Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyayê ya ku li bajarê Qamişlo û Helebê navenda wê heye, îro jî navenda sêyemîn li bajarê Kobanê ya kantona Firatê hat vekirin. Bi sedan şêniyên Katonê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan beşdarî vekirina navenda Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûn.
Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştî rêzgirtinê Berdevka Însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “26 sal in em di hundir de vê têkoşîn û berxwedanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hemû deverên Kurdistanê dimeşînin. Em di wê hêviyê de ne ku me çawa çeteyên DAIŞê di Kobanê de têk bir, em ê bi wê têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur vekirina navenda însiyatîfê li bajarê Kobanê li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kobanê û şehîdên azadiyê pîroz kir û ev tişt anî ser ziman: “Vekirina vê navendê di Roja Şehîdan (18 Gulanê) ku roja dîrokî ye pîroz be.”
Ferzende Munzur di dewama axaftina xwe de hêviya serkeftinê ji kar û xebatên însiyatîfê re xwest û got: “Em bi hêvî ne ku şaxê kantona Firatê yê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê karibe ramanên Rêber Abdullah Ocalan li civakê belav bike û ji bo azadiyê fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xut bike.”
Piştî axaftinan dayika sê şehîdan (Barîn, Botan û Baran) Helîme Reşo qurdêleya bi rengên kes, sor û zer birî. Gel jî derbasî hundirê navendê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdan diyarî endamên însiyatîfê kirin.