12 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ne asîmîlasyon, entegrasyon

Rêber Apo dixwaze bi entegrasyona demokratîk civaka demokratîk entegreyî komara demokratîk bike. Bêguman, ev ne têkçûn û teslîmiyet e. Ev asîmîlasyon û helandin jî nîne. Hevnaskirin û pêvajoya ji nû ve înşa û sazûmaniya komarê ye

Komara Tirkiyeyê hebûna xwe li ser înkar û qirkirina kurdan û tevahî gelan ava kir. Lê bi saya têkoşîn û rêwîtiya zêdetirî 50 salî ya Apoyî ev siyaset derbeyên mezin xwarin. Hebûna kurd weke realîteyekê ji salên 90î ve di rojeva Tirkiyeyê de ye. Salên dirêj e ku çareseriya pirsa kurd li rojevê ye. Lê her carê pêvajo xitimî û ev jî bû sedema kûrbûna şer, mezinbûna azaran. Sedema xwe ya esasî ya xitimînê jî ew bû ku di çarçoveya siyaset, ewlehî û qanûnan de pirs dixistin çembereke teng.

Lê pirsa kurd ji ber piralîbûna xwe û kûrbûna xwe di wê çemberê de hilnedihat. Niha bi cotmeha 2024an ve û piştî banga rêber Apo ya 27ê sibatê, di lêgera çareseriyê de li ser tişteke din tê axaftin.

Entegrasyona Demokratîk, zimanê aştiyê yê vê dem û wextê ye. Hedefa wê ew ku kurd bên nasîn û tevlîbûnê bi pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike yek. Bi kurt û kurmancî, entegrasyona demokratîk ew e ku gel bêyî ku hebûna xwe deyne aliyekî, dibe parçeyek birûmet yê yekîtiyekê.

Wateya wê ji bo kurdan jî ev e: ne bi veqetîn û cihêbûnê lê bi nasname, çand û zimanê xwe bi pêkhayetên din re, li ser zemîneke adil û wekhev înşakirina jiyanê. Lê entegrasyona demokratîk tenê daxwazeke civakî jî nîne. Her wiha ew bangeke ji bo ramaneke nû ye jî. Mîmarê vê fikrê jî rêber Apo ye. Rêber Apo entegrasyona demokratîk yek ji têgînên esasî yên ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase kir. Li gorî ku ew pêşniyaz dike, entegrasyon nayê wê wateyê ku civak bi dewletê re bibe yek. Naxêr, ew dibêje ku bi civaka demokratîk wê komara demokratîk bê avakirin.

Ji bo fêmkirina vê jî divê em biçin hevdîtina 28ê tebaxê ya heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ku bi rêber Apo re kir. Hingê rêber Apo got; hêza avakar a entegrasyonê civaka demokratîk e. Di modela rêber Apo de civak pasîf û tebatî nîne. Di nav lebat û tevgerê de ye û ew ava dike. Dewlet jî gotin li cî be, li gorî vî avakarê demoratîk ji nû ve bi sazûman dibe. Gelê kurd ê ku ev zêdetirî sed sal in nasname, ziman û çanda wî tê înkarkirin, bi saya  entegrasyona demokratîk hebûna xwe ya azad didomîne.

Li vê derê ya esas tê girtin, cudarengî nabin sedema veqetîn û cihêbûnê. Cudareng yekîtiyeke rengîn ava dikin. Rêber Apo dixwaze bi entegrasyona demokratîk civaka demokratîk entegreyî komara demokratîk bike. Bêguman ev ne têkçûn û teslîmiyet e. Weke ku hin derdor îdia dikin, ev asîmîlasyon û helandin jî nîne.

Hevnaskirin û pêvajoya ji nû ve înşa û sazûmaniya komarê ye. Ji ber wê tevî ku entegrasyona demeokratîk di civaknasiyê de weke têgîneke nû bê dîtin jî, ev  ji têgîneke siyasî civaknasî wêdetir li ser veguherîna civak û dewletê pêşniyazek e. Aliyekî din ê entegrasyona demokratîk jî, naskirina mafên gelê kurd ên çand û zimanî ne. Kurdî ji perwerdehiyê heta bi xizmetên cemaweriyê di hemû qadên jiyanê de xwe heyî dike. Pê re înkara bi rêya zimanê gelê kurd jî ji holê radibe. Gelê kurd jî hingê xwe weke parçeyekî ji komara demokratîk dibîne û  ev têkilî xurt dibe.

Weke ku rêber Apo pênase dike li dijî asîmîlasyonê ew li ser zemîna wekhev tanzîmkirina jiyana nû ye. Di heman demê de, ev pêşniyaz ji bo gel û pêkhateyên Tirkiyeyê giş tê wateya peymaneke nû ya civakî.

Rêber Apo bi entegrasyona demokratîk modeleke nû ya çareseriyê datîne holê ku tê de hem mutabaqata siyasî hem jî jê wêdetir veguherîna civakî heye.