Birîna kurdan a herî xwîndar û bêderman Helebçe ye. Ji ber ku, ev birîna di sala 1988’an de hat vekirin hîn jî nehatiye dermankirin û xwîn û nêm jê diherike. Dewletên desthilatdarên cîhanê yên hevparên vî sûcê mirovahiyê herçendî bi girtin û dardekirina xwînxwar Seddam Huseyîn xwestibin rûreşiya xwe hinekî gewr bikin jî, bi ser neketine.
Ji ber ku xwînxwarên ji Seddam Huseyîn xwînxwartir hîn li ser erka dagirkeriya Kurdistanê ne û ji aliyê dewletên dawî li rejîma Seddam Huseyîn anîn ve tên bixwedîkirin. Heta ev dewlet hebûna kurdan û serxwebûna welatê wan Kurdistanê nas û misoger nekin jî, wê ew rûreşiya wan gewr an spî nebe. Xwînjêhatina birîna Helebçe di roja me de bi dardekirina ciwanên kurdan li Îranê, bi valakirin, şewitandin û koçberkirina bi hezaran gundên kurdan li Tirkiye, Sûriye, Iraqê û her roj bi barandina bombeyên bi ser kurdan de, bi bikaranîna çekên qedexekirî, qirkirina li Roboskê, li Sûr, li Cizîr, li Nisêbîn û li her aliyê Kurdistanê û ya herî xedar jî bi polîtîka û pêkanînên li ser ziman, çand, wêje, dîrok, kevneşopî û nirxên neteweyî yên kurd û Kurdistanê û bêdawî bi dizî û talana li ser van nirxên giranbuha didome.
Her çar dewletên dagirker Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiye wiha li ser bindestmayîna Kurdistanê li hev kirine, ku gava di sala 1988’an de kurdan li Helebçeyê gav ber bi azadiyê ve avêtin û bihostek erdê Kurdistanê rizgar kirin, desthilatdarên Îran û Iraqê hemû nakokî û şerê di navbera xwe de yên dîrokî û yê 8 sal in didomiya di rojekê de bi dawî anîn, da ku rejîma Seddam karibe dawî li berxwedana kurdan bîne. Dîsa tevî nakokiyên dîrokî yên di navbera dagirkerên ereb û tirk de, li hemberî ketina artêşa tirkan a axa Rojava û başûrê Kurdistanê bi zanebûn bêdeng dimînin û bi ser de bi hevdîtinên her sê aliyan (ereb, fars û tirk) him dijberiya xwe ya li hember kurdan didomînin, him ji bo azadnebûna kurdan hevpeymanan girê didin. Tevî ku nakokiyên giran di navbera wan de hene.
Di navbera dewletên dagirkerên Kurdistanê û dewletên cîhanê de jî peymaneke nehatiye destxetkirin heye, ku tevî hemû zilm, zordarî, qirkirin, wêrankirin, koçberkirin, talankirin, kuştin û tinekirina siyasî, fîzîkî, aborî, erdnîgarî, civakî, dîrokî ya li ser kurdan û li ber çavan tê birêvebirin jî, heta niha dewletekê tenê jî bertekeke mirovî li hemberî van kiryaran nîşan nedaye û pişta kurdan negirtiye, berûvajî bi hemû derfetên xwe piştgirî dane domandina dagirkeriyê.
Herî dawî ev yek di helwesta li hember referandûma li başûrê Kurdistanê, ya li hemberî dagirkirina axa başûrê Kurdistanê, herêmên Zap, Metîna heta erdê Barzan û qadên parastina Medyayê, li Rojava heta dagirkirina ji nû ve ya Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û hilweşandina binesaziya Kobanê, Qamişlo û gelek deverên din ên Rojava û li Bakur jî di qirkirina li bajarên wek Sûr, Cizîr û Nisêbînê de xwe pir berbiçav da der ku dewletên cîhanê alîgirê berdewamiya bindestiya Kurdistanê û domandina dagirkeriya li Kurdistanê ne.
Rastiyeke din a nahêle ev birîna dîrokî were kewandin jî helwesta kurdan e. Pirseke vekirî ji bo hemû kurdên di sala 1988’an de ji 18 saliya xwe mezintir bûn ku mirov wan wek bîrbir dihesibîne, gelo çend kurd li Kurdistan û li derveyî Kurdistanê bi qirkirina li Helebçeyê hisiyan û çend kurdan bertek nîşan dayê vê yekê? Ger têkoşîna bi taybetî li bakurê Kurdistanê piştî salên 1990’î gelêrî bû û xwe berbelavî giştiya kurdan kir nebûya, wê hayê çend kurdan ji qirkirina Helebçeyê çêbûba? Di van mehên herî dawî de gava dewleta dagirker a tirk rojavayê welêt da ber bombeyan û binesaziya wê kir armanc, me dît bê çend kurd ji bo Filistîna peykerê Seddam hil dabû û çend kurd ji bo Rojavaya rûmeta kurdan bilind kiribû li Bakur û başûrê Kurdistanê daketin qadan! Ev rastiya kurdan tenê destê dagirkeriyê xurtir dike û nahêle kurd karibin bi agirê azadiyê birîna Helebçeyê bikewînin.
36 sal di ser qirkirina Helebçeyê re derbas bûn. Em ê roja 16’ê adarê dîsa bi xemgînî û dilbirînî pênc hezar şehîdên mazlûm bi bîr bînin û wê ji nû ve xwîn ji bîrîna me der bibe û piştre wê bindestiya me wek qedereke xewnerojkî bidome. Ji ber ku em kurd bi giştî hîn nebûne yek dil, yek hiş, yek mejî û yek hêz.
Heyf mixabin ev gelê dîrokî yê ji mirovahiyê re dayiktî li ser axa xezîne û dergûşa çanda mirovahiyê kiriye, hîn jî îro di bin destê dagirkerên dizek, zalim, hov û talanker de dinale. Heta kurd xwe nekin yek û bi hêza yekbûnê xwe ji vê rewşa xedar rizgar nekin, wê navê me tevan bimîne Helepçe!
Navê min Helepçe
Li hêviya hatina biharê bûm
berf nû diheliya
kanî û robar nû der dibûn
giyayî nû şînatiya xwe digirt
ser xaka pîroz
refên kewan
pêl bi pêl xwe didan berpalan
bilbil û şalûlên rengîn
li ser latan diloriyan
moriyan
dest bi paqijiya kunmalên xwe dikirin
pezên me cêwîk dianîn
bi kar û berxan
dayika min
firo dikeland ji me re
birayê min
pêxwas derketibû derve
ji bo bi awirên xwe yên kesk
tîrêjên germîn
hembêz bike
xwişka min kulîlk berhev dikirin
ji sosin, nêrgiz û beybûnan,
ku tacekê diyarî min bike
ji bo Newroza nêz …
di wê kêliyê de
bi carekê re qurmiçî
hinava dilê min
dirêjî ser sînga dayika xwe bûm
di destê
bavê xwe de …
cemidî bû
pêsîra dayika min
û rondikek mabû
li ser hinarika ruyê wê
derfet nedîtibû
bibe lehî
wiha çavkaniya wê
hatibû ziwakirin
û daliqandî mabû
hesretek
û hêviyek
di kûrayiya
çirûsîna çavên wê de …
min xwest ramûsînim
wê rondika
bi hêvî û hesret
lê di wê kêliyê de …
bi sedan dest dirêjî qirika min bûn
û ez fetisandim
ji bo awirên min
di terisîna rondikê de
daliqandî bimînin …
êdî …
min careke din
nedît
dîlana kew û bilbilan
û min
nebihîst
deng û awazên wan …
nizanim
gelo mezin bûn
kar û berxên me yên cêwîk …
şînayî
bilind bû gelo
bejnekê
tev li nêrgiz
û sorgulan …
dayê!
gelo hîn nekeliyaye firoyê biharê
ezê bang li birayê xwe bikim
bila lingê wî necemide
li der ve …
gelo ji ber çi xwişka min venegeriya …
kî dizane …
kî dizane, ku navê min Helebçe
û dayika min Kurdistan …
kî dizane, nehiştin ez bigihim
pîrozkirina Newrozê
da bidim serê xwe taca rengîn
a xwişka min
ji kulîlkên biharê
berhevkirî
û bi hêvî û hesretên xwe
hûnandî …
Li ser bîranîna şehîdên Helepçeyê zarokên kulîlkên Kurdistan