19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nazim û Cîhan li Giyadînê hatin bibîranîn

Ji bo bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku salek berê li Rojava di êrişa dewleta tirk de hatibûn kuştin, li mala malbata Nazim Daştan a li navçeya Giyadînê ya Agiriyê mewlûd hat dayîn.

Dewleta tirk di kanûna 2024an de piştî ku HTŞ ketibû Şamê, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êriş dabûn destpêkitin. Nûçegihana ANHAyê Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan li rojavayê Kobanê, li Minbicê û derdora Bendava Tişrînê geşedanan dişopandin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser rêya Sirinê di 19ê kanûna 2024an de di encama êrişa SÎHAya dewleta tirk de dema nûçe dişopandin hatibûn bombebarankirin û kuştin.

Bi minasebeta salvegera yekemîn a bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji aliyê malbata Nazim Daştan ve mewlûd hat dayîn. Endam û rêveberên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), endam û rêveberên MEBYA-DERê, rêveber û nûnerên DBP û DEM Partiyê yên Agirî û navçeyên wê û gelek welatî tev li mewlûdê bûn.

Mewlûd ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê berdevkê Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê Îlhan Tan axivî. Îlhan Tan ji malbatê re sersaxî xwest û ji bo xeyalên cangoriyan biçe serî banga xwedîderketina li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir.