12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne ji Tirkiyeyê bûya, şerê Sûriyeyê çênedibû

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rola Enqere di şerê li Sûriyeyê, çawa ji destpêka 2011’an de kon li başûrê Tirkiye vedan da ku niştecihên Sûriyeyê li wir bicih bike

Rojnameya El Cedîd a Lubnanê têkildarî rola Enqereyê ya di aloziya Sûriyeyê de gotarek bi sernavê “Çîroka têkiliyên Sûriye-Tirkiye” weşand.

Di gotarê de hate gotin, ne ji destwerdana dewleta tirk a di kar û barên Sûriyeyê de bûya şerê li Sûriyeyê çênedibû. Her wiha hat bi bîrxistin ku bi destpêka 2011’an re rejîma tirk kon li başûrê Tirkiye vedan da ku niştecihên bakurê Sûriyeyê bikişîne nava van konan, di 4’ê Tîrmehê de jî dewleta tirk ’Artêşa Azad’ ji efeserên sûriyeyî yên ku ji rejîmê veqediya bûn ava kir, piştre sûd ji belavbûna DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê wergirt û êrîş da destpêkirin.

Rojnameya Ereb a Londonê jî cih da şerê li Sûdanê û hewldanên agirbestê.  Di nûçeyê de hate gotin, “Nîşaneyên li ser hin tevgerên herêmî û navneteweyî tengavbûna wan a mirovî û siyasî ya li hemberî şerê leşkerî yê di navbera hêzên artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dixuyan. Ev şer êdî rewşa hin hêzan tevlihev dike, lew ra wisa didin xuyakirin ku ew ji berdewama şer rihet in û windahiyên wê yên mirovî û guhertinên jeosiyasî yên dibe bi xwe re bîne, bi taybetî piştî nêzîbûna destwerdanên hêzên mîna Rûsya û Îran ji şer, wan eleqedar nake.”

Di nûçeyê de îşaret bi hewldanên DYA’yê yên bi armanca bidawîkirina jî şer hat kirin. Hate gotin, gelekên astengiyên herêmî yên dijwar li pêşberî DYA’yê ne û wiha hat domandin “Rêveberiya DYA’yê di her aloziyan de nikarî rewşê aram bike. Sûdanê jî nûnerekî xwe yê taybet (Tom Perrillo) tayîd kir. Nûner nikarî aloziyê ji cihê wê bilivîne, lê wekî dîplomatekî bibandor mîna temaşevanê dest bi erkê kir. Lê rola wê di çarçoveya nîqaş, diyalog û civînên bêyî encamên siyasî de sînordar e.”

Di dewama nûçeyê de hate gotin, axaftinên cidî hene ku dibe dema pêş şer bisekine û hate diyarkirin ku her  du aliyên bi nakok di aliyê leşkerî de westiyan û destekî û xisar li ser erdê dîtin. Di heman demê de aliyên navneteweyî jî ji bo rawestandina şer êdî amade nîn in.