12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navenda Çandê ya Amûdê ji bo zarokan perwerdeya şanogeriyê vekir

Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê ji bo zarokan perwerdeya şanoyê vekir.

Zarok li Amudê nêzî 20 roj in li Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê perwerdehiya  şanoyê dibînin. 10 zarokên ji 5 saliyê heta 14 saliyê beşdarî perwerdeyê bûne. Li navenda perwerdehiyê hefteyê 3 dersan didin. Mamoste Dilovan Kêfo ku dersa şanoyê dide zarokan, bi karê xwe kêfxweş e.

Zarok li ser şanoya “Melîket El Nezafe Wel Qazûrat” a Dilovan Kêfo perwerde dibin. Ev jî şanoyeke zarokan a li ser girîngiya paqijiyê ye Dilovan Kêfo destnîşan kir ku girîng e ku zarok li navendê kom bibin û fêrî şanogeriyê bibin, ji ber ku ev behreyên wan ên hunerî û civakî bi pêş dixe.

Zaroka bi navê Sema El Rawî ku di perwerdeyê de beşdar e, hezkirina xwe ji şanogeriyê re anî ziman û got: “Pêwîst e her kes paqijiya civakê biparêze.”

Nehawend El Rawî bang li tevahî zarokan kir ku li şanoya wan temaşe bikin û ji bo pêşxistina behreyên xwe yên hunerî berê xwe bidin Navenda Çand û Hunerê.