Meclisa Şaredariya Pirsûsê di civîna xwe ya 6ê Tebaxa 2024an de biryar da ku nav li 2 parkan li navçeyê bike. Di civînê de biryar hat dayîn ku navê ‘Mem û Zîn’ a berhema Ehmedê Xanî û Saît Kendîrcî ku kesayet û helbestvanekî herêmî yê hêja ye li parkan bike.
Biryara ku bi yekdengî hatibû girtin, ji bo erêkirina Qaymeqamê Navçeyê Adem Balkanlioglu hatibû pêşkeşkirin. Qaymeqam Balkanlioglu navê parkên “Mem û Zîn” û “Helbestvan Saît Kendîrcî” qebûl nekir. Ji bo biryarê tu hincetek nehat nîşandan.
Şaredariya Pîrûsê biryara xwe ya redê bir ber destê Dadgeha Îdarî. Di nirxandina serlêdanê de 1emîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê peywir û peywirên meclisa şaredariyê bi bîr xist û bal kişand ser vî tiştî ku navên li parkan hatine kirin tu tiştek bêhiqûqî nîne. Dadgeha Îdarî xwest biryara Qaymeqamtiya Pirsûsê ya redkirina navan were rakirin û navên ji aliyê şaredariyê hatine qebûlkirin bên dayîn.