Li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), ku li ser çand û hunera kurdî xebatan dike, qeydên kursên nû didomin. Qeydên di 7ê tebaxê de dest pê kirin, dê di 15ê îlonê de bi dawî bibin. Di serdema nû de dê kursên erbane, saz, mey, setar, bilûr, zirne, def, keman, piyano û şanê bên dayîn.
Ji xebatkarên NÇMê Ferît Elalmiş anî ziman ku navend di salên 1990î de dema ku kurdî qedexe bûye hatiye avakirin û tevî hemû zilm û qedexeyan jî xebatên xwe domandiye û ev tişt anî ziman: “Ew dem pir dijwar bûn. Êrîş li ser hunermendên kurd hebûn. Lêbelê, kom (komên muzîkê) yên me li dora NÇMê bûn yek û hunera xwe pêşkêş kirin. Bêguman, piştgiriya ji raya giştî û ciwanan jî pir erênî bû. Bi vî awayî me NÇMê nas kir. Min wekî xwendekar dest pê kir û li vir gelek tişt fêr bûm. Gelek ciwan bi saya koman tev li NÇMê bûn.”
Ferît Elalmiş destnîşan kir ku armanca NÇMê ew e ku huner û çanda gelê kurd bidomîne û got ku polîtîkayên asîmîlasyonê hîn jî berdewam dikin û wiha got: “Di vî warî de, NÇM û hunermendên wê cihekî girîng digirin. Em bi stran û govendên xwe berxwedanê didomînin.”
Ferît Elalmiş, diyar kir ku wekî salên berê, ew ê di gelek waran de kursan pêşkêş bikin û bal kişand ser eleqeya zêde ya ji bo qeydan û got: “Banga me ji ciwanan û her kesî re ye: Serlêdana saziyên me bikin. Bi vî rengî em ê xurttir bibin û pêşve biçin. Wê amûrên me yên nû jî hebin. Em bang li gelê xwe dikin ku werin NÇMê. Ji ber gelek sedeman, rêxistinên me yên civakî niha pir zêde nînin. Mînak, Koma Amed, ew ji nû ve kom bûne. Em ê xebata xwe bidomînin û em plan dikin ku bi rêxistinên civakî re xebata xwe bidomînin. Em ê xebata xwe bi ruhekî kolektîf bikin. Ciwanên me dikarin werin û beşdarî xebatan bibin.”