12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navê şerê taybet: Dosso Dossî û Huda-Par

Di van demên dawî de navê Dosso Dossî di rojevê de pir derbas dibe. Cara ewil min ev nav bi lidarxistina defîleya li ser Pira Dehderî bihîst. Di 11’ê gulanê de li Amedê defîleyeke sosret  kete rojevê. Li ser Pira Dehderî û gelek cihên din ên dîrokî yên Amedê defîle hatin lidarxistin. Ji wê rojê û heta niha di nav van çend mehan de hema bêje Dosso Dossî ji rojevê neket. Li Bazîdê konserek li dar xist. Xuyabû mesrefeke gelek mezin li vê konserê kiribûn. Her wiha gelek hunermendên kurd ên navdar jî tev li vê konsere bûn.  Konser weke konsereke ku xêrxwazek li dar bixe hat nirxandin. Ji ber ku yekeyek ne bi destê dewletê hatibû organîzekirin (lê dema niha ez dinêrim, yekeyek bi piştgiriya dewletê hatiye organîzekirin) nirxandinên cûda nehatin kirin. Lê bi rojan reklama wê hate kirin. Piştî konsera Bazîdê vê şîrketê li Riha û Amedê jî konser li dar xistin. Niha jî amadekariya mîhrîcana Cizîrê dike. Li Cizîrê bi alîkariya wezareta çandê, walî-qeyûm û qeymeqam-qeyûm mîhrîcanek tê li dar xistin. Organîzasyona wê jî Dosso Dossî dike.

TUGVA ya ku ji aliyê kurê Erdogan ve tê birêvebirin di 7’ê îlonê de di çarçoveya ‘Bernameya Dawîkirina Projeya Dibistana Havînê’ de li Amedê bi sedan zarokan meş li dar xist. Di meşê de zarokên temen biçûk sloganên ‘Tekbîr, Allahu Ekber’ avêtin. Piştî meşê zarok derbasî mizgeftê bûn û limêj kirin. Her wiha di vê demê de medreseyên nû hatin vekirin, pîrozbahiyên cuda hatin kirin.

Herî dawî berî çend rojan derdorên nêzî Hûda-Parê li Amedê konferansek li dar xistin û berdevkê Talîban jî tev li vê konferansê bû. Di demeke ku li Rojhilat û Îranê gel di pêşengiya jinan de li hemberî rejîma molayan rabûye ser lingan de lidarxistina vê konferansê watedar e. Pergala ku veguheriye zilmê li vir ji aliyê Hûda-Parê ve tê rewakirin. Tenê ne pergala rejîma Îranê di heman demê de rejîma dewleta tirk û ya Efxenîstanê jî tê rewakirin. Rejîmên ku tu xêra wan ji civakê re tune têne rewakirin. Mesele rojekê Hûda-Parê negotiye ‘Çima kirêtiyan li cenazeyan dikin?’ Rojekê negotiye ‘Çima çekên kîmyewî têne bikaranîn?’ Rojekê negotiye ‘Çima îradeya gel tê xespkirin?’

Niha dibe ku were gotin ma çi bûye ku konferanseke ku berdevkê Talîban tev li dibe tê lidarxistin an jî TUGVA zarokan dide meşandin û sloganan bi wan dide avêtin? An jî ma çi dibe ku Dosso Dossî konser û defîleyan li dar bixe? Heke ev bûyer li welatekî ku şerekî qirêj lê neyê meşandin pêk werin tu pirsgirêk tune. Mesele li Stenbol an jî li Enqerê be dîsa zêde nabe mijar. Lê di çend salê dawî de gelek bajarên Kurdistanê hatin rûxandin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin. Tu roj tuneye ku dewlet çekên kîmyewî û nûkleerî bi kar neyine û gerîla qetil neke. (Di kêliyên ku ev nivîs dihate nivîsandin de di ajansan de nûçeya aşkerakirina navê  17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin derbas dibû. Her wiha dîmenên du gerîlayên ku ji çekên kîmyewî bandor bûne derbas dibû.) Ji bilî vê jî hem li başûr hem li rojava bi balafirên bêmirov her roj rêvebir û pêşengên kurd qetil dike. Niha di rewşeke wisa de aşkeraye ku ev organîzasyon ne bi niyeteke baş têne lidarxistin.

Ji aliyekî ve konser û festîvalên nîşaneya modernbûnê têne lidarxistin ji aliyekî ve bernameyên oldarî-kevneperestî pêk tînin. Ji du milan ve dixwazin nîşan bidin ku jiyan asayî û aramî didome. Ji du milan ve dixwazin şer ji rojevê derxînin. Dixwazin di civakê de ramana jiyana asayî bidin avakirin. Hemû hewldanên dewletê ji bo vê ne. Ji bo bêjin ‘Binêrin kurd çiqas ji vê rewşê razî ne’ van bernameyan çêdikin. Lê dîsa jî dikin nakin nagihijin armanca xwe. Kalemşorê AKP’ê A.Kadîr Selvî di nivîsa xwe ya dawî de behsa Amedê dikir. Di nivîsê de dianî ziman ku hê jî sazî û dezgehên li vir di bin bandora HDP’ê de ne. Ji aliyekî ve jî gelek sazî hedef didan nîşandan. Yanî li gorî wî Amed hê jî di riya şaş de ye û Erdogan bi peyamên xwe dikare bike ku were ser riya rast.

Dewleta tirk ev sed sal e hebûna kurdan, çand û zimanê kurdan tune dihesibîne û hewl dide tune bike. Îro heke kurd bibin xwedî maf û derfet, ev hemû di encama têkoşînê de û bi dayîna bedelên giran çêbûye. Lê mixabin dewlet bi polîtîkayên dawiyê, bi rêbaza ‘amûrên nerm’ dixwaze hinek tiştan bide guherandin. Mesele di salên 90’î de bi destên Hîzbûlahê bi hezaran welatparêzên kurd hatin qetilkirin. Li ser pîrozbahiyên newrozê qedexeyên pir tund danîbûn û di her newrozê de welatparêzên kurd dihatin qetilkirin. Lê niha dewlet bi xwe konser û mîhrîcanan li dar dixe. Dewlet bixwe medreseyan, qursên quranê vedike. Riya Hîzbûllahê ku siyasetê bike vedike. Ev jî têr nake, bi destê Hîzbûlahê konferansên navnetewî li dar dixe. Dewlet du rêbazên dijberî hev, ji bo tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi hev re dimeşîne. Mesele Hûda-Par bixwe her carê dide xuyakirin ku li hemberî defîle û mîhrîcanan e. Lê heman Hûda-Par bi heman desthilatê re bi hev re dijberiya kurdan dikin.

Diyar e xwediyên holdînga Dosso Dossî ji bo karê qirkirina çandî bi taybet hatine peywirdarkirin. Ev kes kurd in û bi zanîn hatine hilbijartin. Bi kurdbûna wan tê xwestin ser polîtîkaya esasî were nixûmandin. Ev kes bi maliyetên pir mezin konser, defîle û mîhrîcanan li dar dixin. Cihê ku organîzasyona li dar dixin hemû jî ji bo gelê kurd bajarên pir girîng û xwedî wate ne. Di serê van bajaran de jî Sûr û Cizîr tên. Ev her du bajar ji bo gelê kurd xwedî remzên taybet in. Cizîr bajarê Mehmet Tunç û Bêrîvanan e. Sûr, di berxwedanê de bû Kelha Dimdim a hemdemîn. Lê niha Holdînga Dosso Dossî bi pêşengiya wezareta çandê û qeyûman li van deran organîzasyonên çandî pêk tîne. Her wiha hunermendên navdar ên kurd jî beşdar dike. Bi ser van hunermendan rewabûn û beşdariya gel dike hedef. Lê ji ber berteka gel heya niha ev konsept bi ser neketiye.

Li ser berteka gel Xêro Ebas û Tara Mamedova ji mîhrîcana Cizîrê vekişiyan. Dîsa ji ber ku gel bertek nîşan da li Amedê bi dehan kes hatin binçavkirin û piştre hatin berdan. Her çiqasî Xêro Ebas û Tara Mamedova ji mîhrîcanê vekişiyabin jî ev têr nake. Divê baş bizanibin ku derbasbûna navê wan bixwe şermî û rûreşiyeke mezin e. Dewlet her roj kurdî qedexe dike. Kurd ji ber parastina çand û zimanê xwe her roj têne girtin, bedel didin. Lê mixabin ev kesên ku navê hunermendiyê li ser wan e bi rihetî bi dewleta ku îradeya gelê kurd xesp kiriye re tevdigerin.

Li aliyê din, dewlet ji ber ku seydayek an jî meleyek tev li mevlûda gerîlayekî dibe dozê lê vedike. Ji ber ku cenaze şûştiye meleyan dixe zindanê. Nahêle malbat cenazeyên zarokên xwe bi dilê xwe veşêrin û şîna xwe deynin. Îro hê jî bi dehan mele ji ber nimêja sivîl a înê têne darizandin. Lê ji aliyekî ve wekî ku ol pir esas digire, zarokan li kolanan dide meşandin û sloganan bi wan dide avêtin. Ez ne li hemberî bawerî û ol im. Mixabin pir zelal e ku derdorên olî li hemberî tevgera azadiyê têne bikaranîn. Hûda-Par û Dosso Dossî bi tevgerîna bi dewletê re hemû pêkutiyên dewletê rewa dikin. Dewlet di şer de xitimiye. Dike nake nikare têkoşîna gelê kurd tune bike. Têkçûna xwe jî qebûl nake. Ji bo bi ser bikeve vê carê serî li şerê taybet dide. Ev konser, vekirina medreseyan, lidarxistina defîleyan, pêkanîna konferansan hemû li hemberî têkoşîna gelê kurd a azadiyê têne kirin.

Meşa TUGVA 7 îlonê 2022 – Amed

Defîleya Dosso Dossî – 11’ê gulanê 2022