6 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ne komar, sekuler otorite û netewperestiya paranoyak

Desthlatdariya sekuler otorîte û netewperestiya paranoyak, bi gotina “nermbûn”ê, koalisisyona “menfur” avakiriye û dixwaze “tabu”yên avakirina biparêze.

Kurdistan, di sêyemîn qirkirina mezin de ye. Yekemîn qirkirin di serdema Timurlengê Mogolî de bû. Qirkirina duyemîn piştî damezrandina komarê(!) ye, qirkirina sêyemîn jî, îro di serdema Erdogan û gurê pîr Bahçeli de tê kirin. Qikririna duyemîn û sêyemîn xelekên yek zincîrê ne.

Di Kurdistanê de cîhan tê qirkirin.

Divê tu kes vê gotina min mişeya bernede û weke gotineke hestyarî negire dest. Ez bêjim: Enver+Saddam+Esed= Erdogan. Ev sê nav di yek navî de kom bûne û berhemê Teşkîlati Esasiya ne. Nebêjin çi têkiliya Suriye û Iraqê bi Terşkîlati Esasiye re heye. Piştî parçekirina Kurdistanê (1916) û avakirina dewletên tempon, mîratzedeyên Îttîhat û Terakî bûne serokê van dewletan.

Emîr Huseyîn paşayekî Osmanî bû û di mekteb-î sultanî, yan jî “dibistanên eşîran” de li Stembolê xwendibû. Ingilîz û Frensiyan ji Emîr Huseyîn û kurên wî re, 4 dewlet, Hicaz, Urdun, Suriye û Iraq avakirin. Ev kiryar, yan jî pêkanîn, encama plane hevsengiya cîhanê bû. Navend jî Kurdistan bû û ev plan îro jî di pratîkêde ye! Projeya Mezin a Rojhilata Navîn!

Balkêş e ku OSO, yanî artêşa Mîllî ya Suriye (di esasê wê de ya Tirkiyê ye) bi pêşengiya zabitên Tirk û teorîsyenên MÎT’ê, li Efrînê dibistana eskerî vekirin. Ev dibistan, qewî-kirina dîwarên aqilê kevin e û îxanetê di radeyek nû de pratîzekirin e. Ne tenê dibistanên ekserî, dibîstanên normal ên dewşirmeyan, eskerî ne; hişmendiyê-fikir, tenê di dîrektîfan de, di fermanan de qebûl dikin. Vê jî weke azadiyê lanse dikin. Ev dibistan, bi gotina feylesofê Elmanî Oswald Spengler, wê bibe çavkaniya şerê koran. Her formulasyona dewşîrmeyan kevirekî mezin di keliha faşîzmê de ye û bi navê “abad” tê binavkirin.

Sîstema dewşîrme, esker e, şûr e, xwîn e, şer e, qirkirin e, talan, wêranî, dibin navê “sêva sor” de tê kirin, li pey xwe bênderên laşan û wêran dihêle. Ev jî ola Îttîhat û Terakkî ye û di vê olê de demokrasî nîne.

Ev ola derewîn û pêxemberên derewîn, berhemê Îngîlîz, Frensa û Elmanya ne.

Îttîhat û Terakkî, komela xwendevanên Osmanî yên li Ewropa bû. Paşayên Osmanî ev komele xesp kirin. Paşayên xespkar ji aliyê Ingîlîz, Frensa û Elmanya ve hatin destek kirin. Ji ber ku pêdiviya wan, bi pêkanîna hevsengiya cîhanê hebû. Piştî Şoreşa Mezin, Modul I, ya salen 1830 û 1913, ya Karbidestiyê, hevsengiya li nava xwe pêkanîn: Gundî ji cih û warên wan dane koçberkirin, teva di fabrîqeyan de kirin kole. Modul II ya Şoreşa Mazin a karbidestiyê, ji bo pêkanîna hevsengiya cîhanê bû. Ev jî di şerê 1. yê cîhanê de hate pêkanîn, nevend jî erdnîgariya Kurdistanê bû.

Em dewam dikin; Di şerê yekemîn ê cîhanê de, qirkirina Kurdan, Ermenî, Suryanî-Keldanî- Asuriyan (1915-21-22), bi pêşengiya fermandarên Elmanî û topên Elmanî hate pêkanîn. Vê jî, pêpelûkên jiyana hevreyî û wekheviya li Mezopotamya-Kurdistanê teva guhertin.

Ev destpêka “krîpto kurd” û serdema bedcankirina tevahiya Kurdistanê ye. Di kesayeta Kurdistanê de bedcankirina cîhanê ye. Ne nukleer enerjî, ne computer, ne fiberoptic û ne mikro elektronîk, ne telekîmînkasyon û ne teknolojiya derketina arş-i 7, vê rastiyê diguhere.

Mînak, ji şerê yekemîn yê Cîhanê û heta îro, (beriya wê jî) li Herêma Bakurê Suriye-Rojava hilbijartinên şaredariyan çênebûne; yekemîn car e ku di 11 Hezîranê de çêbibe. Cîhan jî hilbijartinan weke bingeha demokrasî binav dikin. Hatta û teqez, pêxemberên derewîn yê ola derewîn Erdogan û Bahçelî jî sendoq û dengdayînê weke bingeha demokrasî binav dikin.

Lê balkêş û seyre ku ev pêxemberên derewîn, ji sedema hilbijartinên şaredariyan, gefan li gelên Rojava û tevahiya Bakurê Suriye dixwin. Ev gef hem menîdar in, hem ne manîdar in; Ji ber ku her du pêxenberên derewîn, lehengên vê serdema bêîtîbar û bêahlak in û her du jî neynika hev in. Li yekî binêre, yê din bibîne…

Di nava çendikan de bêjim; Beriya çend rojan, 2mîn delegurê Asêna Meral Akşener jî avdetî Qesra Reîs kir, (yekemîn Tansu Çîller e). Vê serdanê “taqim gewde”, yan jî “ekola şerê serdemê”, yan jî, “kulma hesînî”, yan jî, “koma fesadiyê” temam kir.

Potansiyal desthilatdarî û muxalafet temam bû û li Colemêrgê darbeya siyasî kirina Pratîkê. Hevşaredar Mehmet Sididk Akiş bi behaneyek naziwari gîrkirin û qeyum erkdar kirin. Li gorî Destura Bingehîn a Tirkiyê, eger şaredar sucekî bike û ji kar were dûrkirin, Wezareta Karên Hundir dikare şaredara ji bo demek kin ji kar dûr bike. Encumanên şaredariyê jî, wê ji nava xwe yekî/ê bibijêrin û ew kes weke şaredar kar dike. Lê wezîrê Erdogan, hemû erka encumanên şaredariyê jî betal kir.

Ev kiryar bizmarê di tabuta demokrasî de yem sedara ji bo gelê Kurd e!…

Komara(!) Tirkiyê ji roja hatiye avakirin û heta îro, bûye Girê Golgate û Riya Apîa.

Girê Golgata cihê salibandina Cenabê Îsa ye.Riya Apia jî cihê li çarmixdana Spartakûs û hevalên wî ye.

Komar-repuplic!.. Ev her du gotin, di wateya demokrasi de nayên bikaranîn. Bi taybetî jî li Tirkiyê. Pirs jî ev e; Gelo, demokrasi, komar e? Şoreşa Mezin a Karbidestiyê netewe-dewlet avakirin, lê demokrasî neanî. Şoreşa Frensa (1787-90) komar anî, lê demokrasî neanî.

Emerîka jî, di Beyanameya Serxwebûna Emerîka de û di desturnameya Emerîka de, demokrasî hiquq û mafên mirovan û mafên gelan weke “îlhana îlahî” binavkirin. Ev beyanname jî, li ser teorî û prensîbên Jean Jeoquess Rousseu hate amade kirin. Teorî û prensibên pêşengê Şoreşa Frensa Ruso, li ser “peymana civakî” hatiye amade kirin. Mixabin, Emerîka ne li Iraqê, ne li Suriye û ne li Tirkiyê, “mafê îlahî” nayîne ziman. Li sê welatan jî, civakên cûda hene û li gorî teorî û prensibên Jan Jack Ruso, pêwiste desturnameyên wan weke mutabaka gelan bêne amadekirin.

Lê xuya dike ku “ilhama îlahî” jî li mirovan, li gorî lîderan, li gorî dewletan têne guhertin. Li gorî pêxemberên derewîn yên li Tirkiyê, ne “îlah”, ne “qanun” “reîs” xwedî gotin pêşî û paşî ye’!
Rastiyeke din; di desturnameyê hemû netewe-dewletan de, gotina demokrasî, serdestiya hiquq heye. lê di partîkê de nine. Ya duyemîn, li Tirkiyê, mîrateya ku hîna navê “monarşî” lê nehatiya kirin heye. Lîdertiyek peryodîk a sekuleriya otorîter heye. Li kêleka wê jî hêza depresîf, netewparêz ya paranoyak heye. Mixabin pispor û zanistên li Tirkiyê, li hemberî her du babetan bêdeng in.

Qeyumê desthilatdariya AKP/MHP’ê, xefka li dijî Kurdan e, her sibeh şiyarbûna rojên rûtîn yê siyaseta şerê taybet e.

Di darbeyên eskerî de, mirovên ku digotin,”darbeyên eskerî li gorî Destura Bingehîn in” û kiryarên faşîzan meşrû didikirin; îro jî li hemberî desthilatdariya otorîteya sekûler û netewperestiya paranoyak, weke “persona” derdikevine pêş û hemû kiryarên faşîzan destek dikin. Kesên “persona” mirovên bi maskê ne û cambazê xwedî hunerên ku dikarin li ser sê şelîtan bilîzin in.

Vêce, sazkariya demokasî û parastina demokrasî, erkê sereke yê dewletan e. Haaa, em behsa dewletên ku hiquq serdest dîbînin, li gorî normên demokrasî hemû mafên mirovan û gelan esas digirin dikin. Me ev gotin ji piretûka Hindakarê Zanîngeha Beldîsê Cengîz Gurbuz girtin û dewam dikin. Kanuna hejmar 674’an her çiqasî rê dide fermanên di çarçoveya kanunan de jî, erkdarkirina qeyum, ziyan û zererê dide demokrasî. Merc çi dibin bila bidbin, dewlet mecbur in normên demokrasî biparêzin. Qeyum jî li derî normên demokrasî ne!

Lê dewleta kûr a Enqerê, yan jî bi gotineke din, “Enqera kûr,” bi mêjiyê paşayên darbekar tevdigerin û qetulilleh desturê nadin hûkûmraniya gel. Qeyum li pêşiya hûkûnraniya gel, yanî li pêşiya demokrasî xefka bi fermana Erdogan tê dayîn e. Qeyum li dijî Destura Bingheîn e. Lê weke darbeya siyasî tê bikaranîn. Ji xwe darbe li dijî demokrasî, li dijî maf û azadiyan têne kirin. Her darbe, ji demokrasiyê, “demos” dikuje, li pey xwe jî firazeya bi xwîn dihêle.

Desthlatdariya sekuler otorîte û netewperestiya paranoyak, bi gotina “nermbûn”ê, koalisisyona “menfur” avakiriye û dixwaze “tabu”yên avakirina biparêze. CHP’e şandeyek şiyande Colemêrgê, ev gavek ne duruist e. Gelo hiququnasên CHP’yî nizanin ku qeyum li dijî Destura Bingehîn e û direk li dijî qeyeum dest bi têkoşînê nake? Tiştê ku CHP’ê dike, “tenorî”ya li pişta perdeyê ye. Pêdivî bi “arya” li ser dika dîrokê heye. Gelê kurd li ser dika dîrokê ye û “aryaa diqîre. Yannî “arya” Kurd e, gel e, “tenora” CHPê di nava “arya” gel de wind adibe. Divê lîstika sê meymunan nelîzin.
Çare çiye?

Bêguman têkoşîna gel e û dive “tabû”yên faşîzma dewşîrmeyan werin herivandin, dive dîroka fermî ya dewşîrmeyan were mulgakirin. Divê Kurd ji tirsa xwe netirsin, her berxwedan tirsê jî bi xwe re diafirîne, lê her tirsa berxwedanê gaveke ber bi aqilê azad, îradeya azad û welatê azad e.