12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne agir, zagon daristanê tune dike

Hevseroka Tarim Orkam Senê Serap Baysal anî ziman ku daristanên li Tirkiyeyê ji şewatê bêtir ji zagonan zerar dibînin û wiha got: “Partiyên muxalif di parastina daristanê de erka xwe pêk nînin û li dijî talanê bêdeng dimînin.”

Li Tirkiyeyê piştî xala 16’an li Zagona Daristanê zêde kirin, ji sala 2018’an heta niha bi hezaran hektar qadên daristanê ji sînorê daristanê hatin derxistin. Di 28’ê hezîranê de Biryara Serokkomariyê di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gorî vê biryarê li Artvinê 9 hezar, li Bedlisê 17 hezar, li Îzmirê 286 hezar, li Stenbolê 181 hezar û 637, bi giştî 493 hezar (49 hektar) metrekare qada daristanê ji sînnorê daristanê hat derxistin. Di tebaxê de bi biryara serokkomar li Amasya, Çewlîk, Kastamonu, Kutahya, Manisa, Nîgde, Mêrsîn, Stenbol û Samsûnê gelek qadên daristanê ji sînorê daristanê derxistin. Têkildarî polîtîkayênn AKP’ê yên li ser daristanê û parastina daristanê  Hevseroka Tarim Orman Senê Serap Baysal nirxandin kir. Baysal anî ziman ku di serdema iktidara AKP’e de êdî bi hêsanî daristanê ji sinorên daristanê derdixin û got: “Qadên daristanê êdî li dijî armancê bikar tînin. Îktidarê bi guhertinên zagonî, derxistina daristanê ya dervê sînoran hêsantir kir. Êdî kî bixwaze dikare daristana ku ew dixwaze ji dewletê kire dike û li gorî armanca xwe bikar bîne. Li gorî Rojnameya Fermî bi biryara Serokkomar Erdogan li 9 bajaran bi giştî 1.885.606 m2 qada daristanê derxistin derveyî sinorê daristane.”

Zagon daristanê tune dike

Hevseroka Giştî ya Tarim Orkam Senê Serap Baysal, bal kişand ser bandora zagonan û wiha axivî: “Daristanên li Tirkiyeyê ji şewatê bêtir, ji zagonan zerarê dibîne. Herî zêde zagon gefan li tunebuna daristanan dixwin. Bi guhertinên zagonan daristanê li dervê armanca wan bikar tine. Li Tirkiyeyê ji salên 1980’yî heta niha bi guhertina zagonan, daristanê bi armancên cuda tune dikin û bikar tînin. Daristanê pêşkêşî kes û saziyan dikin. Li gorî pisporan qadên daristanê sal bi sal ji qaden din re ten vekirin. Daristanê tune dikin û li şûna daristanê rê, sehên turîzmê, sehên golfê, kanên kevîr û komire û hwd re vedikin. Serap Baysal li ser armanca polîtîkayên AKP’ê ji rawestiya û wiha wiha berdewam kir: “AKP jî xwedî polîtîkayeke daristanê ye. Li şûna daristanên heyî biparêze, qadên daristanê ji şîrketên hevkar û şirîkên xwe re pêşkêş dike. Bi biryarnameyekê daristanê bê statu dihêle û ji rantê re vedike. Li vi welatî her tişt di şevekê de dikare bi îmzeya yek kesî bê guhertin. Beyî ku bi komele, sendika û rêxistinên civaki bişêwire û fikrên wan bistîne li gorî xwe biryaran didin.”

Tenê navê wezîr heye

Serap Baysal, helwesta Wezîrê Daristanê rexne kir û got: “Me xebatên Wezareta Daristanê û Çandiniyê nedîtiye. Wezirê Daristane heta niha ji bo daristanên li Şirnex, Îkîzkoya Mûglayê,  Çiyayê Kazê tu gotin negotiye. Ne xwedî tu gotin in. Li gel nafikirin. Tenê li sermayedaran difikirin û li gorî berjewendiyên sermayedaran tev digerin.”

Muxalefet erka xwe pêk nîne

Baysal helwesta partiyên partiyên muxalif jî rexne kir û da zanîn ku dema  îktidar li bajarên Kurdistanê daristanê qetil dike bertekek hişk nişan nadin û wiha lê zede kir: “Partiyên muxalif di mijara parastina daristanê de erka xwe pêk nînin. Ji ber ku daristana welat yekpare nabînin. Dema îktîdar daristanên li Şirnex, Amed û Çewlike bi hinceta ‘ewlehiyê’ qetil dike, bertekên xurt nîşan nadin. Tenê DEM partî bertekê nîşan bide têr nake. Lê dema  li  Mûgla, Îzmir û Manîsa daristan tê şewitandin, hemû partiyên muxalif dibin yek deng û bertekên xwe tînin ziman. Mînak dem ali Çiyayê Kazê ji bo lêgerîna zêr qada daristanê dan şîrketek kanadayî, hemû der û dorên li Tirkiyeyê bûn yek û bertekên xwe anîn ziman. 13 hezar dar hatin birîn, lê têkoşînê encam girt.”

Ji bo rantê daristanê talan dikin

Baysal, bibîr xist ku ew dibînin li Mugla, Antalya , Aydinê piştî daristan têne şewitandin, wan qadên şewitî ji sinorê daristanê derdixin û li van qadan otelan ava dikin û ev agahî dan: “Ev ne tesadifî ye. Ji bo rantê û pereyan qaden daristanê û çandiniyê tune dikin. Li çiyayê Cûdî û Gabarê jî bi hinceta ewlehiyê dixwazin herêmê bê daristan bihêlin. Dixwazin hevsengiya ekolojiyê xera bikin. Dema daristanê qetil dikin, tenê dar tune nabin. Li gel daran bi sedan cureyên zindî û ruhberan tune dikin. Bi sed hezaran zindî ji cih û warên xwe koç dikin. Pergala xwezayê xera dibe.”

Divê berteka gel zêdetir be

Serap Baysal, herî dawî destnîşan kir ku li gorî rêziknameya sendîkya wan Tarim Orkam-Senê ew jiyanek ekolojik diparêzin û wiha bi dawî kir: “Erka me ew e ku em bi saziyên civakî re bixebitin û li dijî talankirin, tunekirin û şewata daristanan têbikoşin. Li dijî talankirin û qirkirina daristanan em daxuyaniyê bidin çapemeniyê, meşan li dar bixin û dozê vekin. Em helwesta saziyên ekolojiyê kêm nabînin.Divê bertekên gel zêdetir bin. Di tîrmeha borî de li dijî talankirin û qirkirina daristana Cûdî saziyên derdor û ekolojiyê ji bajarên derve hatin daxuyanî dan û meş li dar xistin. Di navde rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyên Şirnexê hebûn. Eger li vir gel kêm be, saziyên civakî tenê nikarin rê li pêş vê talankirinê bigirin.”