana. Gelek projeyên me hebûn.

Ji bo binesaziyê, ji bo avahîsaziyê,  ji bo jin, ciwan, zarokan û bi tahbetî jî di meseleya zimanê dayikê de gelek projeyên me hebûn. Tu dizanî li Mêrdînê kurd, ereb, suryan, asûr û ermen hene. Mozaîka gelan e. Yanî di vê hêlê de gelek xebat û proje hebûn ku me bikirana lê bi hatina qeyûm re ev projeyên me hemû derb xwarin. Ji ber wê mirov pê diêşe. Yanî ew meseleya xespkirina vîna gel li aliyekî li aliyê din jî xizmet ji bo civakê nayên kirin. Ev jî bi mirov re xemeke pir kûr ava dike.

Di pêvajoyeke ku li Kurdistan û Tirkiyeyê atmosfera siyasî û zimanê siyasetmedaran guherî de qeyûm danîn ser şeredariya Mêrdînê, hûn vê yekê bi çi ve girê didin?

Ev polîtîkaya qeyûman ji bo îktîdarê bûye wekî elimandinekê. Ji vê polîtîkayê pir nan xwarin. Ji ber ku di vê pêvajoya qeyûman de hemû çavkaniyên aborî yên şaredariyan ji bo berjewendiyên xwe, ji bo derdor û alîgirên xwe xerc kirin. Hemû şaredariyên ku qeyûm li ser wan in ti xizmet ji civakê re nekirine û çavkaniyên şaredariyê ji bo xwe bi kar anîne. Meseleya qayûman ji bo îktîdarê veguheriye çandekê û zû bi zû naxwaze vê derfetê ji destên xwe berde. Rast e, tam jî di pêvajoyeke ku ew bêhna gavavêjtina çareseriyê dihat de tayînkirina qeyûm di nav civakê de bandarek mezin çêkir. Belê beriya niha du caran ev hatibû jiyîn lê di povajoyeke ku civakê digot, ‘atmosfera siyasî ber bi guherînê ve diçe, di ziman de hinek be jî nermbûyîn xuya dike lazim e vê carê polîtîkayên qeyûman nexin meriyetê’ de qeyûm tayîn kirin. Dîsa li aliyekî din jî di siyaseta cîhanî de meseleya qayûman ji bo Tirkiyeyê hatibû asta ku derbê bixwe. Êdî prestîja xwe winda kiribû. Wek kes jî ez difikîrîm min digot, ‘ev ji bo wan bûye weke çandekê, naxwezin wan berjewendiyan ji dest bidin lê dema ew pozîsyona xwe ya cîhanî bifikirin, ji şerma be jî îhtimala ku careke din wê wêrekiyê nîşan bidin û qeyûman tayîn bikin qels e.’  Lê di dawiya dawî de siyaseteke hetikî ye û encama wê me dît.

Yanî hûn ne li bendê bûn ku qeyûm tayîn bikin?

Em tam nikarin bêjin ku em ne li bendê bûn. Lewra gelek tişt jî dihatin guhên me. Bi taybetî jî waliyê heyî ku niha qeyûm e, ji serê pêvajoyê ve amadekariyeke wî hebû. Ev bi awayekî aşkera xuya dikir. Me muhatap nedigirt û saziyên din ên dewletê jî kom kiribûn ji wan re gotibû, ‘bi ti awayî têkiliyê bi şaredariyê re daneynin û muhatab negirin.’ Li gel ku di gelek mijaran de şaredarî muhatab e jî destûr nedida ku bi me re têkiliyê deynin. Hemû berpirsyarên saziyan kom dike û dibêje ‘hûn ê tiştekî ji şaredariyê nexwazin û muhatab negirin.’ Di van nêzîkatiyên wan de diyar bû ku amadekariyek hebû. Lê dema ku bi giştî mirov difikirî mirov digot ji hêla siyasî ve di atmosfereke wiha de vê carê nakin. Ji ber ku ji bo wan jî windahiyek e. Lê dîsa bi ya xwe kirin.

Partiyên siyasî û saziyên civakî polîtîkaya qeyûman wekî xespkirina vîna gel nirxandin û xwestin dawî li vê yekê bê. Lê heta niha guherînek çênebûye. Tu vê çawa şîrove dikî?

Dema qayûmê pêşî hat ser şaredariyên me, wê demê me bi zelalî got, divê refleksek civakî ya giştî li hemberî van polîtîkayan bi pêş bikeve. Wê demê jî me ew xeteriya li pêşiya siyaset û rêveberiyên xwecihî didît. Heke li dijî pêkanîneke antîdemokratîk refleksek bi pêş nekeve dewlet û desthilat di wan polîtîkayên xwe de bêhtir kûr dibin, gaveke din jî pêşdetir diçin. Meseleya qayûman jî di serî de me herî zêde bang li mixalefetê dikir. Me digot, ‘lazim e mixalefet li vê derê herî zêde bibe xwedî seknek’, belê saziyên sivîl û demokratîk ên civakî nerazîbûnên xwe nîşan didin lê bi qasî hêza mixalefetê ne bi bandor in. Ji ber wê li vir sekna mixalefetê pir girîng bû. Me bi sedan caran bang li wan kir ku li dijî van polîtîkayan xwedî helwest bin. Heta me digot, ‘heke di polîtîkayên qeyûman de hûn bê refleks bimînin dê sibê dor bê we jî’. Mixabin jî îro ev rewşa bi serê CHPê ve tê van gotinên me piştrast kirin. Xwezî wisa nebûya. Xwezî ev rejîma qeyûman li vî welatî ewqas kûr nebûya. Lê mixabin îro heman polîtîka li ser şaredariyên CHPê tên meşandin. Ji ber wê girîng e ku di dema xwe de reflekseke xurt derbikeve holê. Naxwe îro çiqas mixalefet derbikeve bertek nîşan bide jî zêde bandora xwe tune, ji ber ku êdî rûniştiye û cihê xwe girtiye.

Heke ji destpêkê ve helwesteke tund li dijî qeyûman hebûya dê desthilatiyê dîsa jî ev polîtîkaya xwe bi pêş bixista?

Li gorî min heke bertekeke xurt a civakî hebûya dê dewlet û desthilatê ewqas cesaret nekirina. Ji ber ku di hilbijratina dawî de mînaka Wanê heye. Piştî hilbijartinê xwestin mazbataya hevşaredar Abdullah Zeydan nedinê. Li wê derê serhildanek çêbû û nerçar man ku paş ve gavê biavêjin. Lê ji wê demê ve niyeta wan diyar bû. Îcar ev ji bo hemû şaredariyan derbasdar e. Ger ku wisa bertekeke xurt a civakî hebûya dê teqez newêribûna qeyûm tayîn bikin û dê paş de gav biavêtana.

Gelo çi bû sedem ku bertek û nerazîbûnên civakî kêm bibin?

Ji 2015an û vir ve li vî welatî gelek tişt guherîn. Zext zêde çêbûn, gef zêde hebûn li ser civakê. Civak bi birçîbûyînê dihat tehdîtkirin. Ji ber wê metirsiyek jî li ser civakê hebû. Meseleya KHKayan bandoreke mezin li civakê kir. Ev hemû jî bûn sedema qelsbûyîna refleksa civakî. Dîsa di pêvajoya xwerêveberiyên cewherî de pir zêde êrîşên hovane li ser civakê bi pêş ketin. Tu bixwazî nexwazî li vir metirsiyek ava dibe. Ji ber wê meseleya qeyûman di nav ewqas meseleyên civakî de bû meseleyeke jirêzê. Ji ber wê em dikarin bêjin ku reflekseke pir xurt ku di asta pêşîgirtinê de li dijî qeyûman bi pêş neket.

Li gel her tiştî jî hûn ji nav gel derneketin û xebitîn, ev sekna we ji aliyê gel ve çawa hat pêşwazîkirin?

Ji hatina qeyûm û heta çend mehên piştre dema ku gelê me ku ez di çalakiyan de didîtim dihatin digotin, ‘ma tu li vê derê yî?’ herî zêde min ev dibihîst. Her carê min jî digot, ‘ez li vê derê me û li vê derê bim. Heta ku ez vê pêvajoya peywira xwe bi dawî bikim ez ê neçim ti cihî’. Bi rastî jî ev ji bo civakê jî dibû sedema moral. Helbet gel ji vê yekê razî ye. Lewra em dizanin ku di pêvajoya 2016-19an de jî hemû hevalên me hatin girtin, lê pir kêmên wan nehatin girtin. Ew jî pir wisa çalak li cihên ku hatibûn hilbijartin xebat nemeşandin. Ev rewş jî di civakê de şikandinekê çêdike. Ji ber wê di vê pêvajoyê de em dikarin bêjin ku hemû hevalên me li cihên ku hatine hilbijartin man û xebatên xwe berdewam kirin. Ev jî moral û motîvasyonek bi civakê re çêkir. Ez wek kes jî bêjim tişta etîk jî ev e. Belê rastiyek qeyûm heye, îradeyek hatiye xespkirin lê me jî soszek daye û dirûşmeyeke me jî heye “Em bi  hilbijartinê hatine em ê bi qeyûm neçin” ev ne gotinek jirêzê ye. Em xwedî berpirsyarîn e li vê derê. Kesên ku dengên xwe dane me ne ji bo şexsê me ye. îradeyeke siyasî heye, em jî li gorî wê îradeya siyasî dixebitin. Ji ber wê em ê heta dawiya pêvajoyê di nav civaka xwe de xebatên xwe bi awayekî fîilî dewam bikin.

Hûn her roj li qadan, di daxuyanî, meş û mitîngan de ne, tempoyeke zêde dixwaze ev bandorekê li we dike yan na?

A rastî em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Dibe ku gotineke klasîk be lê derûniya mirov tiştekî wisa ye. Li gorî pêdiviyên jiyanî û berpirsyariyên xwe dikare bi bernameyî tev bigere. Ez bi xwe ji vê bawer dikim. Ew tempoya ku ez tê de me dema ku difikirim, bi rastî jî ji hêza min a fizîkî wêdetir e. Lê dizanim ku berpirsyariya me ye, lazim e ku ev kar û xebat bi pêş bikeve, lewma jî gelek caran ez bedena xwe telkîn dikim.  Ji ber ku bi rastî jî pêvajoyeke wisa, nabe ku dema mirov vala derbas bibe. Dibe ku niha li vî welatî zêde nîqaşên çareseriya kurdan tê kirin lê ji bo çareseriyê jî herî zêde xebat pêwîst in.  Kesekî di nav civakê de xwedî berpirsyarî, xwedî misyona pêşengiyê barê wan di vê pêvajoyê de deh qat  girantir dibe. Ev perpirsyariyeke me ya dîrokî ye. Ji ber wê jî em mecbûr in ku pê re serî derbikevin.

Bi atmosfera siyasî û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ve girêdayî bendewarî û kulîsên ku qeyûm şûnde biçin hene. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Niha di atmosfera heyî de berdewamiya meseleya qayûman şermeke mezin e ji bo siyaseta Tirkiyeyê. Ji ber ku her çiqas em ji aliyê kurdan ve meseleyê dinirxînin, em dibînin ku gaveke berbiçav nehatiye avêjtin. Di meseleya van nîqaşan de em gavekê pêşve neçûne. Rastiyek jî heye ku aliyên kurdan pir zêde gav avêtine. Mînak, daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27ê sibatê da, piştî wê kombûna kongreyê û xwefesihkirina PKKê û her wiha merasîma çekşewitandinê gavên gelek mezin û berbiçav in ku ji aliyê kurdan ve hatine avêjtin. Lê li aliyê din tu dinêrî, heta niha tişta berbiçav ew e ku tenê komisyonek hatiye avakirin. Rast e avabûna vê komisyonê bi nirx e, nîqaşên ku heta niha kirine jî bi nirx in lê ne bersiva wan gavan in ku ji aliyê kurdan ve hatine avêtin. Bi taybetî jî di vê pêvajoyê de me bi sedan civînên gel li dar xistin û di hemû civînan de meseleya qeyûman û berdana girtiyên nexweş, girtiyên siyasî dihat rojevê.  Wek niyeta baş dikarîbû ev her du mesele ji holê rabûna. Em bixwe jî wisa dinirxînin. Ev gavavêtin hinekî dikare bibe nîşaneya samîmiyetê. Ez vê yekê jî wekî şermekê dibînim bi rastî. Ji ber wê divê demildest qeyûm paşde bên kişandin, îradeya gel teslîmî gel bikin, girtiyên siyasî û nexweş bên berdan.  Ne ku bendewariyeke min heye, lê bi siyasî û exlaqî divê ku ev pêk werin. Ev ne tiştekî kêfî, mecbûriyeteke ku divê pêk were.

Devrîm Demîr kî ye?

Ji Midyada Mêrdînê ye. Beşa muzîkê xwendiye. Di pêvajoya avakirin û koordînekirina saziya MEDê ya çand û hunerê de cih girtiye ku ew şaxeke NÇMê ye. Di pêvajoya avakirin û koordînekirina dibistana çand û hunerê ya Avdela (Gundê Dîcleya Amedê) de cih girtiye. Li konservatuara Aram Tîgran Mamostetiya muzîkê kiriye. Di pêvajoya avakirin û koordînekirina Ma Musicê de cih girtiye. Di bin banê Ma Musicê de mamostetiya muzîkê, şeftiya orkestraya zarokan û endamtiya orkestraya jinan û orkestraya giştî kiriye. Yek ji avakera JINmayê ye. Di pêvajoya avakirin û koordînekirina KASEDê de cih girtiye, 4 salan serokatiya komeleyê û mamostetiya muzîkê kiriye. Di heman demê de mamosteya zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) ye. Bi qasî 3 sal û nîvan bernameyek TVyê ya bi navê DerDor pêşkêş kiriye. 20 sal in ku di bin banê NÇMê de kar û xebatên hunerî dike. Di hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024 an de wek Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê hat hilbijartin û  piştî tayînkirina qeyûm jî peywira xwe di nav civakê de berdewam dike.